Edaleta dema derbasbûnê

Hiqûqa derbasbûnê yan jî edaleta dema derbasbûnê yek ji qonaxên nebe nabe yên pêvajoyên aştiyê têne zanîn. Ev yek rûbirûbûna bi binpêkirinên mafên mirovan, têkoşîna ji bo dubarenebûnê û plansaziya hevpar a dema nû ye.

Yek ji gavên herî girîng ên ku Rêber Apo ji bo dema nû dibîne, qanûnên hiqûqa derbasbûnê ye, ji ber ku ev pêwîstiya entegrasyona demokratîk e. Rêber Apo hiqûqa entegrasyona demokratîk dispêre sê pîvanên bingehîn.

Qanûnên hiqûqa derbasbûnê li Tirkiyeyê nû bê bihîstin jî piştî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn derketin holê. Bi taybetî rûniştinên Nurnbergê ku berpirsyar û fermandarên dema Elmanya Nazî lê hatin darizandin, weke pêkanîna destpêkê ya qanûna hiqûqa derbasbûnê tê zanîn.

Qanûnên hiqûqa derbasbûnê û entegrasyona demokratîk hevdu temam dikin. Li gorî pênaseya Neteweyên Yekbûyî; edaleta dema derbasbûnê li welatekî ku mafên mirovan gelekî zêde hatiye binpêkirin, ji telafîkirina bûyerên berê qewimîn temamiya tedbîrên edlî û ne edlî ne. Di nava tedbîrên hatine destnîşankirin de ku komîsyonên heqîqetê, bi taybetî jî reformên di qanûnên ewlekariyê de û bernameyên tazmînatê hene.

Ya rast Rêber Apo di peyama xwe de ku 3'ê Kanûnê hate parvekirin, bi rengekî eşkere pênaseya 'Qanûna derbasbûnê ya sedsala aştiyê' kir û anî ziman ku bi hiqûqa derbasbûnê mebesta xwe nîşan daye. Di vir de ya girîng ew e ku her gava divê ji hev cuda neyê dîtin weke ku bi rengekî cuda hatiye gotin ji raya giştî re hate parvekirin.

Piştî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn, rûbirûbûna bi sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin re, ji bo li hemberî binpêkirinên mafên mirovan pêkanînên rast bêne kirin, hiqûqa derbasbûnê li gelek deveran hate ceribandin, ji aliyê pratîkî ve nîşan da ku çi dikare bê kirin. Piştî şer, dadgehên ku bi sûcên Elmanya Nazî bûne sembol û gavên li hemberî binpêkirina mafên mirovan hatin avêtin, ji gavên destpêkê yên pratîkî yên vê demê ne. Edaleta dema derbasbûnê pêvajoyeke komplîke ye ku tenê bi pêkanînên edlî û kiryarên wê nikarin bêne vegotin. Di vê pêvajoyê de şaşitiya herî biçûk a bê kirin an jî gaveke kêmmayî dikare bibe sedem ku pêvajo bi temamî tine bibe.

Hin ji sernavên sereke ku têkildarî dema derbasbûnê dikarin bêne destnîşankirin. Ev sernav ji tecrûbeyên dema derbasbûnê yên heta niha rû dan, hatin afirandin. Mirov dikarin bi vî rengî vebêjin:

* Rawestandina binpêkirinên mafên mirovan

* Lêkolînkirina sûcên dema bihurî

* Peydakirina berpirsyarên binpêkirinên mafên mirovan

* Ferzkirina pêkanînan li ser berpirsyaran

* Dayina tazmînatê ji mexdûran re

* Astengkirina dubarebûna binpêkirinan

* Reformên mayinde têkildarî sektora ewlekariyê

* Parastina aştiyê û rewakirina wê

* Pêkanîna welatîbûna wekhev

* Qebûlkirina bûyerên dema bihurî qewimîn

* Derbasbûna li nava civakeke hîn baştir

Ev yek nayê wateya têkçûna aliyekî yan jî hêza aliyekî; eger tenê li ser 'hiqûqa ceza' bê nirxandin ev yek wê kêm be û şaş be.

HIQÛQA DERBASBÛNÊ 'EFÛ' NÎNE

Di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de şaşitiyek ku timî tê kirin ew e ku qanûnên derbasbûnê di bin sernavê 'efû'yê de tê nîqaşkirin. Halbûkî 'Efû' nîne, rûbirûbûn, hesabdayina bûyerên wê demê û rûniştina li ser zemîneke rast e. Dema tenê li ser nîqaşên 'efû'yê bê rûniştandin ev yek wê cidiyet û mezinahiya pêvajoyê dinixumîne.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe de ya 28'ê Mijdarê hate weşandin got, "Kadroyên PKK'ê efûyê naxwazin. Me sûc nekir, me ji bo hebûn azadiya gelekî meşand ku di bin qirkirinê de bû. Ev mirov mirovên bi rûmet in. Çavê wan ne li vegera li malbata xwe ne. Nêzîkatiya 'kategoriya li gorî sûc' a tê nîqaşkirin, fêhmnekirina pêvajoyê ye. Daxwaza me qanûnên azadiyê ji bo her kesî ye. Ege qanûnên azadiyê bêne derxistin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin, ji serkêşên vê tevgerê heta bi şervanên nû her kes wê biçe. Li her devera Tirkiye û Kurdistanê wê karê avakirina demokratîk bimeşînin. Feraseta me ya siyasetê asêmayina li Enqereyê nîne, li ser bingeha polîtîk û exlaqî avakirina civakê ye."

