Gelo Şara temsîla gelê Sûriyeyê dike?

Şara temsîla gelê Sûriyeyê dike? Eger niha hilbijartineke azad bê kirin, wê çiqas ji dengê gel werbigire? Eşkere ye ku asta temsîliyetê ya QSD'ê ji asta temsîliyetê ya Şara bilindtir e.

Em dikarin bibêjin ku ji dawiya desthilatdariya Baasiyan ve di rewşa gelê Sûriyê de tiştek neguheriye. Desthildariya HTŞ’ê, ku şûna rejîma Baasiyan girt, hewl da ku pergalek ji yek-partî ya Baasiyan jî paşverûtir ava bike. Wan payin kir ku dewletê ji nû ve ava dikin, lê hemû gavên ku wan ji bo vê yekê avêtin yekalî bûn. Wan hemû partî, dezgehên siyasî û komên civakî ji bilî xwe ji derve hiştin. Hikûmeta heyî bi tevahî ji hêla HTŞ’ê ve hate destnîşankirin. Meh li ser guhertina hikûmetê derbas bû. Ev pêvajo bi komkujiyên ku ji hêla HTŞ’ê ve hatine kirin ve hat dagirtin. Li şûna ku piştî komkujiya Elewiyan pêşî lê bigirin, Durzî jî xistin rêza qirkirinê. Hêzên Rojavayî Ehmed Şera wek serok komarê Sûriyê di pejirîn in. Her wiha wan hikûmeta ku ava kirin nas kir. Tevî fikar û gumanên xwe, ew îdîa dikin ku ew ê bi HTŞ’ê re berdewam bikin ji ber ku cîgirê HTŞ’ê  tine ye. Li şûna ku rewşa gel bifikirin, wan berjewendiyên xwe dan pêşiyê û bi hevsengiyên siyasî yên ku ew ê ava bikin mijûl bûn. Qaşo HTŞ hewl dide ku yekîtiya Sûriyê biparêze. Yekîneyên herî xurt ji hêla dilxwazan ve û bi razîkirina civakê têne avakirin. Lê, HTŞ vê yekê bi karanîna hêzê, her kesî bi xwe ve girêdide û serdestiya xwe ava dike. Di encamê de, li şûna yekîtiyê, wan fikar, tirs û bêbawerî kûrtir kiriye.

Durzî niha ji berê bêtir ji Şamê dûr in. Elewî jî di nav lêgerînê de ne. Tirs û xofekê mezin li derdora wan belav bûye. Herêmên Rêveberiya Xweser dixwestin beşdarî avakirina Sûriyekê demokratîk bibin. Ew amadebûn ku ezmûnên xwe yên demokratîk parve bikin. Lê, ew jî derve hatine hişt in. Hikûmeta Tirkiyê, li gorî zimanê xwe, hewl dide ku gelê vê herêmê wekî “cudaxwaz” bi nav bike û armanc bigire. Welatên mîna DYA û Fransayê ji bo navbeynkarî û lihevhatina aliyan destwerdan kirin. Ev hewldan jî ji hêla dewleta Tirkiyê ve hate astengkirin. Li şûna ku gelê Sûriyê bike yek û bi hêzên cûrbecûr re lihevhatinek çêbike, HTŞ berdewam kir ku xwe ferz bike û tiştê ku dixwest bike. Hat ragihandin ku Ehmed Şera dê beşdarî cîvîna NY bibe. Ew ê li ser navê dewleta Sûriyê biaxive. Lê kiryarên ku li Sûriyê çêbûne  kêm caran tê pirsîn. Şera jî ji bo rewakirina desthiladariya xwe hilbijartin kir rojev. Ew ê xwe wekî ku hilbijartin li dar xistiye nîşan bide û mîna dewletên din, ew ê îdia bike ku rewşa me tê fêmkirin, lê hilbijartin li holê tine ye. Hilbijartinên weha li tu deverek din a cîhanê nayên lidarxistin. Dibe ku bi tiştên vî rengî di destpêka sedsala borî de hebûn, lê îro ne wisa ne. Tê navê wê bike parlemento lê vesaziyê wan çêbik e. Ev nabin parazvanên gel; dibin berdevkê Ehmed Şera. Yên mayî nayên hilbijartin. Ew ji hêla komîsyonên ku ji hêla HTŞ’ê ve hatin vesazkirin û têne destnîşankirin. (Ne diyar e ku ka hilbijartinek bi vî rengî ya gumanbar dê qet pêk were an jî pêk ney ê?)

