Colanî li ser rêya rejîma Baasê dimeşe

Bi kiryarên hovane yên li dijî gel û baweriyên li Sûriyê, wê Sûriye bi ser xwe de neyê û ji nû ve ava nebe. Dubarekirina polîtîkayên nijadperest û mezhebperest yên rejîma Baasê eşkere ye wê di demeke nêzîk de dawiya desthilata HTŞ’ê jî bîne.

Sûriye yek ji welatên pirreng, pir netew û pirçand yên cîhanê ye. Niha bi destê HTŞ’ê tê xwestin ev mozaîk ji holê bê rakirin. Piştî şerê navxweyî yê 14 salan careke din serî li rêyeke wiha dayîn, ne tenê ji bo Sûriyê wê ji bo herêmê û cîhanê jî rê li ber encamên giran veke. Bê guman di vê yekê de siyaseta gelek dewletên herêmê, Amerîka û Ewropayê jî diyarker e. 

Bi kiryarên hovane yên li dijî gel û baweriyên li Sûriyê, wê Sûriye bi ser xwe de neyê û ji nû ve ava nebe. Dubarekirina polîtîkayên nijadperest û mezhebperest yên rejîma Baasê eşkere ye wê di demeke nêzîk de dawiya desthilata HTŞ’ê jî bîne. Ji ber bi zilm û zordariyê ti rejîmek nikare hebûna xwe bidomîne û mînakên vê jî li cîhanê gelek hene. Rewşa li Siwêdayê nîşan dide ku Sûriye ber bi şerekî navxweyî ve diçe. 

Civaka Dûrzî ya li Siwêdayê ku hejmara wan nêzîkî mîlyonekî ye niha di bin gefa qirkirinê de ye. Rejîma HTŞ’ê ya ku dûrî çanda demokratîk e, guh nade daxwazên Durziyan û bi zêhniyeta netewe dewletê ya nijadperest hewl dide bi êriş û qirkirinê pirsgirêkan çareser bike. Çawa ku li herêmên Elewiyan kirin, li Siwêdayê jî hewl didin bi kuştin û koçberkirinê daxwazên gel bitepisînin û serweriya xwe ava bikin. Ev rewşeke gelek tirsnak û dijî mirovahiyê ye. Ev desthilata çete ku ti qanûn, pîvan û exlaqekî nizane, ne pêkan e ku ji îro şûnde welat bi rê ve bibe û guh bide daxwazên gelên Sûriyê. Helbet berpirsyariya hêzên ku piştgiriya vê hovîtiyê dikin jî zêde ye û wê encam ji bo wan jî giran be.

Piştî daxuyaniyên bêyom yên Tom Barrack ên beriya çend rojan, destpêkirina van êrişan jî ne tesaduf e. Durzî rengekî Sûriyê ne, xwedî çand û baweriyeke cuda ne. Qirkirina wan wê ji bo Sûriyê ne bi xêr be. Sûriyeke nû û demokratîk eger wê bê avakirin divê daxwaz û cihêrengiya, Kurd, Elewî, Durzî û pêkhateyên din li ber çavan were girtin. Bi dirûşmeyên netewe dewletê ên mîna yek netew, yek al, yek welat, ku Tom Barrack jî dubare dike, wê pirsgirêk kûrtir bibin. Exlaqê desthilat û dewletê tune ye û dijminê civakê ne. Ev careke din di daxuyaniyên Barrack û êrişên li ser Durziyan de eşkere derket holê.

HTŞ bi vê zêhniyet û polîtîkayên xwe yên nijadperest û paşverû nikare demeke dirêj li ser desthilatê bimîne. Dibe ku aqûbeta Colanî jî mîna birayê wî Bexdadî be. Ji ber êdî civaka Sûriyê ne ew civaka beriya sala 2011’an e ku van polîtîkayên nijadperest qebûl bike. Her çendî di hatina ser desthilatê ya HTŞ’ê de rola welatên Rojavayî mezin be jî, ev polîtîkaya vê koma çete ji bo berjewendiyên wan bi taybetî yên Îsraîlê jî xeteriyeke mezin e. Ji bo bêbandorkirina hebûna Rûsya û Îranê ya li Sûriyê hilweşandina rejîma Baas ji bo welatên Rojavayî mijareke girîng bû. Bi piştgiriya wan ev rejîm hilweşiya. Lê nayê wê wateyê ku wê piştgiriya vê rêjîma HTŞ’ê ku daye ser rêya rejîma Baas bidomînin. Jixwe divê nedomînin jî. Ji bo Sûriyeke nû û demokratîk ava bibe divê rejîmeke ku ji aliyê hemû civakê ve bê erêkirin were ser kar. Bêyî ku zêde xwîn birije û Sûriye bikeve nava şerekî navxweyî tavilê divê ev koma çete ya ku ber bi dîktatoriyê ve diçe bê hilweşandin.

Sûriyeke bê aramî û bê îstiqrar wê herdem ji bo welatên cîran jî bibe gefeke mezin. Ji ber vê, divê welatên cîranê Sûriyê jî li ber vê desthilata HTŞ’ê rabin. Gotineke pêşiyan heye, “Çêlikên maran bê jehr nabin”. Ji komeke ku nanê El Qaîde û DAIŞ’ê xwariye, divê kes ji wan mirovbûn û demokratbûnê nepê. Bi zêhniyeteke ku li Lazqiyê û Siwêdayê jin, zarok, kal û pîran bi hovane qetil dike, ti caran jiyana hevpar, wekhev û danûstandin nabe. Ji destê wan were wê sibê berê xwe bidin Kurdan jî. Ji xwe niha jiyana Kurdên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ên li Helebê û Kurdên li Zorava yên Şamê jî di bin xeteriyê de ye. Divê haya Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ji vê rewşê hebe û li gorî wê jî tevdîran bistînin.