Dilê gelên azadîxwaz li Bêstûnê lê dide
Li beramberî Ehrîmen û tarîtiyê di nava cengê de ye Kirmaşan, da ku di berbanga azadiya gelan de pêşengiyê ji ronahiyê re bike. Ji bo wê jî dilê hemû azadîxwazan li Bêstûna Kirmaşanê lê dide.
Li beramberî Ehrîmen û tarîtiyê di nava cengê de ye Kirmaşan, da ku di berbanga azadiya gelan de pêşengiyê ji ronahiyê re bike. Ji bo wê jî dilê hemû azadîxwazan li Bêstûna Kirmaşanê lê dide.
Ji destpêka sala nû ya 2026’an ve, nerazîbûnên li dijî Komara Îslamî ya Îranê, di serî de li Tehranê û li nêzî 80 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û hîn jî bi biryardarî berdewam dikin. Her çend ev pêla nerazîbûnê bi pêşengiya bazarî û esnafên bajarê Tehranê dest pê kiribe jî, di demeke kurt de li hemû bajaran belav bû. Her wiha ne tenê bazarî; di serî de jin û xwendekarên zanîngehan, tevahiya civakê careke din li dijî rejîma heyî daketin qadan. Li Rojhilatê Kurdistanê vê carê navenda serhildanan bajarên wekî Kirmaşan, Îlam û Loristan in. Bajarên din hîn wekî ku tê xwestin bi awayekî xurt tevlî van çalakiyên protestoyî nebûne. Li ser medyaya dîjîtal hinek helwest û nêzîkatiyên provokatîf jî hene ku divê bi taybetî ji aliyê raya giştî ya Kurdistanî ve werin şopandin û nirxandin. Pêwîst e her kes bêyî ku guh bide van nêzîkatiyan, bi ruhê yekîtiyê beşdarî serhildanan bibe.
Netewperestî, wekî ola pergala desthilatdar û netewe-dewletan, her tim civak di dorpêça hişmendiya xwe ya wêranker de hîştiye. Netewperestiya Kurd jî di pêvajoyên ku gel di derdê çarenûsa xwe de ye, bi peyketina berjewendiyên teng helwesteke nerrast nîşan dide. Vê carê bajarê Kirmaşanê bû navenda serhildanan û pêşengtiyê dike. Ne tenê daxwaza Kurdan, daxwaza hemû gelên Îranê jiyaneke demokratîk û azad e. Kurdan her tim, hem li Îranê hem jî li parçeyên din ên Kurdistanê, bi têgihiştin û feraseta xwe ya ji bo jiyana azad û bi alternatîfa xwe ya ji her kesî cudatir, pêşengî ji gelek şoreşan re kiriye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê berhema vê hişmendiyê ye. Sê sal berê jî bi pêşengiya jinên Kurd tevahiya Îranê bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" meşiyan.
Niha hinek kesên netewperest, di van kêliyên dîrokî de ku wê çarenûsa tevahiya gelên Îranê diyar bibe, wekî kurmê darê dara hêviyên welatê xwe dikurtînin. Di vê demê de ku Kirmaşan û Îlam li ser pêyan in, her şev bi hêzên rejîmê re di nava şer û pevçûnan de ne, şehîdan didin û paşê bi serhildanên mezin xwedî li şehîdên xwe derdikevin; nîqaşên ku Kirmaşanê li derveyî bajarên Kurdistanê dibînin, heqaretek e li şehîdên Kurdistanê. Îlam di kolanan de bi vê sirûdê meşiya: ‘Daye Daye Wexte Cenge, Şîrîş Helal Beke Belkem Bemîrim!’. Ji roja destpêkê ve her tişt da ber çavan û dîsa jî daket kolanan. Kes nabe daxwazên rewa û demokratîk ên gelê Kurd û Îranî, her wiha daxwazên jinan, bi berjewendî û hesabên xwe yên şexsî re têkel bike. Helwesta Kirmaşan û Îlamê helwesteke Kurdistanî ye û wê ev helwest çarenûsa tevahiya Îranê jî diyar bike. Girîng e di vê demê de her Kurdek xwedî li helwest û daxwazên demokratîk ên Kirmaşan, Îlam û Loristanê derbikeve. Gel, ol û baweriyên herî qedîm û kevnar di van herêman de dijîn; heta niha serî netewandine û bi çanda xwe ya resen jiyane. Baweriya Yarisanî mînaka vê ya herî berbiçav û zindî ye. Ev helwest wekî daxwaza kurê şah û hêzên sermayedar dîtin û nirxandin, di bingeh de parçekirina daxwazên demokratîk ên civaka Îranê ye. Ew kesên ku di bin navê Kurdayetiyê de vê dikin, plan û hesabên Komara Îslamî ya Îranê pêk tînin.
Ji aliyê din ve, hewldana hinek dewletên cîran, bi taybetî ya Tirkiyeyê ya di gurkirina hestên netewperestî de di nava Azeriyan de, wê zirarê bide serhildanan û wan ji cewhera wan a esasî derxîne. Li bajarê Urmiyeyê sorkirina hinek kesan û berzkirina dirûşmeyên ku dibêjin "em netewperest in", berhema hişmendiya faşîzan a dewletên Îran û Tirkiyeyê ye. Divê gel neyên van lîstokan. Ev helwesta Azeriyan nabe sedem ku vê carê Kurd bêdeng bimînin û daxwazên xwe yên demokratîk neynin ser ziman û tevlî serhildanan nebin. Daxwaza Kurd û Azeriyan yek e û polîtîkayên rejîma heyî bi tu awayî napejirînin.
Di hemû rewşan de divê cih ji tu netewperestiyan re neyê dayîn. Di serî de Kurd û Azerî, hemû netew û baweriyên Îranê bi armanca ku demokrasî û azadî were vî welatî rabûne ser pêyan. Ev serhildan berdewama Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ye. Şoreşeke ku xwe ji her cure netewperestî û zayendperestiyê şûştiye û pak bûye. Bi xusla hêvî û bendewariyê, ber bi jiyaneke azad ve gavên pêşîn davêje. Kirmaşan bi hest û felsefeya xwe ya "Yarî", rêxweşker e ji vê gava ewil re. Li beramberî Ehrîmen û tarîtiyê di nava cengê de ye Kirmaşan, da ku di berbanga azadiya gelan de pêşengiyê ji ronahiyê re bike. Ji bo wê jî dilê hemû azadîxwazan li Bêstûna Kirmaşanê lêdide, ji bo evîneke ebedî û ji bo ku careke din hêviyên gelan li wan çiyan şîn bibin…