Polîtîkaya Sykes-Picot a Îngilistanê careke din di dewrê de ye

Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.

POLÎTÎKAYÊN ÎNGILISTANÊ YÊN ROJHILATA NAVÎN

Qralê Îngilistanê Charles ê 3'yemîn di serdana Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ji Kongreyê re axivî û ev yek ji destpêkirina şerê Îranê û vir ve yek ji wan mijaran bû ku herî zêde hate şopandin. Ev yek piştî axaftina dayika wî Qralîçe Elizabeth a 2'yemîn a sala 1991'ê û vir ve gaveke nû bû ku serdana dewletê kiribû.

Charles di navbera 27-30'ê Nîsanê de serdana DYE'yê kir û got, "Em di nava demeke nediyar a mezin de ne; di vê demê de ku ji Ewropayê heta bi Rojhilata Navîn şer diqewime, zor û zehmetiyên giran li pêşiya civaka navneteweyî ye û bandora vî şerî li çar aliyên welatên me tê hîskirin." Charles bi dewamî got, "Em îro di serdemeke nû de ne lê belê heman nirxên me hîn jî derbasdar in. Ev serdem, weke ku dayika min di sala 1991'ê de gotibû, serdemeke hîn metirsîdar û nearam e. Zor û zehmetiyên em pê re rû bi rû ne, ewqasî mezin e ku neteweyek bi tena serê xwe nikare ji binî rabe." Charles işaret bi hevkariya DYE-Îngilistanê kir. "Serdema nû û metirsîdar" a ku Charles bal kişand ser wê, bêguman ji polîtîkaya 'parçe bike û bi rê ve bibe' ya bi salan li Rojhilata Navîn meşand, cuda nîne. Îngilistan ku bi şerê Îranê re bi DYE'yê re berjewendiyên wan gihîşt hev, ji bo hêza xwe ya hegemon a li herêmê biparêze di dewrê de bû.

'PLANA TEVLÎBÛNA BI SÎNOR' A STARMER

Şerê ku bi êrişa DYE-Îsraîlê ya 28'ê Sibatê ya li ser Îranê destpê kir, di demeke kurt de li welatên Kendavê, Iraqê, Başûrê Kurdistanê û Lubnanê belav bû. Li gel herêmîkirina şer ji aliyê rejîma Îranê ve, girtina Tengava Hurmuzê bazara global ser û bin kir. Di rojên destpêkê de ji nêz ve hate şopandin ku kîjan welat wê helwesteke çawa nîşan bide û tevlî şer bibe yan na.

Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer 1'ê Adarê ragihand ku baregeha hewayî ya RAF Fairford a li Gloucestershire û baregeha hewayî ya Diego Garcia ya li Okyanûsa Hîntê ji bo êrişên "bi armanca parastinê" wê pêşkêşî DYE'yê bikin. 2'ê Adarê li parlamentê axivî û diyar kir ku ew bawer nake "ji ezmanan rejîm bê guhertin" û anî ziman ku ew ê tevlî şer nebe.

Bi gotina, "Hemû pêngavên Îngilistanê divê planeke welê be ku li ser baş hatiye fikirîn û xwedî bingeheke hiqûqî ye. Serok Trump beşdarî biryara me ya tevlînebûna li êrişên destpêkê nebû, lê belê nirxandina berjewendiyên neteweyî yên Îngilistanê wezîfeya min e. Min ev kir û li pişt biryara xwe me" hesabên jeopolîtîk ên nû kir û hem dest neda tifaqa DYE-Îsraîlê hem jî ji bo jinûve bibe "hêza bi bandor" gav avêt.

Starmer destpêkê bi lîderên Fransa û Elmanyayê re daxuyaniya hevpar da û êrişên rejîma Îranê yên bi navê "bersvidanê" yên li hemberî welatên Kendavê şermezar kir. Piştre jî ragihand ku balafirên şer ên Îngiliz li ser Qatar, Urdun, Iraq û Qibrisê ÎHA û fuzeyên Îranê xist.

Piştî çend rojan çar balafirên din ên şer şand Qatarê û helîkopterên Wildcat ên xwedî kapasîteya parastina li hemberî ÎHA'yan şand ji Girava Qibrisê re. Her wiha sîstema parastina hewayî ya HMS Dragon ji herêmê re şand ku di 10 kêliyan de dikare 8 fuzeyan biavêje û di heman demê de rêgeha 16 fuzeyan diyar bike. Lê belê ev veguhestin nû nebûn, Starmer mehên Çile û Sibatê balafirên şer, fuzeyên parastina hewayî û sîstemên radarê yên pêşketî li herêmê bi cih kiribû.

