ANALÎZ

Hemû Nûçe

  • Entegrasyona Pozîtîf çi ye? 

    Entegrasyona Pozîtîf gel nekar nake, dike kirdeya avaker. Bi taybetmendiyê xwe ya veguherînêr pêkhateyên heyî re tekilî datîne û guhertina wan dike armanc. Xwe naspêrê yek nasname, yek ziman û yek miletî. Xwe dispêrê di pirbûnê de bi hev re jiyankirin e.
  • Sûriye ber bi federalîzmê ve diçe 

    HTŞ, ji ber ku ne xwedî çand û zêhniyeteke demokratîk e, hê ji destpêkê ve xwe hetikand û di nava gelên Sûriyê de rê li ber fikarên mezin vekir.
  • El Qaîde û HTŞ’ê an jî demokrasî? 

    Hikûmeta Tirkiyeyê hewl da ku serdestiya HTŞ’ê li Sûriyê mayinde bike. Li gel Tirkiyeyê herî zêde Îngilistan bi rola neyînî rabû. Sûriyeyeke radestî HTŞ'ê hatiye kirin, an jî Sûriyeyek demokratîk Divê tercîh li gorî vê bê kirin.
  • Colanî li ser rêya rejîma Baasê dimeşe 

    Bi kiryarên hovane yên li dijî gel û baweriyên li Sûriyê, wê Sûriye bi ser xwe de neyê û ji nû ve ava nebe. Dubarekirina polîtîkayên nijadperest û mezhebperest yên rejîma Baasê eşkere ye wê di demeke nêzîk de dawiya desthilata HTŞ’ê jî bîne.
  • Kurd û Kurdistana berê êdî tune ye 

    Kurd êdî înkar û bêstatûbûnê qebûl nakin. Ew bi biryar in ku li Rojhilata Navîn pêşengiya têkoşîna aştî û azadiyê bikin, maf û nasnameyên xwe yên demokratîk li dijî pergala înkara sedsalî biparêzin.
  • Diyalektîka jin-mêr û çareseriya wê 

    Weke ku diyar dibe gelê Kurd şiyar bûye. Di jiyana wekhev û azad de bi biryar e.
  • Barrack wê li Sûriyeyê çi rolê bilîze? 

    Thomas Barrack û tîma wî hingî daxwaz û hesasiyetên Tirkiyeyê li ber çavan digire, rewşa gelê herêmê ji nedîtî ve tê.
  • Zanayekî çiyê 

    Kesên ku Alî Haydar Kaytan nas dikin pir baş dizanin ku kesayetiya wî ji destpêkê heta dawiyê bi hestên kûr û reaksiyonê ve teşe bûye. Aliyê wî yê hestyarî bi xeyal, hesret û lêgerînên mezin ve tê xwedîkirin.
  • Rêber Apo hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêbazên polîtîk çareser bike 

    Li gel polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk jî Rêber Apo li ser hev gavên yekalî avêtiye û xwestiye çareseriya pirsgirêka Kurd ji zemînê şer û şîdetê bikişîne ser zemînê hiqûq û siyaseta demokratîk.
  • Rojhilata Navîn dîsa bi hesreta demokrasiyê ye 

    Ger Îran jî weke Sûriyeyê tevlihev bibe, dibe ku rewşên ku nikare ji bin derkeve rû bidin. Vê gavê wê hewl bidin ku Îranê bê bandor bikin û Rojhilata Navîn jî li gorî dilê xwe dîzayn bikin.
  • Bi zêhniyeta DAÎŞ’ê re Sûriye demokratîk nabe 

    Niha bi vê zîhniyeta DAÎŞ’ê Sûriye demokratîk nabe û siberoja welat jî ne diyar e. Ya ku desthilata Sûriyê dike ne siyaset e, ne jî rêveberî ye. Dixwazin bi nêrîna sûnî ya Ereb welat li xwe par bikin.
  • Jinên weke Zîlan dikarin bibin xwedawend 

    ‘Tu ji bo me xwedawend, serkêş û ferîşte yî. Em li ser şop û ronahiya te û şehîdên qehreman ber bi serketinê ve dimeşin. Em ê armancên we pêk bînin.’
  • Hezîran Zîlan e: Banga jina azad e 

    Hezîran...Hezîran ew meh e ku ax gelekî nêzîkî rojê dibe, çiya, deşt û zozan rengê agir digirin û ruhê berxwedanê mîna bayê herî sar hilmê dide…Ji bo tevgera jinên Kurd, Hezîran ne tenê mehek e, bîranînek e, sondek e û bangek e. Ji ber ku Hezîran Zîlan e.
  • Di siya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de: Pêşengiya jin û ciwanan 

