9'ê Cotmehê yên bê dawî
Balkêş e, dewleta Tirk bi taybetî 9'ê Cotmehê hildibijêre. Bi vê yekê dixwaze ji Kurdan re bibêje, "Hûn nikarin ji me rizgar bibin, em her tim li pey we ne."
Balkêş e, dewleta Tirk bi taybetî 9'ê Cotmehê hildibijêre. Bi vê yekê dixwaze ji Kurdan re bibêje, "Hûn nikarin ji me rizgar bibin, em her tim li pey we ne."
Salek din jî li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo re derbas bû. Komplo di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, dema ku Rêber Apo ji paytexta Sûriyê ji Şamê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de li Enqerê bi dawî bû. Ji wê demê ve Rêber Apo li Girava Îmraliyê tê dîl girtin. Dema ku ew kesên ku li ser desthilata Tirkiyê ne, niha îdîa dikin ku biratiya Kurd û Tirk ava dikin, Rêber Apo hîn jî di destê wan de dîl girtiy e. Rêber Apo, ku gavên dîrokî û efsûnî avêtiye û weke aliyê Kurd pirsgirêk çareser kir. Astengiyên ku herî zêde Tirkiyê dikirin hincet, ji holê rakir. Hebûna PKK’ê û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye. Lê hikûmeta Tirkiyê ti gav neavêtiye. Kiryarên ku ji 9’ê Cotmehê heta îro qewimîne, pêdivî bi nivîsandina gelek pirtûkan heye. Divê bê zanîn ku Rêber Apo careke din barê van salên dijwar hilgirtiye li ser milên xwe. Rêber Apo 26 salan di şaneye kê de derbas kir ku ji bo jiyana demdirêj ne guncawbû ku mirov bi zorê dikaribû nefes bigire. Wekî hêjayi jiyana derwêşan, Rêber Apo ramanên xwe pêş xist û kûrtir kir. Rêber Apo planên ji holê rakirina Rêbertî û tevgera xwe têk bir. Rêber Apo di misogerkirina serkeftina gelê Kurd de li hundir jî rolek diyarker lîst. Di dîroka Kurdistanê de yekem car ew dîrok hat jiyan kir in. Bi gelemperî, dema ku pêşengên Kurdan dihatin girtin, ew dihatin îdamkirin û bi awayekî hovane dihatin qetil kirin û li pey wan jî komkujî û mişextî dihatin li serê civaka Kurd. Ji bo cara yekem li Kurdistanê Rêber Apo serhildanek ku 50 salan dom kir û bê ku gav paş de biavêje têkoşîn meşand. Rêber Apo her çar beşên Kurdistanê di raman û ruh de kir yek, sînorên ku ji hêla dagirkeran ve hatine xêzkirin bêwate kir.
Rêber Apo ji ber rola xwe ya şoreşgerî û azadîxwaz li Rojhilata Navîn bû armanc. DYA jî hevkariya komployê kir. Wan dixwest Rojhilata Navîn ji nû ve teşe bidin da ku serdestiya xwe xurt bikin. Wan destwerdana xwe bi Rêber Apo dest pê kir. Çalakbûn û ezmûna Rêber Apo ya şoreşgerî, jêhatîbûna wî ya bikaranîna derfetan û pêşengtiya Rêber Apo wekî gef dihatin dîtin. Bülent Ecevit, Serokwezîrê kevin ê wê demê, digot, “Ez fêm nakim çima DYA Apo da me.” Lê welatên ku li Rojhilata Navîn xwediyê berjewendiyên xûrt bûn, pêşengîya Rêber Apo û rola wî ya xurt baş fêm dikir in. DYA û hevalbendên wê qet bi awayekî erênî behsa Rêber Apo nekirin, qet jî di derheqê wî de mafên wî yên jiyanî qet ne xistine rojeva xwe de. Her tim wekî qedexe û terorîstekî nêzbûn e. Rêber Apo li hemberî serdestên cîhana kapîtalîst operasyonek da destpekirin û pir baş dahûrandin kirin. Ev yek veguherand lêpirsînek bêdawî. Rêber Apo, di encamê de, lêgerînên xwe yên felsefî, bîrdozî û teorîk li dijî pergala kapîtalîst û serdestên wê domand. Xwe bi kûrahî û hêzek mezintir dixemiland. Bi vîneke bêhempa liberxwe da û têkoşîn kir. Hewldanên ji bo jibîrkirin, bêbandorkirin û jiholêrakirina dewletên hegemon û berjewend perest têk bir. Derfetên bêhempa bi dest xist. Hêdî hêdî bandor û hêza xwe zêde kir. Bi şoreş û gel re bû yek, her tim bû rojev û rêberê gerdûnî.
Rojava, ji aliyê erdnigarî û hejmar ve jî, beşa herî biçûk a Kurdistanê bû. Kesî hêvî nedikir ku şoreş bi vî şêwazî pêş bikeve. Her tim wekî herêmeke piştê dihat dîtin, ku piştgirî dida beşên din. Lê Rêber Apo jî dest dabû ser vê mijarê û bi xwe xwedî li gelê Rojava derketibû û ew birêxistin kiribû. Guherîna şert û mercan Rojava anî pêş. Rêber Apo vîna xwe nîşan da û pêvajo destwerdan kir. Rojava hêdî hêdî bû xeta pêşeng ya şoreşê. Di vî warî de, ew bû armanca dewleta Tirk. Ji bo redkirina statuya Kurdan, tiştek ji ber çavên xwe ne digirtin. Wan bi komên hov yên wekî çeteyên DAIŞ û El Nusra re hevpeymanî çêkirin. Wan endamtiya xwe ya NATO’yê bikar anî û her rêbazek ceribandin da ku DYA û hêzên Ewropî bikişînin nav xwe. Wan hewl da ku Kurdan ji cîhanê veqetînin û hemî pêşketinên erênî ji aliyên Kurdan ve asteng bikin. Wan Rûsya kişandin nava van planan, hewl dan ku eniyek dijber bi navê pêvajoya Astanayê pêş bixin. Bi rêkeftina Rûsan re, wan di sala 2018’an de Efrîn dagir kir. Efrîn ji Kurdan hate valakirin û hat dagirkirin. Efrîn jî bi dewleta Tirk ve hat girêdan! Vê carê, di 9’ê Cotmehê de, bi rêkeftina bi Trump re, Serêkaniyê û Girêsîpî dagir kirin, careke din hatin hilbijartin. Ev herêm ji sala 2019’an û vir ve di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne û li wir tu Kurd nemane. Paqijiyeke etnîkî jî li wir hat kirin. Dema vê dagirkirinê ya 9’ê Cotmehê jî bi zanebûn hat hilbijartin. Dixwestin ji Rêber Apo re bibêjin, “Hûn Rojava rêxistin bikin, hûn vîna xwe nîşan bidin, em ê bersiv bidin û destkeftiyên we ji holê rakin.” Wan Şengal jî di nav vê de girt. Şengal dîsa bi rêkeftineke ku bi dizî ji hêla PDK’ê ve, dewleta Iraqê û dewleta Tirkiyê ve hat îmzekirin, dihat xwestin ku di 9’ê Cotmehê de were dagirkir in. Balkêş e ku dewleta Tirkiyê bi baldarî 9’ê Cotmehê hilbijart. Bi vê yekê, dixwestin ji Kurdan re bibêjin, “Hûn nikarin ji me birevin; em her tim li pey we ne.” Komplo û dagirkerî bênavber berdewam kirin. Biryara wan a di derbarê Kurdan de ew e ku di sedsala 21’an de wan bê nasname û statu bihêlin. Bi rastî, eger Kurd xwedî statu û nasnameyek bana, ev cîhan wê hilweşiyaba! Her çend ew îdîa dikin ku birayên Kurd û Tirk in jî, ew gefê li Rojava dixwin. Ew mil bi mil li gel HTŞ’ê radiwestin. Bi awayekî, ew HTŞ’ê li ser Kurdan re digirin…