ANALÎZ
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Divê li ber ronahiya heqîqetên dîrokî ji pirsên weke wê vejîna însanan çawa pêkan be û wê civaka antî-kapîtalîzm ku navê vê yekê sosyalîzm e, çawa were avakirin re bersiv werin peydakirin.
Kûrewîbûn, ji ber ku polîtîkayeke ku ji jor ve tê afirandin, jiholêrakirina hêmanên dibin asteng ferz kir. Gelek herêmên cîhanê veguherandin qadên şer, rê li ber sefaletên aborî vekir û li gel tehrîbkirina xwezayê rê li ber wêraniyeke ekolojîk vekir.
Hemû Nûçe
-
Tirkiye ji aştiya pozîtîf dûr e
Tirkiye hîna ji ‘aştiya pozîtîf’ a ku weke kêmkirina tundiya çêkerî û xurtbûna edaleta civakî tê pênasekirin, pir dûr e. Qedexeya Kurdî ya li komîsyonê jî, bû nîşaneya vê ya herî zelal.
-
Divê Şam û Enqere hebûn û nasnameya Kurdan qebûl bikin
Niha ezmûneke giran li pêşiya Colanî ye; an wê ji bandora Tirkiye û komên din derkeve, ji bo aştî û demokkratîkbûnê gavan bavêje, an jî qeyraneke kûrtir li pêşiya Sûriyê ye ku ev jî wê bi hilweşîna desthilata heyî bi encam bibe.
-
Tirkiye li Sûriyeyê vebijêrka demokratîk ji holê radike
Hikumeta Tirkiyê hewl dide ku bi destê HTŞ pergalek paşverû, ji Baasê zordartir û tund ava bike. Ew gefan li pêşeroj û demokrasiya Sûriyê dixwe. Bi qirkirin û komkujiyan hewl dide ku Rêveberiyên Xweser ên ku aliyên demokratîk sazûman kirine ji holê rake.
-
-
Şerma mezin a serdema me
Bêdeng mayîna li hemberî êrîşên qirkirinê û talanê yên hêzên emperyalîst ên ku civaka Rojhilata Navîn di nav girdaba hovîtiyê de dihêlin, sûcê mirovahiyê yê herî mezin û şerma sedsala me ye.
-
Şer û pevçûnên li Silêmaniyê
Di bingeha nakokiyên di navbera partiyên li Başûr de şerê desthilatdariyê heye. Parlamentoyeke ku karê xwe dike tune ye. Armanceke partiyên siyasî ya weke avakirina pergaleke demokratîk tu caran çênebû.
-
Aştî çawa pêk tê?
Em zanin ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de bêdengkirina tirs û hêrsa nava mirovan e. Aştiyeke wekhev bi qebûlkirina heqîqetê, bi pêkanîna edaletê û tevlîkirina civakê li pêvajoyê dibe.
-
Desthilata AKP'ê li gorî rihê pêvajoyê tevnagere
Dewleta Tirk û bi taybetî desthilata AKP’ê her çendî behsa xwişk-biratî û tifaqa Kurd û Tirkan dikin jî lê li gorî vê rastiyê tevnagerin. Dijmintiya li dijî gelê Kurd di wan de şax berdaye û di gotinên xwe yên rojane de jî nikarin veşêrin.
-
Ma xwişk-biratiya Kurd û Tirkan ev e?
Madem ew Kurdan weke xwişk-bira qebûl dikin wê demê ma ne hewce ye ku ewlehiya Kurdan bifikirin û daxwaza misogeriyê bikin? Lê belê tiştên ku tên gotin û yên li qadê rû didin dûrî xwişk-biratiyê ne û hev nagirin.
-
Barê dîrokê, gotina paşerojê: 15’ê Tebaxê
Gelî hevrêyan! Kesên ku li qadên şerî bêyî dudilî dimeşin! Her pêngaveke we bes ne taktîkeke leşkerî ye, meşa rûmeta gelekî ye. Ji ber vê yekê encama berxwedana we bes ne encameke şerî ye; avakirina civakeke nû û jiyaneke nû ye.
