Ji bo mafê hêviyê divê sererastkirinên qanûnî tavilê pêk werin
Em hemû jî dizanin ku wiha naçe serî û ji bo mafê hêviyê pêwîst e gavên pratîkî ji hêla rayedarên dewleta Tirk ve werin avêtin. Eger gav neyên avêtin wê pêvajo bixetime.
Em hemû jî dizanin ku wiha naçe serî û ji bo mafê hêviyê pêwîst e gavên pratîkî ji hêla rayedarên dewleta Tirk ve werin avêtin. Eger gav neyên avêtin wê pêvajo bixetime.
Rêber Apo dubare qala pîvanên mafê hêviyê dike û wiha diyar dike ku pêkanîna pîvanên mafê hêviyê gaveke ku divê ji hêla dewleta Tirk ve were avêtin. Em hemû jî dizanin ku wiha naçe serî û ji bo mafê hêviyê pêwîst e gavên pratîkî ji hêla rayedarên dewleta Tirk ve werin avêtin. Eger gav neyên avêtin wê pêvajo bixetime.
Ez bi xwe wiha dinirxînim û dibêjim ku li gorî ku diyar dibe rayedarên Tirk weke her carê, giran tevdigerin û hewl didin xwe ji ber berpirsiyariya pirsgirêka gelê Kurd û gelê Tirk bidin hêlekê, siyaseta xwe ya kevnar berdewam bikin û kêliyên dîrokî ji destê xwe berdin. Tişta ez ji Rêber Apo fêm dikim ew e Rêbertî rayedaran hişyar dikin ku nekevin şaşiyên berê û ji şans û derfetên heyî feyde bigirin û lez bikin.
Dema mirov li rewşa heyî temaşe dike, pir bi zelalî diyar dibe bê dewleta Tirk çiqasî xemsar û seresere li pirsgirêkê temaşe dike. Weke xelkê me yê Kobanê dibêje, hewl didin xwe careke din di ser mijara pirsgirêka gelan re teqle bikin. Lê her çiqasî bixwazin wer bikin jî wê pirsgirêk were pêşiya wan. Dibe ku di qirika wan de bibe weke dasiyekî tûj û wan bixeniqîne. Pirsgirêka Tirk û Kurd li pêşiya pêşveçûna komara Tirkiyeyê ji hêla çandî, siyasî, civakî û aborî ve astengiyeke pir mezin e. Em hemû jî dizanin bê şerê heyî çawa aboriya Tirkiyeyê xerab kiriye.
Teqlekirina pirsgirêkê wê pêvajoyê pir dereng bixîne û hê mezintir bike. Dîsa wê nakokiyên gelan pir xwînî jî bibe. Rêber Apo dema nêzîkatiyên dewleta Tirk ên wiha dibîne gelekî hêrs dibe. Eger Rêber Apo xwe ji pêvajoyê vekişîne, wê rewş pir xerab bibe. Di encama şerekî bêserûber de dibe ku rojane bi sedan mirov jiyana xwe ji dest bidin û kes nikaribe şerê heyî bide sekinandin.
Divê kes vê firsenda zêrîn a ji bo çareseriya aştiyane ji destê xwe bernede. Rêber Apo zêdetirî 52 sal e, têkoşîneke bêhempa dimeşîne û dibêje, “Ez bi kelecan û coşeke pir mezin têkoşîn dikim û hêviya min heye ez pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk bibim serkeftinê. Divê her kes bi erk û peywirên xwe rabe.” Lê desthilat weke tê dîtin pir giran tevdigere. Heya niha jî komîsyona li meclîsê ava bûye, Rêbertî guhdar nekiriye.
Divê teqez komîsyon li Rêber Apo guhdarî bike, mafê hêviyê bikeve rojevê û ji bo vê gavên erênî werin pêşxistin. Ji bo mafê hêviyê divê sererastkirinên qanûnê tavilê bikevin meriyetê. Her kes dizane ku heya Rêber Apo li Îmraliyê be, wê aştî û demokrasî tenê di gotinê de bimîne. Divê demildest rewşa Rêber Apo were guhertin û derfet jêre were dayîn ku li gel parêzeran, malbat, heyet, komîsyon û rojnamevanan hevdîtinan bike. Heya rayedarên dewletê derfetan guncav nekin wê pêvajo her dirêj bike û dibe ku bixetime jî.
Gelê Kurd û gelên dilsozên Rêbertî li her deverê li ser piyan e û li vîna xwe xwedî derdikevin. Em xwedî biryar û îdîa ne ku azadiya fizîkî ya Rêberê xwe pêk bînin û vê pêvajoyê bi serketinê tacîdar bikin. Di vê mijarê de careke din em sozdariya xwe tînin ziman, ji dil û can soza xwe nû dikin.