Li Sûriyeyê çavkaniya pirsgirêkan Tirkiye ye

Êdî dem hatiye ku dewleta Tirk ji xaka Sûriyê ya ku dagirkiriye vekişe û rêzê li serweriya Sûriyê bigire. Hemû gel û pêkhateyên Sûriyê jî divê dest bidin hev li ber vê dagirkeriyê rabin û li ser bingeheke demokratîk welatê xwe ji nûve ava bikin.

Piştî şerê navxweyî yê 14 salan divê êdî rewşa li Sûriyê aram bibe û welat ji nûve bê avakirin. Lê rêya vê yekê jî demokratîkbûn e û avakirina pergaleke nenavendî ye. 

Derbarê entegrebûna li dewletê nîqaş tên kirin lê tiştekî zelal tune ye. Di serî de Kurd, pêkhateyên din yên li Sûriyê wê çawa entegereyî dewletê bibin? Eşkereye ev yek wê bi avakirina pergeleke nenavendî ku hemû netew, çand, nasname bi awayekî azad bikaribin bên temsîlkirin û xwe bi rêxistinbikin, wê pêk were. Entegrasyona demokratîk wê wiha pêk were, destûra bingehîn û qanûn li gorî vê bên sererastkirin.

Lê zêhniyeta desthilata HTŞ’ê têgînên mîna demokrasî, azadî û azadiya jin ranake an jî ji bo desthilata xwe xeterî dibîne. Ji derveyî ol, mezheb û netewperestiyê argumanekî wan tune ye. Armanca wan ew e ku civakê bikin yek reng, û hemû cihêrengiyan ji holê rakin. Yên ku li gorî wan tevnegerin divê an stuyê xwe li ber wan bitewînin an jî welat biterikînin. Li şûna ku cihêrengiyên li Sûriyê bi gotubêjan çareser bikin û çandeke demokratîk ava bikin, lê siyaseta zext û zordariyê dimeşînin. Encama vê yekê faşîzm e û şerekî navxweyî yê girantir e. Desthilata HTŞ’ê ku herdem qala yekbûna xaka Sûriyê dike, lê Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke dijmin dibîne. Ev yek di hilbijartinan de jî derket holê. 

Yek ji astengiyên sereke ên li pêşiya çareseriya li Sûriyê dewleta Tirk e. Dewleta Tirk dest ji siyaseta mêtingeriyê bernedaye û Şamê weke wilayeteke xwe dibîne. Tirkiye desthilata HTŞ’ê bi rêve dibe û ji bo kûrkirina aloziyê teşwîq dike. Şam jî ne xwedî wê îradeyê ye ku li ber siyaset û dagirkeriya Tirkiyê rabe. Dewleta Tirk a ku dibêje bila hêzên derve destê xwe nekin nava kar û barên Sûriyê lê rojane destwerdanê dike.

Rêbaza herî rast ew e ku hêzên Sûriyê pirsgirêkên xwe di nava xwe de, bi niqaş û danûstandinan çareser bikin. Hêzên derve jî dikarin pêşniyaran bikin, navbeynkariyê û garantoriyê bikin. Lê dewleta Tirk pirsgirêkên xwe yên navxweyî berdaye û bi Sûriyê re mijûl dibe. Vê yekê jî bi hêceta mayîndebûna xwe, parastina sînorên xwe û hwd, dike. Lê di bin vê destwerdana Tirkiyê de sedema sereke dijminatiya li dijî Kurdan e. Ji xwe vê yekê jî venaşêrin. Erdogan çend roj berê got, “Em nahêlin ‘dejavu’ lê wê derê pêk were.” Ji ber vê siyaseta wan ya nijadperest û dijmintiya li dijî Kurdan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya li Tirkiyê jî pêşde naçe.

Êdî dem hatiye ku dewleta Tirk ji xaka Sûriyê ya ku dagirkiriye vekişe û rêzê li serweriya Sûriyê bigire. Hemû gel û pêkhateyên Sûriyê jî divê dest bidin hev li ber vê dagirkeriyê rabin û li ser bingeheke demokratîk welatê xwe ji nûve ava bikin. Sûriye ya ku xwedî mozaîkeke pir netew, pir çand û pir mezheb e ancax bi avakirina pergaleke demokratîk wê bi ser xwe de were û ji bin xirbeyên şerê 14 salan xilas bibe. Bi vî awayî wê bikaribe ji krîzên li Rojhilata Navîn re jî bibe mînak. Naxwe hêzên mîna dewleta Tirk xêra gelên Sûriyê naxwazin û ew herdem ji bo wan li ber hev rakin dixebitin. Divê desthilata HTŞ’ê jî êdî vê rastiyê bizanibe. Eger dixwazin bi rastî jî bibin dewlet û welat bi rêve bibin, berî her tiştî divê li hember dewleta Tirk bibin xwedî îrade û ji bo aştiya navxweyî bixebitin. Divê weke sîxur û xizmetkarên hêzên derve tevnegerin. Ji bo dewletekê şerma herî mezin e ku gelên welatê xwe bi hêzên derve tehdît bike. Li cîhanê mînakê vê yekê tune ye. Lê ya ku niha desthilata HTŞ’ê dike ev e. Divê bi lez xwe ji vê rewşê rizgar bikin û ji bo avakirina pêşeroja welat bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dest bi danûstandinên cidî bikin.