-
Civîna Parîsê çima nayê xwestin?
Tê zanîn ku wê civîna Parîsê bi tevlîbûna DYE, Fransa û Îngilistanê were lidarxistin. Şam, ji vî aliyî ve ji civîna Parîsê direve. Ji ber ku nabe biryarên ku di wê civînê de werin standin, neyên bicihanîn. Biryar wê mecbûrîtir bin.
-
15’ê Tebaxê: Ber bi pêngava vejînê ve -1
Pêngava têkoşîna gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an, çalakiya destpêkê ya şerê berxwedanê bû ku wê mohra xwe li dîroka nêz a Kurdistan û Tirkiyeyê bixista. Şerê gerîla ji vê rojê û pê ve wê êdî diyarker bûya.
-
Rejîma Şamê nikare Sûriyeyê bi rê ve bibe
Niha herkes vê pirsê dike; rejimeke ku pirrengî û nêrînên cuda qebûl nake, wê çawa welat bi rêve bibe? Helbet bi vê zêhniyet û siyaseta nijadperest û mezhebperest di rewşeke ji ya rejima Baasê paşdetire û nikare welat bi rêve bibe.
-
-
-
-
Varyantên siyasî yên krîtîk ên têkildarî siberoja Sûriyeyê
Ji bo Sûriyeyê tekane çareserî ew e ku divê aîdîyetên etnîkî û olî nebin sedema şer û pevçûnan. Ji bo vê yekê jî divê bi makeqanûneke bingehîn a nû pergaleke îdarî ya siyasî ya guncavî vê yekê ku gelan û mafan migoger dike, were avakirin.
-
-
-
Li Sûriyeyê kî çi dixwaze?
Armanca sereke ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bêstatuhiştina Kurdan û tasfiyekirina QSD’ê ye. Lê belê Rêveberiya Xweser dixwaze li Sûriyeyeke demokratîk di nava aşitî û wekheviyê de bijî. Lê belê bes ne ji bo xwe ji bo hemû hemû Sûriyeyê azadiyê dixwaze.
-
Entegrasyona Pozîtîf çi ye?
Entegrasyona Pozîtîf gel nekar nake, dike kirdeya avaker. Bi taybetmendiyê xwe ya veguherînêr pêkhateyên heyî re tekilî datîne û guhertina wan dike armanc. Xwe naspêrê yek nasname, yek ziman û yek miletî. Xwe dispêrê di pirbûnê de bi hev re jiyankirin e.
-
Sûriye ber bi federalîzmê ve diçe
HTŞ, ji ber ku ne xwedî çand û zêhniyeteke demokratîk e, hê ji destpêkê ve xwe hetikand û di nava gelên Sûriyê de rê li ber fikarên mezin vekir.
-
El Qaîde û HTŞ’ê an jî demokrasî?
Hikûmeta Tirkiyeyê hewl da ku serdestiya HTŞ’ê li Sûriyê mayinde bike. Li gel Tirkiyeyê herî zêde Îngilistan bi rola neyînî rabû. Sûriyeyeke radestî HTŞ'ê hatiye kirin, an jî Sûriyeyek demokratîk Divê tercîh li gorî vê bê kirin.
-
Colanî li ser rêya rejîma Baasê dimeşe
Bi kiryarên hovane yên li dijî gel û baweriyên li Sûriyê, wê Sûriye bi ser xwe de neyê û ji nû ve ava nebe. Dubarekirina polîtîkayên nijadperest û mezhebperest yên rejîma Baasê eşkere ye wê di demeke nêzîk de dawiya desthilata HTŞ’ê jî bîne.
-
Kurd û Kurdistana berê êdî tune ye
Kurd êdî înkar û bêstatûbûnê qebûl nakin. Ew bi biryar in ku li Rojhilata Navîn pêşengiya têkoşîna aştî û azadiyê bikin, maf û nasnameyên xwe yên demokratîk li dijî pergala înkara sedsalî biparêzin.