Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an di dîroka tevgera azadiyê ya Kurd de ji operasyoneke leşkerî ya ji rêzê wêdetir ji aliyê felsefî, stratejîk û îdeolojîk ve xaleke werçerxê bû. Piştî agirbesta ji pênc salan a yekalî, bi daxuyaniya Biryargeha Navenda Parastina Gel ev pêngav bi fermî hate ragihandin û li dijî pêvajoya tasfiyekariyê ya komploya navneteweyî ya 1999'an bû bersiveke berfireh û bi plan.
Di vê demê de ya ji sala 1999'an heta 2004'an, hêzên global û dewleta Tirk di pratîkê de tevger weke 'qediya' ye dîtin û stratejiyeke tasfiyeyê ya berfireh xistin meriyetê. Agirbestên yekalî, vekişîn, pêşniyarên aştiyê û bangên ji bo diyalogê ji aliyê Enqereyê ve bi rêk û pêk hatin redkirin. Di vê pêvajoyê de polîtîkayên qirkirina çandî, valakirina gundan, operasyonên leşkerî yên giran û zextên siyasî bê navber dewam kirin. Li hundir jî meylên tasfiyekar û lîberal avaniya rêxistinî bi navxweyî lawaz dikir, li qada navneteweyî jî hewldan zêde bûn ku gelê Kurd weke pêkhateyek pasîf û serîtewandî jinûve bê pênasekirin. 1'ê Hezîrana 2004'an li hemberî vê dorpêça dualî ya zehmet bû gaveke wêrek û diyarker. Pêngaveke dîrokî ye ku tevger ji nava rewşa belavbûyî rizgar kir û jinûve komî ser hev kir, dilsoziya bi paradîgmaya Rêbertî re parast û serdemeke nû ya têkoşînê da destpêkirin.
Piştî vê pêngavê, bi terikandina feraseta şoreşê ya li ser bingeha dewlet û desthiladariyê ya klasîk, di sala 2005'an de Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê ya Rêber Apo bi fermî şênber bû û li cografyayeke berfireh bi rêk û pêk kete meriyetê. Feraseta gerîla ji armanca avakirina dewletê yan jî avakirina mekanîzmayeke zextê ya nû dûr ket û berê xwe da armanca xurtkirina kapasîteya rêvebirina xwe bi xwe ya civakê, avakirina avaniyên xweser ên demokratîk û parastina hevsengiya ekolojîk. Armanc ew bû ku li şûna bidestxistina desthilatdariyê; civakê li qadên li derveyî dewletê bi rêxistinb ike, konfederalîzma demokratîk ji jêr ber bi jor ve ava bike û ji pirsgirêkên ji ber modernîteya kapîtalîst û reel sosyalîzmê rû dan, alternatîfeke şênber û guncaw pêşkêş bike. Ev guherîna paradîgmayê bi pêvajoya Pêngava 1'ê Hezîranê re bû yek ji modelên şoreşger ên xweser ên sedsala 21'ê.
Yek ji tevkariyên herî esasî û mayinde yê pêngavê Şoreşa Jinê ye. Ev veguherîna li dijî bingeha mejiyê baviksalar û feodal ê hezaran salî, rola jinan a di nava têkoşînê de bi rengekî radîkal guhert. Gerîlayên jin ne tenê cihê xwe li eniyê girtin, her wiha ji asta fermandariyê heta bi plansaziya taktîkî, ji organîzasyona lojîstîkî heta bi perwerdeya îdeolojîk li her qadê bûn pêşeng û çalak. Ev tevlîbûna xurt, berxwedan ji çarçoveyeke teng a leşkerî dûr xist û veguherand veguherîneke mejî û hişyarbûna civakî. Piştî ku azadiya jinê li navenda şoreşê hate bicihkirin, sîstema hevserokatiyê xurt bû, felsefeya jiyana azad kete pratîkê û di avakirina civakîbûna ekolojîk de bû sparteyeke girîng. Bi vî rengî 1'ê Hezîranê li hemberî avaniyên baviksalar û paşverûtiya mejiyê feodal ên ku li Rojhilata Navîn civak dorpêç kirin, pêngava azadiya civakî ya herî berfireh danî holê.
