LI DIJÎ KONSOLXANEYA TIRK YA LI PARÎSÊ ÇALAKÎ
Li paytexta Fransa, Parîsê “Ciwanên Apoyî” li dijî konsolxaneya Tirk çalakiyek li dar xistin.
Ciwanên Kurd bi armanca şermezarkirina êrîşên kîmyewî ala PKK’ê, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta li ser hatibû nivîsandin, “Tolhildan” li Konsolxaneya Tirk daliqandin.
Di daxuyaniya li ser navê Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya li ber konsolxaneyê hat dayîn de, bertek nîşanî sûcên şer ên artêşa Tirk hat dayîn.
Însiyatîfê diyar kir ku xwîna gerîlayên şehîd wê ne li Kurdistanê, ne li Ewropayê û ne jî li ti derên cîhanê, li erdê nemîne û ragihand ku wê ji dewleta Tirk a faşîst hesab were pirsîn û tola kesên di encama êrîşên bi gazên kîmyewî de hatine qetilkirin bê hilanîn.
LI BERLÎNÊ PANKARTEKE MEZIN HAT DALIQANDIN
Li paytexta Elmanya Berlînê, tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN pankarteke mezin li Kottbûsser Tor daliqandin.
Pankarta bi nivîsa “Tirkiye bi gaza jehrî dikuje” bal kişandin ser sûcên şer ên rejîma AKP-MHP'ê yên li dijî gerîlayên Kurdistanê pêk tîne.
Ev pankart bi qasî du saetan daliqandî ma û piştre ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû rakirin.
Aktîvîstên TekoJIN û TCŞ Berlînê têkildarî çalakiyê ev tişt gotin:
“Dewleta Tirk a faşîst ev salek e li dijî gerîla û gelê sivîl çekên kîmyewî bikar tîne. Welatên endamên OPCW ango Elmanya jî mecbûr in ku di egera her gumanek derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de daxwaza lêkolînê bikin. Heta niha Elmanya û hemû cîhanê guh nedane kiryarên dewleta Tirk a dagirker. Heta ku lêpirsînek serbixwe were kirin, wê ciwan bêdeng nemînin!”
LI ATÎNAYÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN
Tevgera Ciwanan TCŞ’ê li paytexta Yewnanîstan Atînayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.
Di çalakiya li kolana di navbera Syntagma û Monostrakî de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî Serok Apo!” hatin berzkirin.
Li bajarê Maînz ê Elmanyayê endamên Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) bi armanca protestokirina çekên kîmyewî û piştgirîdayîna berxwedana Rojhilatê Kurdistanê li zanîngehê kom bûn. Xwendevanan bi boneya şeva hevnaskirinê behsa xebatên xwe kirin.