Li Sûriyê, partî û rêxistinên cûdaxwaz nikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Zagonên hilbijartinê an pêşbirk tine ne. Ev tenê hilbijartinek nîne. Berê NY bi rêya zagona 2254 çareseriyek hilbijartin û siyasî ya ku hemî aliyên li Sûriyê tê de beşdar dibin pejirand. Niha, ev biryar nayê pejirandin. Wekî ku tê dîtin, di Sûriye de hên aramî ava nebûy e û yekîtî bi dest nexistiye. HTŞ nebûye xwediyê wê pêkanîn û hişmendiyê. Wê ti nerazîbûn an hewldanek nekiriye ku li dijî hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê û destwerdana wê ya ji dil di karûbarên navxweyî yên wê de derkeve. HTŞ her wiha Durzî tekbirin e, wan neçar kiriye ku li Îsraîlê penaber bibin. Her wiha hewl dide ku herêmên xweser, ku beşek girîng a Sûriyê pêk tîne, neçar bike ku radest bibe. Ger ev yek bi ser nekeve, ew amadekariya êrîşekê gengaz dike. Ew di vê mijarê de bi tevahî bi Tirkiyê re di ahengekê de dixebite. Rêveberiya Xweser deriyê xwe ji bo danûstandinan û hemû goftûgoyên ji bo çareseriyekê yekîtiya Sûriyê vekirî hiştiye.Rêveberiya Xweser ti çareseriyên erênî red nekiriye û her gav amade ye ku gavên berbiçav bavêje. Lê, heta niha, rêveberiya veguhez ya li Şamê tu gavên berbiçav neavêtiye. Rûxmê vê yekê jî, ew Rêveberiya Xweser tawanbar dike û dibêje ku Rêveberiya Xweser li gorî peymana 10’ê Adarê tevnager e. Peyman xalek ji bo avakirina desteyekê danûstandinê û xalek jî di navbera aliyan de ji bo yekbûnê ava bike cih digir e. Ger herêmên xweser dê avahiyên xwe yên leşkerî, navendî û siyasî radestî HTŞ bike, çi hewcedariya peyman û desteya danûstandinê heye? Wekî din, peyman xalên wekî teqeziya destûrî yên mafên Kurdan jî bingeh digir e. Ew Ehmed Şara bû ku ew îmze kir. Lê destûra demkî ya ku wan paşê ragihand, di vê mijarê de ti bend an jî xal tine bû. Niha, ew propagandayê li cîhanê dikin û îdia dikin ku QSD û Rêveberiya Xweser tevlî peymanê nabin. Ji ber vê yekê, îmzeya wan ji bilî karekî astengkirinê û xapandinê tiştek din nebû! Şera dibêje ku QSD nûnertiya hemû Kurdan nake. Divê ev pirs were pirsîn: Gelo Şera nûnertiya hemû gelê Sûriyê dike? Ger niha hilbijartinek azad bihata kirin, ew ê rêjeya sedî çend ji dengên gel werbigire? Eşkere ye ku asta nûnertiya QSD ji ya Şera pir bilindtir û xûrtir e. Ev ne zimanê çareserî û aramiyê ye. Zimanê alozî û tevlîheviyê  dê li Sûriyê ji çareseriyê re xizmet neke. Gelên Sûriyê dixwazin di hawîrdorek aştiyane û demokratîk de bi hev re bijîn. Çareserî ne di şer û êrîşan de ye, lê di lihevkirinê de ye.