Sûriye ber bi federalîzmê ve diçe

HTŞ, ji ber ku ne xwedî çand û zêhniyeteke demokratîk e, hê ji destpêkê ve xwe hetikand û di nava gelên Sûriyê de rê li ber fikarên mezin vekir.

Dema çekdarên HTŞ’ê ji Îdlibê berê xwe dan Şamê û 8’ê Kanûna 2024’an jî dest danîn ser desthilatê, bi serxweşiyê ketin û êdî mîna ku pirsgirêka Sûriyê jî çareser bû, tevgeriyan. HTŞ, ji ber ku ne xwedî çand û zêhniyeteke demokratîk e, hê ji destpêkê ve xwe hetikand û di nava gelên Sûriyê de rê li ber fikarên mezin vekir.

Bê guman hilweşîna rejima BAAS’ê ji bo gelên Sûriyê gaveke girîng bû. Lê diviya hilweşîna rejimê ji bo Sûriyê derîyekî nû vekiriba û êdî bûbûya wesîleya bi dawîkirina şer û aloziyê û pêşîvekirina demokrasiyê. Lê hêj 9 meh bi ser hatina HTŞ’ê ya li ser desthilatê re derbas nebûye gelên Sûriyê xweziya xwe bi rejima berê tînin. Ji ber desthilata niha xwedî zêhniyet û rê û resma El Qaîde û DAIŞ’ê ye, reng û baweriyên cuda qebûl nakin. Ji ber vê jî yekser berê xwe dan Elewî û Durziyan û li dijî wan komkujî kirin. Wisa hesibandin ku bi hilweşîna rejima BAAS’ê re wê gelên Sûriyê jî stuyê xwe li ber wan xwar bikin û teslîm bibin. Piştî van komkujiyan, serî jêkirina welatiyên li Suweydayê û wêrankirina bajar niha hebûn û rewabûna vê desthilatê xistiye ber lêpîrsînê. Ya rast jî gelên Sûriyê pêşeroja xwe di vê desthilata HTŞ’ê de nabînin û ji bo ewlehiya xwe jî xeter dibînin.

Di vê helwesta desthilata HTŞ’ê de rol û bandora hêzên navnetewî û bi taybetî jî ya Tirkiyê gelek zêde ye. Eger baş bê lêkolînkirin wê bi eşkere bê dîtin ku li pişt êrişên li dijî Elewî û Durziyan jî Tirkiye û hêzên din hene. Komên çete yên mîna Sultan Mûrad û Silêman Şah ku êrişî Suweydayê kirin yekser rola Tirkiyê radixe ber çavan. Du sedemên êrişên li dijî Elewî û Durziyan hene. Yek, zêhniyeta faşîst, nijadperest û olperest e Dudu, peyam dayîna Kurdan e. Li aliyê din sê armancên sereke yên Tirkiyê yên li pişt van êrişên HTŞ’ê hene. Yek, zêhniyeta Îslama Siyasî ye. Du, avakirina pirsgirêkên ewlekariyê li ser sînorê Îsraîlê ye. Sisê, dijminahiya li dijî Kurdan e. Her çendî mîna berê rola Tirkiyê li Sûriyê nemabe jî, lê dest ji hewldanên xwe yên xirabkirinê jî bernad e. Di bin navê ewlekariya xwe de, dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan berdewam dike. Dewleta Tirk jî baş dizane ku êdî qedera Kurdan bûye yek. Eger li Rojava û Sûriyê şer pêk were, wê li Tirkiye û Bakur jî aştî çênebe. Ya rast, eger gotinên wan ên xwişk û biratiya hezar salî jidil be, divê tevkariyê li demokratîkbûna Sûriyê û piştgiriya mafê Kurdan bikin. Eger dewleta Tirk bixwaze Sûriye êdî aram bibe divê beriya her tiştî ji herêmên ku dagirkiriye derkeve. Lê ya ku tê dîtîn derdekî wan a bi vî rengî tune ye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergaleke demokratîk a 13 sale ku hatiye avakirin heye. Di oxira van destketiyan de bi hezaran şehîd hatin dayîn û bi deh hezaran birîndar bûn. Desthilata HTŞ’ê vê rastiyê ji nedîtîve tê  û dîsa di nîzama berê ya navendî ya rejima BAAS’ê de israr dike. Dixwaze desthilat tenê di destê wan de be û vê yekê jî li ser tevahî Sûriyê jî ferz dikin. Lê ev siyaset wê encam nede û aloziyê kûrtir bike. Sûriyeyê ku 14 sal in di nava şer de ye, wê ji îro şûnde bi şerekî nû tiştekî qezenc neke. Ya girîng ew e, desthilata Şamê bêyî ku dem wenda bike divê rêveberiyeke ku nûnertiya hemû gelên Sûriyê dike, ava bike. Lê bi qasî dixuyê ji vê îrade û hişmendiyê gelek dûr in.

Dema em li wêneyê giştî yê li Sûriyê dinêrin, ber bi federalîzmê ve diçe. Ev jî wê di nava yekîtiya welat de federalîzma demokratîk be. Ev sîstem wê li Rojhilata Navîn bibe mînaka yekemîn û Kurd jî wê pêşengiya wê bikin. Mînakên vê yekê li gelek deverên cîhanê hene. Tu welat ji navendeke nikare  birêveberin. Em dibînin welatên ku xwedî pergaleke siyasî ya navendî ne, timî di nava pirsgirêkan de ne û serê wan ji belayê xilas nabe.