DI QANÛNÊN DEMA ŞER DE SERERASTKIRIN

Hiqûqa derbasbûnê helalbûnek jî nîne. Ya tê xwestin hesabdayina bûyerên qewimî ye û rûbirûbûna li êşan e ku li pêşiya hevparîbûna gelan astengiya herî mezin e. Lingekî girîng ê edaleta dema derbasbûnê jî ew e ku dewlet qanûnên dema şer biguherîne, rake û li gorî pêvajoya aştiyê jinûve ava bike. Ev yek ji gavên herî girîng e ku dewlet ber bi aştiyê ve biavêje û garantiya venegera li heman demê ye. Naxwe hin tiştên cuda dikare weke hincet bê nîşandan û amadekarî ji şer re bê kirin.

Eger têkoîneke rêxistinî li ser zemîneke polîtîk a rast neyê rûniştandin, dewlet dikarin vê pêvajoyê ji bo mafdarkirina sûcên xwe bi kar bînin. Li Arjantînê ji ber ku rêxistiniya gel xurt bû, nekarî vê bi kar bînin. Hemû sûbay û fermandarên Nazî ıyên li Nurnbergê hatin darizandin, anîn ziman ku wan fermanên hatine dayin bi cih anîn û ti ji sûcdariyan qebûl nekirin. Dadgerekî bi gotina, "Min li vê derê Naziyekî sûcdar nedît" nerazîbûna xwe nîşan da.

Desthilatdariya AKP'ê demekê di çarçoveya edaleta hiqûqa derbasbûnê de dozên JÎTEM'ê vekir, lê belê dadgeh weke amûreke mafdarkirina dewletê bi kar anî û kir ku di hemû dozan de dewlet mafdar bê nîşandan. Ti ji wezîfedarên dewletê yên ku ji şewitandina gundan, windakirina di binê çavan de, di bîrên asîtê û kuştinên bêdaraz de dihatin darizandin, nehatin cezakirin.

GIRÎNGIYA KOMÎSYONÊN HEQÎQETÊ

Di vir de Komîsyonên Heqîqetê ji bo edaleta dema derbasbûnê weke garantorekî girîng tê dîtin. Komîsyonên bi vî rengî li wan welatan ava bûn ku binpêkirinên mafên mirovan gelekî rû dan; di lêkolînkirina sûcên berê yên dewletê û şopandina dozên têkildarî wan de diyarker bûn. Komîsyonên Heqîqetê destpêkê bi navê Komîsyona Neteweyî ya li ser Windakirinan (CONADEP) ava bûn, ku li Arjantînê di encama têkoşîna xizmên kesên di binê çavan de hatin windakirin sala 1983'an de ava bû. Ji wê rojê û pê ve li deverên cuda yên cîhanê bi navên cuda zêdeyî 40 Komîsyonên Heqîqetê ava bûn.

EDALETA DEMA DERBASBÛNÊ Û ENTEGRASYON

Rêber Apo entegrasyona demokratîk weke yek ji hîmên herî bingehîn ên dema nû nîşan dide. Entegrasyona demokratîk ne tenê tê wateya tevlîbûna endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd li nava 'jiyana civakî' ku desthilatdarî timî vê vedibêje. Pêvajoya entegrasyona demokratîk ew pêvajo ye ku dewlet polîtîkayên qirkirinê diterikîne û dest ji nêzîkatiyên nijadperest berdide. Ji bo entegarsyona demokratîk gava destpêkê ya pêwîst plankirina edaleta dema derbasbûnê li ser zemîneke rast e û bicihanîna wê ye.

Rêber Apo têkildarî entegrasyona demokratîk û edaleta dema derbasbûnê got, "Ji bo pêvajoya heyî bê pêşvebirin, divê mirov dîrokê û sosyolojiyê hin cidî binirxînin. Girîng e ku bê tespîtkirin, têkiliya Tirk-Kurd weke du sitûnên hezar salî gihîştiye vê demê. Divê ev sitûn bêne dîtin, fêhmkirin, sererastkirin û li ser vê bingehê yekbûn bê xurtkirin. Li şûna destnîşankirina xêzikan divê em asoyekî ku pirsgirêkên rojane dibîne, bi afirîne û li gorî vê tevbigerin. Di nava şert û mercên sînorkirî de ji bo meseleyeke dîrokî em di nava hewldaneke cidî de ne. Ne hilweşîner û neyînî lê belê em hewl didin asteke erênî biafirînin."

SÊ PÎVANÊN BINGEHÎN ÊN KU RÊBER APO DESTNÎŞAN KIR

Rêber Apo di peyama xwe de ku ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî re şand, yek ji argumanên ku weke stratejiya têkoşîna bingehîn danî holê, entegrasyona demokratîk û têgeha wê ya hiqûqî bû. Rêber Apo got, hiqûqa entegrasyona demokratîk divê xwe bispêre sê pîvanên bingehîn;

* Qanûna Welatîbûna Azad

* Qanûna Aştî û Civaka Demokratîk

* Qanûnên Azadiyê

Heta ku entegrasyona demokratîk li gorî pîvanên ku Rêber Apo destnîşan kir bi cih neyê anîn, edaleta dema derbasbûnê jî wê pêk neyê.