Dewleta Tirk bê rawestan kar kir da ku Kurdên li Sûriyê û deskeftiyên wan ji holê rake berî ku hevsengiyek siyasî ya piştî rejîmê Baasê were avakirin û pergalek demokratîk were avakirin da ku cihê xwe negirin. Armanca wan ya sereke ew bû ku serweriya HTŞ’ê ava bike û pêşketinên Rêveberî û herîmîn Xweser asteng bike û pêşî lihevkirina bi Kurdan re bigire. Çawa ku rejîma Baasê Helebê derket, HTŞ û komên girêdayî wan hêzên xwe yên çekdar ber bi Şehba û Minbicê ve rêkirin. Ji van herêman dest pê kir, plan kir ku herêmên Rêveberiya Xweser bi êrîşên leşkerî têk bibe. Ev plan bi hêsanî ser neket. Paşê, peymana 10’ê Adarê di navbera QSD û hikûmeta demikî ya Sûriyê de hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê, alî dê di çarçoveya peymanê de bibin yek, ango QSD û herêmên Rêveberiya Xweser dê bi Sûriya ku nû bê avakirin ve werin entegrekirin. Lê, Tirkiyê bi berdewamî destwerdan kir, bi tûndî li ser entegrekirina QSD’ê israr kir. QSD’ê di dema danûstandinan de ev yek pejirand,û li ser tevlîbûna artêşê bi rêbaza 3 yêkîniyan lihevkirinek hat çêkirin. Divîyabû danûstandinên dawî ya vê peymanê, di civîna 4’ê Çileya 2026’an de were temamkirin û îmzekirin. Lê Tirkiyê destwerdan kir û pêşî lihevkirinê girt. Di vê navberê de, li Parîsê di navbera Îsraîl û hikûmeta demikî a Sûriyê de, bi navbeynkeriya DYA, hevdîtin pêk hatin. Naveroka van hevdîtinan bi tevahî ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin. Lê, eşkere ye ku DYA ji bo êrîşên li ser Kurdan çiraya kesk pê xist. Metirsiya Tirkiyê ya herî mezin ew bû ku Îsraîl piştgiriyê bide Kurdan. Hikûmeta demikî jî kêm, zêde hesab dikir ku ew bêyî Îsraîl û DYA nikare li ser deshilatê bimîn e. Tirkiye hewl dida ku bi awayekî ji DYA piştgirî werbigire û nakokiyên xwe yên bi Îsraîlê re ji holê rabike. Wisa xuya dike ku ew li Parîsê li ser van mijaran gihîştine rêkeftinekê zelal. Ji ber ku di roja 2’emîn a vê civînê de, êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê dan destpêkirin. Rayedarên Tirk piştî destpêka sala nû gefên xwe zêde kirin. Me her gav dixwest rave bikin, ku desthiladariya Tirk hewl dide ku peymana 10’ê Adarê têk bibe û şer dest pê bike. Peyman li ser bidawîkirina pevçûnê û bidestxistina yekîtiyê bû. Lê rayedarên Tirkiyê dixwest vê yekê li ser bingeha jiholêrakirina QSD û Rêveberiya Xweser bixe pratîkê. Wan bi berdewamî israr dikir ku heke ew vê yekê nekin, dê hêz li dijî wan were bikaranîn. HTŞ nekarî helwest nîşan bide. Li şûna ku li hember vê lîstika şer bisekine, xwest bi wergirtina piştgiriyê ji dewleta Tirkiyê serweriya xwe zêde bike. Ger HTŞ helwesteke kêm jî be demokratîk hebûya, ew ê ne ba piştevanê ji vê lîstika xwînmij ya Enqerê re. Tirkiyê amadekariyên xwe yên şer hertim didomand. Berê, digot ku ew ê bi hêz û leşkerên xwe rasterast êrîş bike. Vê carê, destpêkir ku bêje ger hikûmeta demikî bixwaze ew ê her cûre piştgirî bidin wan. Dixwest şer wekî şerekî navxweyî yê Sûriyê nîşan bide, bi vî şêwazê xwe ji berpirsiyariyê dûr bixe. Dema ku tişt li gorî dilê wan diçin, ew hewcedariya veşartina wê jî nabînin. Bi rastî, dema ku êrîş li ser taxên Kurdan ên li Helebê hat destpêkirin, ragihandina şerê taybet a Tirk, bi tevahî aliyê xwe dan xûyakir in. Ragihandina alîgir ev yek wekî şerê xwe dît û eniyekê li dijî Kurdan vekir. Her kes dizane ku ragihandina alîgir bêyî fermana hikûmetê tiştekî wisa nikare bike.
