ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
Nûkirina baweriya gelê Kurd zehmet e
Tovên bawerî û hêviya gelê Kurd ên hêdî hêdî jî be li hemberî Bahçelî şîn dibûn, di şexsê şoreşgera jin a li Helebê di qata sêyan avêtin xwarê de hatin qetilkirin. Gelê Kurd, a niha li ser piyan e û gelekî bi hêrs e.
-
Senaryoyên xwînmij li ser dikê berdewam dikin
Di êrişên li Helebê de dijminatiyeke metirsîdar li Kurdan hate kirin. Bi taybetî ji bo kûrkirina nakokiya Kurd-Ereb û belavkirina şer, bi zanebûn zemînek tê amadekirin. Eşkere ye ku êriş wê tenê li Helebê nemînin.
-
Li Helebê çi qewimî?
Pir eşkere ye ku; êrîşa navborî Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rasterast hedef girtiye û xwestiye pêvajoyê provoke bike.
-
Gelo xerabûna pêvajoyê tê xwestin?
Êrişên li Helebê fikarên li ser pêvajoyê zêde kiriye. Ev êriş hem muzakerevanê sereke yê Kurdan Abdullah Ocalan ku pêvajoyê bi sebir dimeşîne, hem jî rêxistina wî ya ku li gorî perspektîfên Îmraliyê tevdigere û gelê Kurd tengav dike.
-
Dersa ji Helebê derket: Rastiya berbiçav a pêvajoya nû
Hiqûqa navneteweyî, nirxên rojavayî û pergala li ser esasê tifaqan, ji bo Kurdan hikma xwe winda kiriye. Bêdengiya li hember bombebarankirina nexweşxaneyan, teşhîrkirina bedena jinan û hedefgirtina sivîlan li Helebê hilweşîna vê pergalê nîşan dide.
-
-
-
Yenîçeriyê Erdogan qazan lê rakirine
Di rastî de ew ên ku niha êrîşî ser Bendava Tişrîn û li Helebê êrîşê Şêxmeqsûd û Eşrefyê dikin jî ev nînin. Ger nekin a wisa bi ser wan de diçin. Ji ber ku dişibe mijara keçel û xwedî kum. Dişibe mijara “Yenîçerî qazan rakiriye” jî…
-
-
Pirsgirêka Kurd bi van nakokiyan çareser nabe
Qurbanîkirina Kurdên li Sûriyeyê û bêparastinhiştina wan, gelo wê bandoreke çawa li xwişk,biratiya Kurd-Tirkan a li Tirkiyeyê bike? Bi nakokiya li Tirkiyeyê 'xwişk-bira' li Sûriyeyê 'dijmin' pirsgirêka Kurd çareser nabe, demokrasî nayê Tirkiye û Sûriyeyê.
-
Gelo wijdanê mirovahiyê li ku derê ye?
Ji ber amborga û dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd ê Eşrefiyê yên Helebê her diçe rewşa jiyanî xerab dibe. Eger wiha biçe wê di nav xelkê de rewşa tenduristiyê pir nebaş bibe. Dibe ku zarokên biçûk û pitik jiyana xwe ji dest bidin.
-
Dilê gelên azadîxwaz li Bêstûnê lê dide
Li beramberî Ehrîmen û tarîtiyê di nava cengê de ye Kirmaşan, da ku di berbanga azadiya gelan de pêşengiyê ji ronahiyê re bike. Ji bo wê jî dilê hemû azadîxwazan li Bêstûna Kirmaşanê lê dide.
-
Armanca êrîşa DYE’yê ya li ser Venezuelayê çiye?
Tiştên li Caracas’ê qewimîn, ji operasyonekê wêdetir xwedî wateyan e. Êrîşa DYE’yê li ser Venezuelayê hevsengiyên herêmî xira kir, desthilatdarî û demokrasiya Latîn Emerîkayê û siberoja wê ya li ser çavkaniyan car din ji nîqaşê re vedike.
-
'Êrişa DYE'yê ya li ser Venezuelayê terorîzma dewletê ye'
Sever anî ziman ku êrişa leşkerî û hewayî ya berfireh a DYE'yê ya li Venezuelayê û dîlgirtina Serokdewlet Nicolas Maduro û hevjîna wî hiqûqa navneteweyî di pratîkê de têk biriye û êrişa DYE'yê ya li ser Venezuelayê weke terorîzma dewletê pênase kir.
-
-
Pêdiviya Sûriyeyê ne şer e, demokrasî ye
Piraniya Sûriyeyê ne bi mejiyê HTŞ'ê re ye. Dema ku hêzên demokrasî û azadîxwaz hevpar û bi rêxistin bûn, wê pêşî li demokratîkbûna Sûriyeyê vebe. Dagirkerî û destwerdana hêzên derve wê bê bandor bibe.
-
-
-
Şer an biratî?
Tirkiye bi gotna 'aştiyê' îdîaya xwe ya çareeriya pirsgirêka Kurd dwam dike, lê belê li Sûriyeyê bi polîtîkayên xwe yên li dijî statuya Kurdan zemîna şerekî nû xurt dike.
-
Pîvana Bîrê
Tişta ku hafizeyê li ser piyan digire, rastiya awayê hilgirtina êşê ye. Divê em hafizeyê nespêrin teqînên hestiyarî yan jî qebûlkirinên bêdeng; divê em wê radestî vegotin, salname û sîberkirina kesên din nekin.
-
Şervan, fermandar û pênûsa heqîqetê: Tûfan Sefkan
Tûfan Sefkan şoreşgeriya ku weke şervanekî destpê kir, weke fermandarekî gerîla û neferekî çapemeniya azad dewam kir. Çîroka Tûfan ku lêgerîner û şervanekî heqîqetê bû, ew çîrok e ku xwe kiriye rastî bi xwe.
-
Edaleta dema derbasbûnê
Hiqûqa derbasbûnê yan jî edaleta dema derbasbûnê yek ji qonaxên nebe nabe yên pêvajoyên aştiyê têne zanîn. Ev yek rûbirûbûna bi binpêkirinên mafên mirovan, têkoşîna ji bo dubarenebûnê û plansaziya hevpar a dema nû ye.
-
Kî Peymana 10’ê Adarê bi cih nayne
Di bingeha bi cihneanîna vê peymanê de siyaseta înkarê û dijminatiya li dijî gelê Kurd heye. Bi zêhniyeta faşîst ya netewe dewletê hewl didin destketiyên ku bi salane bi berdelên giran hatine bi dest xistin ji holê rakin.
-
Metirsiya qirkirinê didome
BAAS a bi rengê olî, yanê HTŞ, û TC ku hema bêje wekî xwediyê wê tevdigere, hemû gelên Sûriyeyê neçar dikin ku di xeta xweparastina rewa de bimînin.
-
Temsîliyeta wekhev
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di encama têkoşîna xwe ya 52 salan de ya bi pêşengiya Rêber Apo meşand, di mijara temsîliyeta wekhev de modelek afirand ku ji tevahiya cîhanê re bû mînak.