ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
Zekî Akil: Hikumeta Tirk dixwaze paqijiya etnîkî bike
Siyasetmedar Zekî Akil anî ziman ku desthilatdariya Tirk dixwaze Rojava bi temamî ji holê rake û mîna ku li Efrînê kir, dixwaze 'paqijiya etnîkî' bike. Zekî Akil got, dewleta Tirk bi vî rengî li pêşiya serdema nû ya Sûriyeyê dibe asteng.
-
Ketine taya tinekirina Kurdan
Rêveberiya Erdogan, berê çeteyên SMO’yê dide Kurdan. Rasterast şer ew bi xwe koordîne dike û desteka hewayî dide wan. Hewl didin Erebên li herêmên Rêveberiya Xweser provoke bikin, herêmê tevlîhev bikin û bêîstîkrariyê ava bikin.
-
-
Li Sûriyeyê bûyerên dawî
Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad, saziyên weşanê yên Rojava bûyeran weke “şoreşeke dîrokî” didin, aktorên herêmî jî ji bo berjewendiyên xwe êrîşên xwe zêdetir kirin.
-
-
Taktîka dawî ya Erdogan û Bahçelî
Eger gel, rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurd û dostên wan bi xurtî xwedî li şoreşa xwe derkevin û biparêzin, ev plan wê ne tenê têk biçe, her wiha plana tasfiyeyê ya li Rêber Apo tê ferzkirin jî bê têkbirin.
-
Hilweşîna Sûriyeyê û vegera DAÎŞ’ê
Tirkiye li gorî stratejiya Îsraîl û DYE’yê bû rêveberiya herî aktîf a ku beşdarî hilweşîn û parçebûna Sûriyeyê bûyî. Îsraîlê bi eşkere gotibû, wê li Rojhilata Navîn sînor bên guhertin. Siberoja Sûriyeyê, bi temamî di metirsiyê de ye.
-
Guherîna hevsengiyên li Sûriyeyê…
Pêşdeçûna HTŞ’ê hemû hevsengiyên li Sûriyeyê diguherîne û tê mereqkirin ku wê şer çawa berdewam bike. Armanca sereke ya dewleta Tirk jî ew e ku dixwaze bibe asteng li Kurd li Sûriyeyê nebin aktorê nû.
-
-
Şerê Helebê û paşeroja Sûriyeyê
Ya ku wê yekîtiya Sûriyeyê dabîn bike û rêveberiya demokratîk a xwe dispêre jiyana azad pêk bîne Konfederasyona Sûriyeya Demokratîk e. Li gel talûkeyan ji bo hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn, derfeteke bi vî rengî pêk hat.
-
-
Ketina Helebê hevsengî xera kirin
Destpêkê Heleb bilez ket. Ev yek bû sedem ku qadên teng ên mîna Til Rifat û Şehba jî ji dagirkeriya Tirk re vekirî bimînin. Taxên Kurdan ên li Helebê jî wisa. Pirsa, ‘gelo şer bê kirin, yan xwe vekişînin’ kete rojevê.
-
PKK a ku beriya 46 salan ava bû îro bûye mîna kelehekê
PKK partiya şehîdan e û ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdan bi hezaran leheng li çeperan li ber xwe didin. PKK yekane partî ye ku wê serketineke bê dawî ji bo mirovahiyê bi dest bixe. Ji ber ku afirîner û çavkaniya wê ya hêzê Rêber Apo û gel e.
-
Roj roja parastina Rojava ye
Divê tevahî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ruhê seferberiyê tevlî YPG, YPJ’ê û Hêzên Xweparastinê bibin, nirx û xaka xwe biparêzin. Dostên gelê Kurd divê bi ruhê hevgirtina enternasyonalîst destekê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
-
Em bi berxwedan û seferberiyê Rojava biparêzin
Rewş cidî û metirsîdar e. Eger berxwedaneke xurt neyê kirin dibe ku nirxên şoreşê ji holê rabin. Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye. Parastina Rojava parastina azadiya jinê ye. Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye!
-
Li Sûriyê rûpela bi xwîn nayê girtin
Ne pêkan e ku El Nûsra bêyî agahiya Tirkiyeyê êrîşeke bi vî rengî bike. Hin hêzên din jî hene ku dixwazin Sûriyê, Îran û Rûsyayê tengav bikin. Weke tê zanîn ku teşwîq û erêkirina wan jî heye.
-
Ji bo bîranîna Dayika Gulîzar
Min deh salan beriya niha ji te re nameyek nivîsand û ji bo kur keçên te qîmeta hebûna te parve kiribû. Rojekê piştî nameya min te jiyana xwe ji dest daye. Min gelekî dixwest ez li ba te bim. Weke kurekî te erka xwe ya dawî bi cih bînim…
-
Meydan qadên demokrasiyê ne
Gelo ma dem nehatiye ku qad bêne dagirtin û daxwazên aştî û demokrasiyê bên ser ziman? Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xurtî li qada siyasetê ye. Dem hatiye ku ev yek bigihêje tevahiya Sûriyeyê.
-
Çend not ji binê erdê
Av nêzîk bû, ser min vekir, naylona hestiyên min lê pêçayî bû li ber avê çû, av gihîşt hestiyê min. Diviyabû min xwe li cihekî bigirta, nehiştiba av min ji xakê dûr bixîne.
-
-
Jihevcihêbûn
Guherîna têrker a fikrî û demokratîkbûn pêk nehatibe û dest ji armanca tasfiyekirina PKK'ê nehatibe berdan jî hatiye fêhmkirin ku bi rêbazên heta niha nikare bi ser bixîne. Lewma di şert û mercên heyî de lêgerîna li rêbazên nû destpê kiriye.
-
-
-
Qeyûm rêveberiyeke îstîsmarê ye
Mijar hebûn û îradeya gelê Kurd e. Ji bo vê yekê divê gel hêza xwe nîşan bide. Divê mirov li hemberî van nêzîkatiyên îstîsmarê û tunehesibandina ked û îradeyê serî hil de. Divê teqez bi serhildanan ji pêvajoyê re bersiv were dayîn.
-