Bi wijdan û çavên xwe yên kor bûn, wan hewl da ku ji raya giştî re bibêjin ku hêzên parastinê yên li taxên Kurdan ên dorpêçkirî êrîşî artêşa hikumeta demikî dikin. Van taxan hêza xwe ji bo parastina xwe ji êrîşên çeteyan û rejîmê zêdetirî deh salan hêzekê rewa ava kiribû. Wekî din, di 1’ê Nîsanê de bi rayedarên HTŞ’ê re peymanek hat çêkirin, ku parastina van taxan ji hêzên herêmî re bê hişt in. Ev hêza parastinê ya herêmî çawa dikare ji bo artêşa Şamê bibe gef, an jî bi çi hişmendiyê dikarin êrîşî wan bikin? Wekî ku tê dîtin, rayedarên Tirk sînorên aqil û wijdanan derbas dikin da ku ji bo êrîşê hincetek biafirînin. Hêzên HTŞ û SMO êrîşên hovane pêk anîn, careke din navên xwe li ser her cûre tawanên li dijî mirovahiyê û sûcên şer dan nivîsandin. Lê çapemeniya Tirk manşetên ku digotin taxên di bin dagirkeriya QSD’ê bûn hatin rizgarkirin, weşandin. Gelo HTŞ û SMO dê azadiyê bînin van her du taxên ku li dijî rejîm û çeteyan li berxwedanî kirin û bedelên giran dan? Wekî ku tê dîtin, li her herêma ku QSD û hêzên parastinê lê nînin, komkujî û qirkirinên li dijî mirovahiyê hene. Gelo QSD li herêmên Elewî û Durzî hebûn? Eger hêzên parastinê li wan herêman hebûna, dikarîbûn pêşî li wan komkujiyan jî bigirin. Lê welatîyên wan herêman bêparastin bûn. Komkujî rasterast li dijî gel hatin kirin. Îro, erkê rewakirina van hêzên kujer û tûndrew û rêzê nîşandan sûcên wan ketiye ser milê çapemenî û rayedarên Tirkiyê. Piştî hewldanan ku qet nebe bi demkî jî pêşî li komkujiyan bigirin, hêzên parastinê ji Helebê derketin. Lê, nûçe û wêneyên li ber destê raya giştî nîşan didin ku HTŞ û komên girêdayî wan pabendî tu rêkeftinê nebûne û hovîtiyên xwe berdewam kirin. Di dema êrîşên li Helebê de, helwestên nîjadperest yên dijî kurd û hişmendiya nefretê pêş ket. Zemîn ji bo kûrkirina nakokiya Kurd û Ereb, belavkirina pevçûnan tê amadekirin. Diyar e ku êrîş dê bi tenê li Helebê ve sînordar nebin. Abdulkadir Selvî, yên xûlamê xwediyê xwe, dinivîse ku di meha Sibatê ji bo êrîşên li ser herêmên din wer in destpêkirin. Êşa bi mîlyonan kesan, komkujî û qirkirin wekî lîstokek be, bi xwînsariya kesekî ku dibêje agir sor bike, wekî lîstikekê tê nişandan û ji rêzê tên nîşandan. Divê her kes li hemberî kiryarên ku dê li dijî van lîstikên xwînmij hişyar be û çi pêwîst be wer e kirin!