Ji ber ku welatên kendavê ji bo Îngilistanê dihate wateya ewlehiya enerjiyê, bazirganiya parastinê û herikîna sermayeyê. Mînak; LGN a Qatarê, peymanên bi milyonan dolarî yên li qadên fînans, înşaet û parastinê yên bi Erebistana Siûdî û Îmaratê re ji bo sermayeya Londonê ya li Kendavê gelekî girîng e. Qibris jî li Derya Spî ya Rojhilat qadeke stratejîk e. Baregehên RAF û Dîkelya ji bo lojîstîk, îstîxbarat û serweriya hewayî ya Îngilistanê ya li Rojhilata Navîn weke navendê dixebitin. Yanî hebûna li Derya Spî ya Rojhilat tê wateya "destwerdana bi lez" a li Rojhilata Navîn. Lewma hebûna zêde ya Îngilistanê ya li herêmê dibe sedem ku çavkaniyên xwezayî yekser talan bike, hevsengiyên siyasî li gorî berjewendiyên xwe hîn bi hêsanî hesab bike. Ev yek jî tê wê wateyê ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Kurdan û gelên herêmê, kontrolkirin û belavkirina bi rengekî wekhev a çavkaniyên xwezayî û mafê gotinê li ser xaka xwe bê astengkirin.

PÊNGAVA HURMUZÊ YA BÊYÎ DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKAYÊ

Krîza Tengava Hurmuzê derbeke giran li bazara global xist. Îngilistan ji bo hevsengîkirina bazara navxweyî û li dijî kkrîzê ji bo bibe pêşengê "mîsyona ewlekariyê" ya li Ewropayê ava bibe, danûstandinên xwe yên dîplomatîk zêde kir. 19'ê Adarê Îngilistan, Fransa, Elmanya, Îtalya, Hollanda û Japonya jî di nav de 36 welatan belavokeke hevpar weşandin û gotin, "Di mijara pêkanîna ewlekariya trafîka deryayî ya li tengavê, amade ne ku tevkariyê bidin hewldanên guncaw." Îngilistanê bi Fransayê re di 2'ê Nîsanê de bi beşdariya zêdeyî 40 welatî civîneke bilind a online lidar xist.

Di vê demê de rageşiya herî cidî bi DYE'yê re rû da. Piştî ku Trump li hemberî bendergehên Îranê blokaj ragihand, Starmer got, "Em ê ber bi vî şerî ve neyên dehfdan. Ev şerê me nîne. Û ji bo rêyeke cuda bişopînim gelekî zext hate kirin. Ez ê fikrê xwe neguherînim. Ez ê serî netewînim. Tevlîbûna li nava vî şerî li berjewendiyên me yên neteweyÎ nayê û em ê tevlî nebin. Ez zanim ku li ku disekinim." Bi vî rengî nîşan da ku naxwaze statuko xera bibe. Îngilistanê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî piştgigrî da pêşnûmeya ji bo vekirina tengavê lê belê ji ber vetooya Çîn û Rûsyayê encam jê derneket.

Îngilistan û Fransayê meha Nîsanê gelek civînên navneteweyî lidar xistin. Ewlehiya tengavê piştî agirbestê, paqijkirina tengavê ji mayinan û zexta dîplomatîk ji sernavên hatin nîqaşkirin bûn. Îngilistanê her wiha soz da ku piştî agirbesteke dewamî ew ê bi Fransayê re mîsyoneke parastinê ya pir neteweyî ava bike. Rêveberiya Starmer çareserkirina krîza Tengava Hurmuzê dispêre çar polîtîkayên bingehîn. Ya yekemîn; weke alternatîfa tengavê berê welatên Kendavê bide xetên lûleyan, torên hesinî û rêyên bejahî. Ya duyemîn bilindbûna buhayê enerjiyê ya global, ya sêyemîn pêkanîna 'bisînorkirin' a şer û parastina rewşa heyî û ya çaremîn jî berjewendiyên demdirêj ên bi welatên Kendavê re.

 TÛRA KENDAVÊ YA HATÎ BILEZKIRIN

Îngilistan di pêvajoya şer de bi gelek welatan re hevdîtinên girtî pêk tîne û peymanan çêdike. Îngilistan li welatên Kendavê bi salane polîtîkaya parastinê, bikaranîna baregehê û bazirganiya enerjiyê dimeşîne. Di 8-10’ê Nîsanê de ji bo peymanên veşartî, dest bi tûrê kir.

Starmer ewilî çû Siûdî Erebistanê, 8’ê Nîsanê li Ciddeyê bi Prensê Siûdî Erebistan û Serokwezîr Muhammed bin Elman re civiya. Heman rojê derbasî Abu Dabiyê bû û bi Serokê Dewleta BAE Şêx Muhammed bin Zayed Al Nahyan re hevdîtin kir. 9’ê Nîsanê li Bahreynê bi Qral Hamad bin Îsa Al Halife û Prens/Serokwezîr Selman bin Hamad Al Halife re li Qesra Al Sakhir, 10’ê Nîsanê jî li Qatarê bi Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Thani re civiya. Di hevdîtinan de domandina ‘agirbest, hevkariya parastinê û peymanên aborî’, derketin pêş.

