Êrîşa komkujiyê ya li Helebê, piştî hevdîtina DYE, Îsraîl, Şam û Hakan Fîdan a li Parîsê hate kirin. Di navbera Îsraîl û rêveberiya Şamê de lihevkirinek hate îmzekirin û li gorî vê lihevkirinê başûrê Sûriyeyê ji Îsraîlê re hatin hiştin. Li hemberî vê yekê jî derxistina gelê Kurd a ji Helebê û dayîna kontrola Helebê ya ji dewleta Tirk re hebûn. Arastî xeyala dewleta Tirk a bidestxistin û birêvebirina Helebê, hê di 8’ê Kanûna sala borî dema hilweşîna rejîma Esad de hebû. Weke tê zanîn hê wê demê hewl dabû li Helebê ala Tirkan bilind bikin. A niha jî di dema hiştina başûrê Şamê de ya ji Îsraîlê re, li hemberî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên li Helebê êrîş hatin destpêkirin. Hate plankirin ku li Helebê ‘’paqijiyeke etnîkî’’ yanî komkujiyek were kirin. Aliyê ku ev yek ji wan xwest, dewleta Tirk bû û berdevkiya wê jî ji aliyê Hakan Fîdan ve hate kirin.
Weke tê zanîn ji bo ku Lihevkirina 10’ê Adarê bikeve meriyetê, gihîştibûn dema hatibû diyarkirin. Rêveberên AKP-MHP’ê her roj gef li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwarin. Rêveberiya demkî ya Şamê jî ev qasî lê gef nedixwar. Ji ber vê yekê Rêber Apo, ji Îmraliyê kete dewrê û xwest ku Lihevkirina 10’ê Adarê were sepandin û ji ber vê yekê divê nekin sedemeke şer û pevçûnan. Heta ji bo çareseriya pirsgirêkên li gel hikûmeta Şamê xwest ku hin gavên guncav jî werin avêtin. Her wiha di mijara pêngavên ku dikare werin avêtin de hin nêrînên xwe yên şênber jî diyar kirin. Tevgera Azadiya Kurd, bi awayekî erênî ev nêzîkatiya Rêber Apo pêşwazî kir û ji bo pêkanînê jî hewl da ku rola dikeve berê xwe bilîze û erk û berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Heyeta QSD’ê piştî peyama Rêber Apo ya dostane ya ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, çû hevdîtina li gel hikûmeta demkî ya Şamê. Li gorî agahiya ku yek ji fermnadarên QSD’ê Sîpan Hemo da Ronahî TV’yê ku di nava heyeta hevdîtinê de cih digirt,hevdîtin ji aliyê her du aliyan ve jî bi awayekî erênî derbas dibe; her wiha nûnerê welatê garantorê hevdîtinê xwestiye encamên lihevkirinê bi raya giştî re parve bike lê belê di kêliyên dawîn de destwerdaneke li hemberî hevdîtinê çêbûye. Hê jî nayê zanîn ku ev destwerdan ji ku û ji aliyê kî ve hatiye kirin. Di vê mijarê de ewilî dewleta Tirk tê bîra hemû kesan, lê belê hêza dewleta Tirk tevî welatê garantor jî têrê nake ku destwerdaneke bi vî rengî bike. Diyar e ku ev ferman ji cihekî mezintir hatiye dayîn. Jixwe kesên ku dayîna piştevaniya rêveberiya demkî ya Şamê ya ji dewleta Tirk re erê kirine jî ev hêz in.
Di pêvajoya ku têkildarî şênberbûna avêtina pêngavên erênî yên ji aliyê eniya Kurd ve yên pêkanîna Lihevkirina 10’ê Adarê de, li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê êrîşên komkujiyê hatin kirin. Vê yekê a rastî bi awayekî eşkere nîşan da ku hem rêveberiya demkî ya Şamê û hem jî dewleta Tirk a hewl dide wê birêve bibe naxwazin li Sûriyeyê çareseriyeke rastîn a demokratîkbûyînê pêk were. Bûn wesîle ku hemû kes bibîne ku armanca wan a rastîn ne lihevkirin e, berovajî wê jiholêrakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pergala civaka demokratîk ya li wan herêman e.
Plangêrê sereke yê komkujî û êrîşên hovane yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan e; yê duyemîn jî Wezîrê Şer ê Tirk Yaşar Guler e. Her wiha Dayikên Aşitiyê ên ku li Enqereyê çalakiyeke demokratîk li dar xistin û ev êrîşên komkujiyê protesto kirin, ji ber ku ev rastî baş dîtin bang li Hakan Fîdan kirin ku îstîfa bike. Ji ber wê yekê dewleta Tirk bes nebû hevparê êrîşên komkujiya gelê Kurd yên li Helebê di heman demê de pêşengtiya wê jî kir. Dayikên Aşitiyê ev yek bi awayekî zanakî dît, Gelê Kurd êdî aqilê dewleta Tirk baş nas dike.
Dema ku êrîşên komkujiyê û operasyona ‘’paqijiya etnîkî’’ yên li Helebê berdewam dikirin, rayedarên dewleta Tirk û çapemeniya wê weke ku vê operasyonê ew bi xwe bi rê ve dibirin, xwedî lê derdiketin û propogandaya kesên ku li wir wehşet bi rê ve dibirin, kirin. Ji bo rewakirina hovîtiya li wir şerekî taybet ê mezin bi rê ve birin. Rastiyên li wan her du taxan bêyî ku fedî bikin û rûyê wan biêşe berovajî kirin.
