Heta ku Îmralî cihê dîlgirtinê be, aştî çênabe

Hê jî ne stratejîk lê taktîkî li pirsgirêkê dinêrin. Ger ji bo aştî û xwişk-biratî biryar hatibe dayîn, Rêber Apo çima hê li Îmraliyê dîl tê girtin? Rêber Apo ew kesê ku pêşengî ji aştiyê re dike û ji bo gihandina wê ji serketinê re herî bêhtir dixebite.

Rêber Apo banga Devlet Bahçelî nirxand û pêvajoyeke nû da destpêkirin. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ destpêka pêvajoyeke dîrokî ya nû bû. Vê bangê tenê bi pêşketinên heyî girtina dest, wê wateya wê teng bike. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek dîrokî bû. Rêber Apo ji bo çareserkirina vê pirsgirêka dîrokî, têkoşînek ku bêhtirî 50 salan dewam kir, bi rê ve bir. Di vê qonaxê de ji bo çareseriyê biryar da ku ji têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna siyasî bibe. Fesixkirina hebûna PKK’ê û bidawî anîna têkoşîna çekdarî, helbet biryareke dîrokî bû.

Başe di demeke ku Rêber Apo û PKK’ê gaveke ewqas dîrokî avêtin de, yên ku dewleta Tirk bi rêve dibin çi kirin? Tiştek berbiçav ku kiribin nîne. Beriya her tiştî Bahçelî li gorî banga xwe tevnegeriya û ji bo kirinê jî hewldanên xwe nedomand. Got, “Ocalan bila bangê bike, piştre were Meclîsê di koma DEM Partiyê de biaxive.” Li ser vê bingehê bang hatin kirin û gavên dîrokî hatin avêtin. Lê Rêber Apo hê jî li Îmraliyê dîl tê girtin û di statuya wî de ti guhertin nîne. Rayedarên dewletê li hundir û derve mîna ku dixwazin tevdigerin. Bi pispor, çapemenî û dîplomatên xwe re dixebitin. Lê Rêber Apo tenê li ser destûrê dikare bi parêzer û şandeya DEM Partiyê re hevdîtin bike. Ev hevdîtin jî di bin çavdêriya rayedarên dewletê de pêk tên. Bêyî destûra wan, nepêkane ku rûpelek jî ji wir dernakeve.

Di van şert û mercan de çawa aştî û xwişk-biratiya Kurd-Tirk dikare pêk were? Ma ne pêşî divê ku xwişk û bira bi şert û mercên wekhev biaxivin û nîqaş bikin? Ger aliyek dîl be û aliyê din daxwazên xwe ferz bike, gelo di rewşek wisa de xwişk-biratî û aştî mimkun e? Em bêjin şert û mercên wekhev ê civandinê jî danin aliyek, heta komîsyona meclîsê ya ku diviyabû mijarê lêkolîn bike û pêşniyarên qanûnî amade bike jî bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye. Serokê Meclîs û Komîsyonê Numan Kurtulmuş dibêje, "Heta ku Ocalan bang li QSD'ê neke ku çekên xwe deyne, rêziknameyên qanûnî nayên bicîhanîn." Di vê navberê de, Bahçelî daxwazên nû dike û dibêje, "Divê Ocalan berpirsiyariyê bigire ser xwe û bang li QSD'ê bike ku çekên xwe deyne." Ew her tim ji kesekî ku dîl hatiye girtin daxwazan dikin. A rastî gotina daxwaz an jî ferzkirin jî ne di cih de ye. Mirov bêje gef û şantaj dê bêhtir rasttir be.

Bahçelî got, “Ocalan bila bangê bike û ji mafê hêviyê sûd werbigire.” Lê rayedar dibêjin mafê hêviyê ne di rojeva me de ye. A rastî sazkirina rêziknameyên ji bo mafê hêviyê li gorî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê mecbûriyek e. Ji ber ku beriya 11 salan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di vî warî de biryar da. Li gorî Destûra Bingehîn biryarên dadgehên navnetewî yên ku Tirkiyeyê îmze kiriye ji bo Tirkiyeyê mecbûrî ne. Lê tevî van biryarên mecbûrî jî Tirkiyeyê qanûnên xwe neguherand û şert û mec bi cih neanî. Di vê rewşê de divê Bahçelî însiyatîfê bigire û li pey gotinên xwe bisekine? Ger peyv watedar bin, diviyabû gavên pêwîst bihata avêtin.

Hikûmeta AKP’ê heta medyaya xwe jî ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê amade nekiriye. Divê aştî bibe malê civakê û zemîna wê xurt bibe. Ger AKP’ê bi rastî aştî û çareseriyek bixwaze, wê herî kêm medyaya xwe di vî warî de seferber bike. Lê belê, di pratîkê de gavên wiha nayên avêtin. Erdogan behsa armanca "Tirkiyeyek Bê Teror" dike û dibêje ku ew ê rê nedin provakasyonan. Lê ew gavên ji bo vekirina rê li ber aştiyê navêje. Berovajî vê, ew biryardariya xwe ya ji bo qelskirina Kurdên li Sûriyeyê û ji holê rakirina wan berdewam dike. Gefên rojane berdewam dikin. Ewqas bêwijdanî heye ku ew dixwazin Kurdan bi zorê bixin destên HTŞ’ê. Hewldanên wan hemû ew e ku Rojava nebe xwedî statû û QSD’ê bikin pariyê devê HTŞ’ê ye. Zehmete ku mirov hezkirin û nêzîkbûna wan a li hemberî HTŞ’ fêm bike. Çima HTŞ’ê ji Kurdan nêzîktirê Tirkan tê dîtin? HTŞ’ê li çaraliyê cîhanê wekî xwedî zîhniyeta El Qaîde û DAÎŞ’ê tê dîtin.

Desthilatdarên dewleta Tirk, derbarê Kurdan de hê biryareke cidî nedane. Ya ku xuya dibe ev e. Rojhilata Navîn tevlîhev bû û hevsengî guherîn. Ev yek wan ne rihet dike. Her wiha fatûrayê şerê li dijî Kurdan jî zêdetir dibe. Niha ew bi xwe jî tînin ziman. Dibêjin ku ji hêla aborî ve bi trilyonan dolar lêçûna me ye. Hê jî bi rengekî taktîkî ne stratejîk li pirsgirêkê dinêrin. Ger ji bo aştî û xwişk-biratî biryar hatibe dayîn, Rêber Apo çima hê li Îmraliyê dîl tê girtin? Rêber Apo ew kesê ku pêşengî ji aştiyê re dike û ji bo gihandina wê ji serketinê re herî bêhtir dixebite.

Ew hêzên ku Rêber Apo dîl digirin û zextê li ser Kurdan û avahiyên wan ên siyasî dikin, ne li pey aştiyê ne. Ji ber vê yekê, divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê nekevin nava bendewariyên vala û xemsariyê. Aştî tenê bi xurtkirina têkoşîn û eniya demokratîk dikare pêk were.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka