ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
-
Li dû Kelly Freygang
Sosyalîzm ji bo te teoriyeke utopîk a paşerojê nebû; tiştekî welê bû ku diviyabû em niha û li vir bijîn. Te her tim hewl da xwe nêzî armanca kesayetiya milîtan û sosyalîst bike.
-
Tevlîbûna pêvajoyê ya rast
Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngaveke fermî ya biçûk jî nehatiye avêtin. Hemû tiştên ku hatine kirin di nava pergala yasayî ya heyî de ye û bi vî awayî desthilatdariya AKP’ê hewl dide pêvajoyê îdare bike.
-
Li Sûriyeyê rêya derketina ji qeyranê demokratîkbûn e
Numûneya rêveberî yan jî pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Sûriyê şans û derfeteke mezin e. Gelek derdor vê pergalê ji bo Rojhilata Navîn jî weke rêya çareseriyê nîşan didin. Divê rejima nû vê derfetê ji dest nede.
-
Divê Rêber Apo bi awayekî azad bixebite
Ger wê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û yekîtiya Kurd-Tirkan were dabînkirin wê demê çi wateya girtina Rêber Apo ya li Îmraliyê heye? Wê pirsgirêkên dîrokî werin çareserkirin yan ji kesan tol were hilanîn? Bi rehîngirtina Rêber Apo aşitî nabe.
-
Jin pêşengtiyê ji civaka demokratîk re dikin
Gelek zehmetî û berdêlên giranbiha ji bo azadiyê hatine dayin. Niha jî jin bi rola pêşengtiya avakirina sosyalîzma civaka demokratîk rabûne. Bêguman bi serketina vê têkoşînê re wê Sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinan a gerdûnî.
-
Erdogan li hemberî Kurdan, HTŞ’ê û DAIŞ’ê hildibijêre
Cewhera vê planê ew e; bike ku DYE bi QSD'ê re nexebite û QSD'ê bêbandor bike. Armanc jî ew e ku piştgirî û têkiliya navneteweyî ya bi QSD'ê re ji holê rake, QSD'ê bi tenê bihêle û destketiyên herêma xweser bi temamî tine bike.
-
Girîngî û wateya guherîna paradîgmayê
Bi demokratîkbûna civakê an jî welat re pergala siyasî jî dikeve pêvajoya guherînê. Li şûna tekperestî, dîktatorî, netewperestî û hwd. hê zêdetir azadî, edalet û wekhevî, dikevin rojevê.
-
Hevrêtiya heqîqet û azadiyê
Ew pêşengên fêmkirin û revekirina rastiya Rêbertî û paradîgmayê bûn û pêşbîniyên wan jî nîşan didin ku çawa beriya salan ruhê pêvajoya heyî nas kirine.
-
Bi keda jin a pêşeng civak bi pêş dikeve
Divê mirov timî bîrdoziya Rêber Apo weke çavkaniya çareseriya hemû pirsgirêkan esas bigire, xwe di vê bîrdoziyê de pêş bixe. Li şûna zanista pergala sermayedar a pozîtîvîst jî pêwîst e zanista jineolojiyê ji xwe re bike bingeh.
-
-
Ji pîrê helbestê re
Tu bi navê xwe dergehekî, qesîdeyekî, serboriya hemî gerîlayan, pêşeroj û rehberiya hemî zemananî...Oxir be Pîrê helbestê, oxir be Pîrê her Kurdekî ku li bin esmanê Kurdistanê vejiya ye...
-
-
Ji Kongreya PKK’ê ya dîrokî – 2
Kongreya 12'emîn a PKK'ê veguherî manîfestoya berxwedan, fikir û dilsoziya bi Rêbertiyê re. Ev kongreya dîrokî ya bi ruhê gerîlatiyê re lêhûr bûye, bi baweriya bêdawî ya bi xeta heqîqeta Rêber Apo re deriyê demeke nû vekir.
-
Ji kongreya PKK'ê ya dîrokî -1
"Niha armancên dewleta Tirk ên veşartî çi ne em nizanin, lê belê wisa dixuye ku Rêber Apo bi sebir, siyaset û helwesta xwe careke din ew anîne ser riya rast."
-
Ji ‘Mîrzayê PKK’ê’ re minet û rêzdariyeke bêdawî
Hevrê Riza, li gel zanîn, tecrûbe, dîsîplînbûna xwe bi qedirnasî, kêfxweşî û hevaltiya xwe ya dilsoz jî kesekî gelekî hêja bû. Tekane kes e ku Rêber Apo ew weke ‘’Mîrzayê PKK’ê’’ pênase kiriye.
-
-
Divê derfeta demokratîkbûyînê baş were bikaranîn
Pêngava Rêber Apo û projeya pêşxistî wê wan pêvajoyan derbas bike û veguhere çareseriyê. Li gel avêtina pêngaveke stratejîk divê hêzên demokrasîxwaz û azadîxwaz li pêvajoyê xwedî derkevin û ala Sirri Sureyya Onder dewr bigirin.
-
Derfeta ku Sûriyeyê ji destê xwe revand
Halbûkî Sûriyeyê derfeteke mezin bi dest xistibû. Ger HTŞ’ê li gel pêkhateyên din ên li welêt hikûmet ava bikira û ew jî daxilî xebatên çêkirina qanûna bingehîn bikira, îro van şer û pevçûnan rû nedida û hêzên derve destwerdana Sûriyeyê nedikirin.
-
Dîplomasiya Neteweya Demokratîk
Yek ji wezîfeyên neteweyî yên bingehîn ew e ku di navbera Kurdan de dîplomasiyeke hevgirtî bê afirandin. Ji bo vê jî wezîfeya esasî ya dîplomasiya Kurd jî ew e ku Kongreya Neteweyî ya Demokratîk ava bike û bi rê ve bibe.
-
Mûsayê aştiyê
Niha dor hatiye wê yekê ku hêviyên aştiyê bigihêjin armanca xwe û pirsgirêkeke kangrenbûyî bi dawî bibe. Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ji bo pêkhatina aştiyê divê çi ji destê kê hat, wê bike.
-
Sîstema Xweparastinê ya Neteweya Demokratîk
Hebûn û azadiya Kurd û Kurdistanê bêyî xweparastinê nabe... Şert û mercê herî kêm ê jiyana hevkar a bi netewe dewletan re ew e ku nasname û jiyana azad a Kurdan bi destûra bingehîn bê ewlekirin.
-
Tirkiye konferansa Kurdan bi dijminane pêşwazî dike
Kesên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin ji aliyekî ve qala xwişk-biratiya Kurd û Tirkan dikin û dibêjin bila PKK çekan deyne û ji aliyekî ve jî dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan didomînin. Bi vê zîhniyetê wê çawa xwişk-biratî çêbibe ?
-
Çanda Neteweya Demokratîk
Di pirsgirêka Kurd de çareseriya neteweya demokratîk beriya her tiştî bi danasîna rast a dîrok û çanda Kurd ve girêdayî ye. Danasîna rast a dîrok û çandê bi xwe re naskirina hebûna civakî jî tîne.
-
Avahiya Hiqûqê ya Neteweya Demokratîk
Neteweya demokratîk li hemberî huqûqê, nexasim li hemberî huqûqa destûrî hestyar e. Neteweya demokratîk ji neteweya huqûqê bêhtir exlaqî û polîtîk e. Kengî bi dewletên netewe re ji bo jiyana li bin banekî li hev hat kirin, hingê pêdivî bi huqûqê çêdibe.