    Di şerên ku Rojhilata Navîn ji nû ve teşe dike de, jin û ciwan, li dijî zilm û hêzên hegemonîk dibin dengê gelan. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku li Rojhilat û Îranê destpê kir, ji Belûcîstanê heta Kurdistanê hêviya gelan a ji bo azadiyê zindî digire.
  • Di nava rastiya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de fêmkirina Banga Aştî û Civaka Demokratîk 

    Li pêşiya dewleta Tirk duryaneke girîng heye, neçar e ku biryareke dîrokî bistîne. Wisa dixuye ku di vê pêvajoyê de yan wê li Tirkiyeyê aşitî pêk were yan jî weke encameke geşedanên li herêmê wê şer li deriyê Tirkiyeyê bide.
  • Şengal û xala 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê 

    Niha piştî 11 salan û bi nêzîkbûna hilbijartinên Parlamenta Iraqê û lawazbûna wan re, daxwaza PDK'ê ya ji nû ve aktîfkirina xala 140'î gelek pirsan dixe bîra mirovan.
  • 41 sal e serweriya axa Iraqê tê binpêkirin 

    Tirkiye ji sala 1984'an ve roj bi roj dagirkeriya xwe li ser axa Iraqê zêde dike. Niha bi kûrahiya 40 kîlometreyan di nava axa Iraqê de ye. Ev rewş bi awayekî berfireh serweriya Iraqê binpê dike.
  • Kurd hêza sereke ya demokratîkbûna Rojhilata Navîn in 

    Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên hêzên sîstema kapîtalîst Kurdistan li van çar netew-dewletên faşîst hate parvekirin û pirsgirêka Kurd hate afirandin. Kurdên ku nebûne xwedî netewe dewlet niha hêza sereke ya Rojhilata Navîn in.
  • Rejîma Îranê çawa ket rewşeke wisa? 

    Têkoşîna gelan a li Îranê, ji bo welat hîn bêhtir zerarê nebîne, divê vê rewşa krîzê veguherîne firsendê. Hewldana her kesî divê ji bo avakirina tevgera gel be ya ku xwe dispêre modernîteya demokratîk.
  • Bandora Şerê Îsraîl-Îranê li ser rewşa Heşda Şeabî ya li Iraqê 

    Ger di navbera Îsraîl û Îranê de şer kûr bibe, wê bandoreke mezin li ser rewşa Heşda Şeabî li Iraqê bike. Ji ber ku gelek ji baskên Heşda Şeabî bi awayekî rasterast girêdayî Îranê ne û alîkarî û fermanên xwe ji wir digirin.
  • Sûnca: Hilweşîna Îranê ya bi temamî wê bi kêrî kesî neyê 

    Zanyarê siyasetê Dr. Jan Yasîn Sûnca diyar kir ku armanc tinekirina Îranê ya bi temamî nîne û got, dojeha mezin a ku rû bide, kes wê nikaribe kontrol bike.
  • Pêşîgirtina li fermanan û vejîna ronesansa Êzidiyan 

    Bi rêxistinbûna xweser, pêşxistina sîstema neteweya demokratîk, vejîna Ronesansa Êzidî û bi biryardariya parastina nirxên xwe, Êzidî dikarin fermanên paşerojê asteng bikin û jiyaneke bi rûmet û azad ji xwe re ava bikin.
  • Rêber Apo: Ji bo paşeroja Îsraîlê 2 rê hene 

    Li pêşiya Îsraîlê 2 rê hene. Ya destpêkê; bi xeta heyî ji bo dewamkirina hegemonyayê wê timî şer bike û veguhere împaratoriyeke herêmî. Ya duyemîn jî; xwe ji nava xeleka dijminan rizgar bike û tevlî projeya Yekîtiya Neteweya Demokratîk bibe.
  • Paradîgmaya nû ya şoreşan 

    Şoreşgerê îro ne tenê ew kes e ku serketinê dike hedef; Ew kes e ku dest li dilê gel dipêçe û avaniya civakê ji nû ve ava dike. Niha şoreş ne tenê li kolanan, di hiş, çand û nav kevana jiyana rojane de ava dibe.
  • Gelo Iraq amade ye Êzidiyan weke hemwelatî qebûl bike? 

    Êzidî heya niha bi awayeke rast û rasteqîn di pêvajoyên biryardanê yên Iraqê de nehatine temsîlkirin. Heke hikûmet bi rastî jî Êzdiyan weke hemwelatiyên xwe û wekhev bihesibîne, divê rêyên berfirehtir ji bo tevlîbûna wan di jiyana siyasî û civakî de veke.