Ev êrîşa komkujiyê ya li Helebê, nîşan da ku dewleta Tirk hê jî nekariye xwe ji dijminahiya gelê Kurd xilas bike û hê jî wê dijminahiyê didomîne. Dewleta Tirk, li ser dijberiya li hemberî QSD’ê polîtîkayeke dijminahiya gelê Kurd da meşandin. Dewleta Tirk hem bi aqilê xwe hem jî bi tank û SIHA’yên xwe li wir bû. Tew di rêvebirina şerê li taxên Kurdan de hin efserê Tirk bi xwe cih girtin. Ez yek ji aliyê fermandariya QSD’ê bi xwe ve hatin eşkerekirin. Ji bo peydakirinê qilifekê weke gotina Wezîrê Şer ê Tirk Yaşar Guler hewceyî bi vexwendina dewleta Tirk a li ser çapemeniyê jî nema.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî piştî hovîtiya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di Komcivîna partiya xwe de dubare qala xwişk-bitiya gelên Kurd û Tirk kir. Bi min ji roja gotina ‘’xwişk-biratiya Kurd-Tirkan’’ heya niha ev gotin tu caran ev qasî bê wate nebûbû. Bahçelî, li ser dijberiya li hemberî QSD’ê beriya sersalê Rojava hedef nîşan dabû û rê li ber hovîtiyeke bi vî rengî û provaya komkujiya gelê Kurd vekiribû; piştre jî li Meclîsê qala xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk kir. Ji ber vê yekê bi awayekî xwezayî berê hêrs û laneta gelê Kurd da xwe.
Îradeya pêşeng a Kurd, ji niha û pê ve her çend hewl bide dewleta Tirk tolere bike jî wisa xuya ye ku êdî gelekî zehmet e ku baweriya gelê Kurd nû bike. Jixwe têkildarî vê mijarê tu krediyên Erdogan nemabûn, bi dawî bûbûn. Ji ber wê yekê ji bo destpêkirina ‘’Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya vê carê û ji bo ku bibe figûreke bawerdêr Devlet Bahçelî derket ser dikê. Bahçelî heya êrîşên li ser Helebê ev rola xwe baş lîst lê belê di şexsê QSD’ê de piştî daxuyaniyên wî yên gefxwarinê yên hedefgirtina Rojava û êrîşên komkujiyê yên li taxên Helebê li pêş çavên gelê Kurd tu hêz û baweriya wî nema.
Tovên bawerî û hêviya gelê Kurd ên hêdî hêdî jî be li hemberî Bahçelî şîn dibûn, di şexsê şoreşgera jin de ku li Helebê ji aliyê çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan ve di qata sêyan avêtin xwarê, hatin qetilkirin. Gelê Kurd, a niha li ser piyan e û gelekî bi hêrs e. Gelê Kurd dema ku cenazeyê hevrê Şehîd Ziyad spasr axê, firtikên bawerî û hêviya ku li hemberî Bahçelî şîn dibûn jî xistin gorê. Ji ber wê yekê zehmet e ku daxuyanî û axaftinên nû yên Devlet Bahçelî ji nû ve vê baweriyê dabîn bike.
Ez hevrêyên Ziyad Halep, Gerîla Amara, Leyla Qasim, Malik û Brûsk Muxarac ên ku di êrîşa Helebê de heya kêliya dawîn li ber xwedan û bi terzekî feaiyane tevlî karwanê şehîdan bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Di şexsê gelê Helebê de dilsoziya ji gelê xwe re, biryardariya xurt a ji bo parastina gel nîşan dan, îradeya wan a bihêz û cesareta wan a mezin di sala nû de ji bo Kuran bûn meşale û li Helebê rûmeta mirovahiyê bi ser ket. Hevrêyên Ziyad, Gerîla, Leyla, Malik û Brûsk, nûnertiya rûmet û nirxên mirovahiyê bi biryardariyeke xurt kirin. Teslîmî tarîtiyê nebûn. Her wiha bûn wesîle ku gelê Kurd li dora ronahiya ku bi berxwedana xwe afirandin, bibin yek. Hêza hêrsa yekbûyî ya Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava derxistin holê. Û nîşan dan ku gelê Kurd ji bilî ku xwe bi xwe parastina xwe bike, tu alternatîfeke wan a din tune ye.
Gelê Kurd, aniha li her derê li ser piyan e û bi hêrs in. Li Bakur pêvajoyeke ku her ku diçe bawerdêriya xwe ji dest dide, heye. Gelê Kurd vê yekê bi hêrseke mezin dipirse. Heya ji rêveberên xwe jî hesabê dipirsin. Gelê Îranê û Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê li ser piyan in. Her der dişewite. Rejîm ji bo kontrolê dabîn bike her roj komkujiyan pêk tîne, bi hezaran welatiyan digire, bi dehan darve dike lê belê êdî hêza wê têrê nake ku rewşê sererast bike. Yanî rejîma Îranê jî li ber hilweşîneke mezin e. Pêşeroja Başûr û Iraqê jî ber bi nediyariyê ve diçe. Başûr, li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê; talûkeyên ku rû bi rû mane dîtin û rabû ser piyan. Jixwe Rojava bi hemû hêrsa xwe li ser piyan e. Girêdayî van yekan a niha gelê Kurd hem dizane ku bi pirsgirêkên mezin re rû ne û hem jî di rewşa xwe ya herî dînamîk de ne. Ji hemû aliyan ve hişyar in û li gel vê sekna xwe ya yekgirtî peyamên girîng didin. Kesên li dû hesabên şaş divê vê peyama gelê Kurd rast fêm bikin û li gorî wê yekê hesabên xwe di ber çavan re derbas bikin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka