ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
Bavê Teyar
Her pêvajo, pêşeng û lehengê xwe ava dike, her rewşê awarte kesayetê çalak û serketî diafirîne û her êrîş bi xwe re bingeha feraseta parastinê wêrek dike. Bavê Teyar erê şanoger bû, lê tu carî hunera şanogertiyê ji hunera şerê gelê şoreşgerî qut nedidît.
-
Berxwedan û têkoşîna Pexşan Ezîzî
Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê biryara darvekirina wê da, ji ber ku parêzvana felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ye zêdeyî salek e girtî ye. Pexşan Ezîzî bi berxwedan û têkoşîna xwe dibe pêşeng ji jinan re.
-
‘Şehîdên me rûmeta me ya mirovahî û neteweyî ne’
Şehîd fermandarên me yên manewî ne. Bi her şehadetek re bawerî û vîna me bihêztir dibe. Şehîd ronahiya rêya şoreşê ne, pêşengên doza gelên azadîxwaz in. Civak bi wan serbilind e û her sonda wan a bi navê şehîdan pîroz e.
-
-
-
Sûriye li ber rûdanên nû ye
Çareseriyeke Sûriyeyê ya ku xwe dispêre dînamîkên herêmê wê bi kêrî berjewendiyên gelên herêmê bê. Li Sûriyeya ji gelek aktoran, bi her halî wê pêşketinên nû rû bidin. Bi HTŞ'ê re rewşa heyî ya li Sûriyeyê nikare bê dewamkirin.
-
-
Azadî û aştiya Kurdan bê xweparastin nabe
Dema PKK tune bû we çi anî serê Kurdan? Heger PKK çekan dane û belav bibe, wê demê hûn ê çi bînin serê Kurdan? Li dijî van êrîşên we yên qirkirinê Kurd wê çawa û bi çi xwe biparêzin? Bêyî xweparastinê wê çawa hebin û azad bijîn?
-
Hêza bi navê SMO'yê girêdayî kê ye?
SMO leşkerên dewleta Tirk e ku ji bo pereyan şer dikin. Ev ne ji bo Sûriyeyê şer dikin, di bin fermana dewleta Tirk de ji bo berjewendiyên wan diçin mirinê. Qaşo komên çekdar ên li Sûriyeyê wê çekê dînin û tevlî artêşa nû bibin, lê SMO vê nake.
-
-
Metirsiyên xweşbîniyeke vala
Hesta xweşbîniyeke vala ya hemû hêzên hundirîn û derveyî yên Sûriyeyê talûke ye. HTŞ tevî ku li hemû Sûriyeyê nebûye desthilat, hewl dide dewleteke navendî ya netew-dewlet ku xwe dispêre nijadperestiya Ereb-Îslamê ava bike.
-
-
-
-
Sûriyeya nû û Kurd
Di avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk de wê cih û rola Kurdan sereke be. Sûriyeya Demokratîk wê xwe bispêre tecrûbeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek tiştan jê hîn bibe.
-
Em bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin
Gelê Kurd, dostên wan, enternasyonalîst, demokrat, azadîparêz û femînîst divê piştgiriyê bidin Rojava ku Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî û gelek nasnameyên etnîkî di nava xwe ve dihewîne.
-
-
Cîhan û heqîqet
Hevrê Cîhan li Tişrînê ne tenê şaşitiyek rast dikir; ne tenê li pey nûçeyeke rojane bû. Ew li ber berevajîkirina dîrokê radibû, pêşengî ji bi watekirina başiya heqîqetê, bedewî û rastiyê re dikir. Lewma bû hedef.
-
Înkar û îmhakirina Kurdan dewam dike
Êrîş û dagirkeriya li ser herêmên Kurdan tê wateya paqijiya yekser a etnîkî. Li pêş çavên cîhanê ev yek tê kirin û sûcê şer tê kirin. Herî dawî li Şehba û Til Rifetê di êrîşan de hate dîtin. Piştî êrîşan nifûsa Kurdan nema.
-
Gelê Kurd bi komployeke nû re rû bi rû ye
Divê gelê Kurd, hêzên enternasyonalîst û derdorên çepgir û demokrat bizanibin ku li dijî Kurdan û rêveberiya xweser komployeke nû û konsepta tunekirinê di dewrê de ne. Divê ev rastî ji gelên cîhanê re werin vegotin û komplo were pûçkirin.
-
Watedarkirina geşedanan
Dûran Kalkan: Zextên li ser gelên mezlûm û bindest bi taybet jî li ser Kurdan her ku diçe zêde dibe. Dibe ku di pêvajoya pêşiya me de şer hîn tundtir bibe û belav bibe.
-
Li Sûriyeyê hevsengiyên têne guhertin...
Bi pêşveçûna HTŞ'ê re li Sûriyeyê hemû hevsengî ser û bin bûn û niha rêveçûna şer tê meraqkirin. Armanca bingehîn a dewleta Tirk ew e ku di rewşa nû ya Sûriyeyê de nehêle Kurd bibe aktorekî nû yê Sûriyeyê.
-
Serketin teqez wê ya me be
Muhammed Bûezîzî bi şewitandina bedena xwe bû îlhama, şoreş û serhildanên gelan. Gelê Kurd jî bi hêza xwe ya cewherî dikarin dîrokê berevajî bikin û bi ser bikevin.
-
-
Serketina Erdogan a Pîrus ê
Serketina Tayyîp Erdogan ji bo Tirkiyeyê bibe bibe ancex dikare bibe serketina Pîrus ê. Yanî tê wateya ku difikire bi serketiye, lê di esasê de têk çûye. Ji ber ku bi sîstema netew-dewlet a yekparêzî Tirkiyeyê nikare biçe serî.