Îngilistanê di pêvajoya şer de tîmên sîstema parastina hewayî ya Sky Sabre ji Siûdî Erebistanê re, pisporên entegrasyon û launcher a Lightweight Multirole Missile (LMM) ji Bahreynê re, sîstemên parastina hewayî yên bi menzîla kurt ên mîna Rapid Sentry ve ORCUS ji Quweytê re şand. Bi Qatarê re jî têkildarî dirêjkirina fîloya Typhoon a heyî û şandina 4 jetên Typhoon li hev kir.

Li aliyê din, bi welatên Kendavê re çi cûre peyman kirine ji raya giştî re nehatiye ragihandin. Sewqiyatên leşkerî yên wiha weke ‘parastina’ baregehên stratejîk û rotayên enerjiyê yên Îngilistanê tê nirxandin.

BI DEWLETA TIRK RE ‘HEVKARIYA STRATEJÎK’

Ji dewletên mêtinger ên li Rojhilata Navîn dewleta Tirk û Îngilistan bi destpêkirina şer hîn bêhtir nêzî hev bûn. Dewleta Tirk a ku ji maseya bazariyê ya bi navê “muzakereyên aştiyê” ya DYE-Îranê hate dûrxistin û Îngilistan a ku dixwaze statukoya xwe ya heyî ya bi dewleta Tirk re biparêze, peymaneke nû îmze kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Yvette Cooper, 23’yê Nîsanê li Londonê “Belgeya Çarçoveya Hevkariya Stratejîk” îmze kir. Di daxuyaniya hevpar a hatî dayîn, têkildarî belgeyê wiha hate gotin, “Ji bo dostatiyek dîrokî, têkiliyên dualî yên bêhempa, îradeyên xurt ên têkildarî ewlehî û îstiqrara Rojhilata Navîn, her wiha meseleyên navneteweyî yên cur be cur û nêrîna hevpar a têkildarî ezmûnên kûreyî, xurtkirina hevkarî û diyaloga navbera du welatên mutefîkên NATO’yê û hevkarên stratejîk, bingehekê xurt pêşkêş dike.”

Armanca peymana ku behsa wê tê kirin, ew e ku di warên wekî parastin, pîşesazî, operasyonên hevpar û parvekirina îstîxbaratê de hevkariyê zêde bike. Ev tê vê wateyê ku Îngilistan dê teknolojiya leşkerî û piştgiriya parastinê bide Tirkiyeyê ku ev yek dikare di operasyonên leşkerî yên muhtemel ên li Rojava, Başûr an jî Rojhilatê Kurdistanê de were bikaranîn. Her wiha ev rewş wekî her du dewletên mêtinger dikarin helwesteke hevpar a êrîşê li dijî mafên rewa yên gelê Kurd di bin sîwana NATO’yê de bigirin, tê nirxandin. Cooper, bi daxuyaniya xwe ya piştî peymanê got, “Tevî ku ji bo rewşa Rojhilata Navîn li çareseriyeke dîplomatîk tê gerîn jî, Tirkiye ji bo ewlehiya cîhanî hevkarê jêneveger e.”

Dewleta Tirk jî di Cotmeha 2025'an de peymanek îmze kiribû ku 20 balafirên şer ên Eurofighter ji Îngilistanê bikire. Eurofighters ji hêla konsorsiyuma Îngilistan, Elmanya, Spanya û Îtalyayê ve têne hilberandin.

Îngilistan jî tevlî pêvajoya îqnakirina Elmanyayê bû ku van balafiran bifiroşe dewleta Tirkiyê. Her wiha, dewleta Tirk dixwaze ji Qeter û Omanê jî 12 Eurofighterên hatine bikaranîn, bikire. Ger ev yek pêk were dê 44 balafirên şer ên Eurofighter li Tirkiyê çêbin. Ev yek tê wateya ku hê bêtir êrîşên li ser gelan, kûrbûna xizanî li welêt û lêgerîna mêtingeriyên nû.

DOMANDINA POLÎTÎKAYA MÊTINGERIYÊ

Tevlîbûna çalak a Îngilistanê di herêmê de piştî şerê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de, siyaseta wê ya teşekirina herêmê, nîşan dide. Ger em bibîr bixin di sala 1916’an de Îngilistan û Fransa, bi rêya Peymana Sykes-Picot, axên ku ji aliyê dewleta Osmanî ve hatibûn dagirkirin di navbera xwe de parve kirin û Kurdistan kirin çar parçe. Ev rewş bi Peymana Lozanê re mayînde bû û gelê Kurd mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê winda kir.

Îro, Îngilistan pergalên parastina hewayî li welatên Kendavê bi cih dike û bi rêya peymana 'hevkariya stratejîk a nû' bi dewleta Tirk re di bin navê 'îstîkrara herêmî' û 'ewlehiya enerjiyê' de heman polîtîkaya Sykes-Picot didomîne. Bi kurtasî, Îngilistan bi hinceta 'îstîkrarê' hewl dide polîtîkaya xwe ya mêtingeriyê ya li Rojhilata Navîn bidomîne.