Entegrasyona Pozîtîf çi ye?

Entegrasyona Pozîtîf gel nekar nake, dike kirdeya avaker. Bi taybetmendiyê xwe ya veguherînêr pêkhateyên heyî re tekilî datîne û guhertina wan dike armanc. Xwe naspêrê yek nasname, yek ziman û yek miletî. Xwe dispêrê di pirbûnê de bi hev re jiyankirin e.

Têgeha “entegrasyon” bi taybetî ji serdema piştî kolonyalîzmê heta îro, hem di stratejiyên siyasî yên dewlet-netewan de hem jî di têkoşînên azadiyê yên gelan de bi awayeke pirengî hatiye bikaranîn.

Di “Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO de ev têgeh ji wateya xwe ya asayî wêdetir hatiye bikar anîn û naverokeke siyasî û felsefî ya kûr wergirtiye: Entegrasyona pozîtîf. Lê belê ev têgeh, tenê dema bi dijbera xwe, yanî entegrasyona negatîf re were fikirîn, dikare bigihîje wateya xwe ya rastîn.

Lewre forma entegrasyonê, ne tenê têkiliya di navbera aliyan de, di heman demê de xweza, araste û encama wê têkiliyê jî diyar dike. Ji ber vê yekê, divê pêşî were zelalkirin ka çi wekî “negatîf” tê pênasekirin.

ENTEGRASYONA NEGATÎF: BIŞAFTIN Û TESLÎMIYET

Entegrasyona negatîf, gel an civakekê ku di nav sazûmana dewlet-neteweya serdest de bêyî ku bibe xwedî kirde, bêyî ku nasname, ziman û civakîbûna wê bê naskirin, bi dewletê ve girêdan e. Ev forma entegrasyonê, di dirêjahiya dîrokê de bi polîtîkayên asîmîlasyonê, hemwelatîbûna bi zorê, bîrdoziya yek ziman-yek milet û modela dewlet-neteweya navendîkirî ve hatiye pêkanîn.

Ji bo gelê Kurd, entegrasyona negatîf, di bin navê “hemwelatîbûnê” de têkiliyeke aidiyetê ye ku bi înkarê pejirandin e. Nasname, ziman û çanda Kurdî nayên naskirin; kesê Kurd tenê heta ku “hemwelatiyê baş” be, di nav pergalê de cih digire.

Li vir entegrasyon bi şertê bê nasnamebûnê gengaz e. Ji ber vê yekê, Rêber APO entegrasyona negatîf wekî “berdêla hebûnê bi tunebûnê tê dayîn” pênase dike. Li vir bûyîna yek têşeyeke teslîmiyetê ye.

ENTEGRASYONA POZÎTÎF: KIRDEBÛNA DEMOKRATÎK

Entegrasyona pozîtîf jî berovajî vê yekê ye: Gelekî ku nasname, çand û pergala xwe ya civakî diparêze, heta pêş dixe; bi pêkhateyên serwer re têkiliyeke li ser bingeha veguherîna hevbeş ava dike.

Ev ne “entegrebûna dewletê ye”; têşeyeke destwerdana siyasî ya li ser bingeha civakîkirin û demokratîkirina dewletê. Li vir entegrasyon ne lihevhatineke pasîf e, wekî pêvajoyeke çalak a avakirin û veguherandinê tê pênasekirin.

Rêber APO entegrasyona pozîtîf ne tenê wekî lêgerîneke çareseriyê siyasî ya rojane, di heman demê de wekî “felsefeya civakê” dinirxîne. Di vê çarçoveyê de entegrasyon ne pejirandineke pasîf e; şêwazeke nû ya jiyanê û modela rêxistinbûnê ye ku li dijî dewletê, dewlet-netewe û hemû pêkhateyên yekperest a modernîteya kapîtalîst tê pêşxistin e.

Yanî, entegrasyona pozîtîf hem redkirineke hem jî avakariyeke; ne wêranker e, destwerdaneke dîrokî ya veguherîner e.

Di vê wateyê de entegrasyona pozîtîf:

  • Bêyî daxwaza serweriyê, azadiyê xwestin e.
  • Bêyî parçekirina dewlet-neteweyê, neteweya demokratîk avakirin e.
  • Bêyî redkirina dewletê, pêkhateya wê ya yekperest têkbirin e.
  • Bêyî ku bênasnamekirin e, jiyana bi hev re gengazkirin e.

DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE ŞÊWAZA ENTEGRASYONÊ DIYARKER E

Rêça dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurd, bi têkoşîneke demdirêj a di navbera şêwazê entegrasyona negatîf û pozîtîf de şekil girtiye. Li seraserî sedsala 20’emîn gelê Kurd an bi dervehiştînê re mahkumî înkarê bûye yan jî bi zorê ji nasnameya xwe hatiye dûrxistin û ber bi pergalê ve hatiye kişandin.

Derketina dîrokî ya PKK’ê, li hemberî vê dorpêça du alî nûnertiya qutbûneke radîkal dike. Lê belê di qonaxa îro de, ne tenê bi berxwedana çekdarî, bi rêxistinbûna civakî, ezmûnên xwerêveberiyê û siyaseta demokratîk, xetekî stratejîk a ku gel dike kirde derketiye pêş.

Ev meyl, hem bingeha esasî yê têgeha entegrasyona pozîtîf û hem jî di asta dîrokî û siyasî de bingeha nûjenkirinê ye.

Li gorî Rêber APO, êdî mesele avakirina “dewleteke cuda” ya gelê Kurd zêdetir, bi hişmendiya neteweya demokratîk li her cihê lê ye xwe rêxistinkirin û bi vê rêxistinbûnê re bi pêkhateyên serwer re têkiliyeke bi nakok, lê avakar ava kirin e.

Her pêvajoya çareseriyê ku bi dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê re bê meşandin, divê li ser bingeha entegrasyona pozîtîf bê avakirin.

JI BO ROJHILATA NAVÎN RÊYEKE STRATEJÎK: ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK

Entegrasyona pozîtîf ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî modelek nû ye. Di erdnîgariyeke ku dewlet-netewe têk diçin, şerên mezhebî û etnîkî kûr dibin, pergaleke ku hem gel li xwe birêve dibin hem jî bi çarçoveyeke demokratîk bi hev ve tên girêdan hewce dike.

Navê vê pergalê li gorî Rêber APO neteweya demokratîk e. Neteweya demokratîk, ne yekrengiya etnîkî, olî yan jî çandî ye, modelek civakî a pireng û tevlîbûnê esas digire ye ku jiyana hevpar a di nav cudahiyan de esas digire.

Di vê modelê de entegrasyon ne li ser desthilatên navendîparêz, xwe dispêre meclîsên gel, pêkhateyên azadiya jinê, xwe-rêxistinbûnên cewherî û civakî . Têkiliya bi dewletê re ne li ser bingeha şer an teslîmiyetê, li ser bingeha veguherîna hevbeş û diyaloga demokratîk têşe digire.

Bingeha civaka demokratîk, li derveyî dewletê nîne, hêza jiyanê ya rêxistinkirî ye ku dewletê têk dibe, sînorên wê li gorî berjewendiyên gel dize bin zextê.

Entegrasyona pozîtîf, di vê zemîna civakî de pêşniyareke pergala demokratîk e ku gel bi nasnameyên xwe tê de hene, lê di heman demê de exlaqeke jiyana hevpar pêş dixin.

SÊ TAYBETMENDIYÊN BINGEHÎN ÊN ENTEGRASYONA POZÎTÎF

Kirdekar e: Gel nekar nake, dike kirdeya avaker.

Veguherîner e: Bi pêkhateyên heyî re dema têkilî datîne, guhertina wan armanc dike.

Pireng e: Li ser nasnameyek, zimanek û miletek ne, xwe dispêrê jiyana bi hev re ya di nav pirengiyê de

Di encamê de, îro li Tirkiyê û Rojhilata Navîn pirsa bingehîn a têkildarî pirsgirêka Kurd ev e: dê ev gel çawa bê entegrekirin an dê çawa xwe entegre bike? Bersiv di bijartina şêwaze entegrasyonê de veşartî ye.

Entegrasyona negatîf, zextên nû, pevçûnên nû û şêwazên nû yên înkarê diafirîne. Entegrasyona pozîtîf jî bingeha aşitiya civakî ava dike, gel kirde dike û dewletê demokratîk dike.

Ji ber vê yekê, entegrasyona pozîtîf, di bin rûyê erdê de pêngaveke ji nû ve rizgariyê ye. Ne di dîmen de lihevkirinek ne jî tevlêbûneke sembolik e; destwerdaneke dîrokî ye ku civakê kirde dike û dewletê neçarî veguherînê dike.