Di dema damezrandinê de ya ji sala 2004'an heta 2012'an, ruhê 1'ê Hezîranê gav bi gav kemilî û xurt bû. Di sala 2010'an de piştî ku qonaxa Şerê Gel ê Şoreşgerî destpê kir, berxwedan ne tenê li qadên çiyayî ma, bi tevlîbûna berfireh a gel re gihîşt asta xweparastinê ya topyekûn. Yek ji astên herî girîng ên vê pêvajoyê pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî bû ku di sala 2012'an de pêk hat. Bi vê pêngavê re ku di çarçoveya Şemzînan-Çelê de hate meşandin, gerîla li ser qadê serwer bû, kontrola leşkerî ya dewletê ya li Botan, Amed, Dersim û gelek herêmên din bi rengekî cidî hejiya. Van bûyeran kir ku rêveberiya Enqereyê neçar bimîne ku berê xwe bide Îmraliyê û dest bi pêvajoya diyalogê ya fermî bike.
Sala 2015'an ji bo pêngavê bû asteke nû û gelekî zehmet. Piştî ku pêvajoya çareseriyê bi yek alî hate bidawîkirin û konsepta tasfiyeyê ya topyekûn kete dewrê, berxwedan derbasî navendên bajaran bû. Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û deverên weke wan, Berxwedana Xwerêveberiyê bû yek ji mînakên herî fedaiyane û berfireh ê têkoşîna parastina îradeya gel bi xwe. Ew hişyariya dîrokî ya ku pêngava 2004'an û pêvajoyên piştî wê li Rojava afirand bi bandora îdeolojîk-leşkerî ya stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî re, ji sala 2011'an û pê ve derî li Şoreşa Rojava vekir û van pêngavan yekser hevdu xwedî kirin. Ev têkilî û tecrûbeya hevpar a bi berxwedana bajaran re şênber bû dema ku derbasî Rojava, Şengal û Kobanê bû, asteke navneteweyî bi dest xist û tevkarî li avakirina xeteke parastinê ya bi bandor a li dijî DAÎŞ'ê kir.
Li hemberî konsepta êrişa asîmetrîk a nûjen û bêhevsengiya ji ber ÎHA, serweriya hewayî, îstîxbarata teknîkî û çekên kîmyewî yên dewletê, gerîla jî veguherîneke girîng a avanî û taktîkî pêk anî. Ev guherîna ku li Heftanînê bi Cenga Xantûrê destpê kir li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê gihîşt asta herî pêşketî. Bi sîstemên tunelê yên binê erdê, serweriya li qadê, tîmên bi tevger ên veşartî, taktîkên serdegirtinê yên bi koordîneyî û dîsîplîna îradeyê ya bilind ev têkoşîn hate meşandin û li dijî şerê asîmetrîk ê modern ê xwe dispart serweriya teknolojîk, bû pîvanên nû yên berxwedana gerîla ya modern.
Weke encam, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin. Bû bingeha fikrî û pratîkî ya siyaseta Rêya Sêyemîn ku ne xwe dispart avaniyên netewe dewletê yên kevneşop ne jî rojevên hêzên emperyal. Ev pêvajoya ji gavên destpêkê yên sala 2004'an heta bi pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya sala 2012'an, ji berxwedana bajar a 2015'an heta bi têkoşîna rojane ya li Heftanîn, Zap û Metînayê, xeteke têkoşînê ya hevgirtî ye ku li gorî şert û mercan dikare xwe nû bike, li hemberî her cûre hewldanên tasfiye û îmhayê dikare li ber xwe bide. Ev xet îro jî bi heman biryardariyê dewam dike û ji bo gelên Rojhilata Navîn çavkaniyeke îlhamê ya zindî ye ku paşerojeke bi rûmet, demokratîk û azad biafirîne.