ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
Li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê amadekariya şer
Komên çeteyên girêdayî HTŞ’ê, li dijî Hîzbûllaha Lubnanê xwe bi cih dikin, pêşniyar ji hêzên Senadid re hate kirin ku tevlî operasyona li dijî Heşdî Şebî bibin. DAÎŞ jî li Reqa, Dêrazor, Şihêl û Dibanê bangên rêxistinbûnê dike.
-
-
Bedewî û bêdawîbûn
Bavê Welat li pey xwe mîrasa bedewî û bêdawîbûna welatparêziya kûr hişt û wê her tim di nava gel û doza ji bo azadiya civaka demokratîk de zindî bimîne û biherike.
-
Peyamên merasîma dîrokî ya li Kobanê…
Li Kobanê merasîmeke dîrokî hate lidarxistin. Despêkê Malûm Ebdî ji Eyşe efendiyê re sersaxî xwest. Ji bilî Mazlûm Ebdî Alîkarê Wezîrê Parastina Sûriyeyê Sîpan Hemo û yek ji fermandaran Mehmûd Berxwedan jî di merasîmê de amade bûn.
-
Ji stratejiya pira pêwendiyan ber bi qada hesabpirsînê ve
Heta ku Iraq nebe welatekî ewle ya ku serweriya qanûnê lê serdest e, peymanên stratejîk dê tenê li ser kaxezê bimînin. Rizgariya aborî û siyasî ya Iraqê di yekkirina biryara siyasî û dûrxistina axa xwe ji şerên wekaletê de veşartî ye.
-
Piştî Bavê Welat ê çinara Rojava…
Salih Muslim siyasetmedarekî Kurd bû dikarî li gorî ruhê demê tev bigere. Li dû xwe mîrateyeke siyasî ya xurt hişt. Wefata wî li gelek deveran bû sedema xemgîniyeke mezin.
-
8'ê Adarê bi 'dema jinê' pîroz be
Windakirina dema jinan bûye sedema windakirina hemû demên mirovahiyê. Bedêla windakirina dema wan çi qasî buha be, dîtina dema wê jî ew qasî giran e.
-
Keziyên me zindî ne
Di têkoşîna bajarê Kobanê de jî jinên Kurd yên ku di çeperên herî pêş de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li berxwe dan, li pey wan tenê keziyên wan ên hunandî man. Ew kezî bûn kelemek û di nava dilê dijmin de bûn birînek dev vekirî.
-
Di bin Siya Fars-Şîan de gelên Îranê
Hewl dide Belûcan bi birçîbûnê teslîm bigire, Azeriyan wekî ‘Îraniyên bi Tirkî diaxivin’ pênase dike û asîmîle dike, her gava Ermeniyan kontrol dike û dengê Gîlakan dibire. Gel, li dijî ferzkirina Fars-Şîayan de, di têkoşîna hebûnê de ne.
-
-
Hevsengiyên herêmî dihejin
Tehran a ku bersivê dide operasyonên DYE û Îsraîlê, bes ne Îsraîl hin welatên Ereban ên bêalîbûna xwe îlan kirin jî hedef digire.
-
Îran bi Komara Demokratîk hewce ye
Hewcehiya Îranê jinûvehatina rejîma Şahîtiyê nîne berovajî wê avakirina Komareke Demokratîk e. Pirsgirêkên civakî yên giran bûne, dikarin bi rêya pergaleke bi vî rengî werin çareserkirin.
-
Xençera Peymanan li pişta Iraqê
Tirkiye bi hinceta parastina sînor û ewlekariya welatê xwe hewl dide kûrahiya axa Iraqê heta 30-40 kîlometre bike herêmeke leşkerî ya di bin kontrola xwe de. Ev rewş metirsiyê çêdike ku herêmên wekî Şengalê ji destê Iraqê derkevin.
-
Li Şengalê siyaseta parçekirinê
Eger Iraq li beramberî hinek xwestekên dewleta Tirk tawîzan bide, êrîşê Şengalê bike, wê şaştiyek stratejîk bike. Hîn hesabê fermanê nedaye, hîn li beramberî Êzidiyan sûcdar e. Vêca êrîşî Şengalê kirin întîxariyek siyasî ye.
-
-
Li Şengalê çi diqewime?
Şengal di nav sînorê Iraqê de ye û hemwelatiyê Iraqê ye. Lewma divê yê herî zêde li gelê Êzidî xwedî derkeve, şert û mercên jiyanê hêsan bike, erk û berpirsyartiya xwe li beramberî Êzidiyan bicih bîne, dewleta Iraqê ye.
-
Gelên xwişk-bira û hevbext
Tevî ku li gel biryara kongreyê PKK’ê dawî li têkoşîna çekdarî anî jî gotinên eletewş ên weke ‘’Bila PKK çekan xwe deyne, belav bibe û biçe mala xwe’’ tên gotin. Ev, îfadeya rojane ya israra înkarkirina hebûna gelê Kurd e.
-
Gelo qirkirineke din li ser Êzidiyan tê ferzkirin?
Iraq a ku sala 2014'an Êzidî di nava lepên çeteyên DAÎŞ'ê de hişt, gelo wê civaka Êzidî bi qirkirineke nû re rû bi rû bihêle, yan jî wê mafên wan ên bingehîn, xweparastin jî di nav de radestî wan bike. Em ê vê yekê di rojên pêş de bibînin.
-
-
Hevsengiya hesas a xeta Rojava-Şamê
Tevî hevdîtinên di navbera rêveberiya Şamê û Rojava de jî geşedanên li qadê nîşan didin ku pêvajo pêş nakeve. Destwerdanên Tirkiyeyê û nîqaşên têkildarî vekişîna DYE’yê hevsengiya hesas a li Sûriyeyê hesastir dike.
-
-
Şengal û xeteriya statuya Iraqê
Şengal ne tenê herêmek e, di heman demê de neynika lawazî û polîtîkayên durûtiyê yên Iraqê ye. Heta ku Bexda vîna Êzidiyan nas neke, ne dikare bibe dewleteke dadperwer û ne jî dikare serweriya xwe ya windakirî vegerîne.
-
Laboratûwara Rojhilata Navîn: Sûriye
Sûriye ev demek dirêje qada şer a herî xeter û tevlîhev a Rojhilata Navîn e. Xeteriyên veşartî û îhtimalên şer ên demdirêj, timî di rojevê de ne.
-
Xaleke krîtîk
Tekana pêngava ku baweriyê bide gelê Kurd, xebitîna Rêber Apo ya di nava şert û mercên azad de ye. Em ji nirxandinên Rêber Apo fêm dikin ku entegrasyona demokratîk wê girêdayî pêşketina komara demokratîk pêş bikeve.
-
Welat, welatperwerî û hemwelatîbûn
Rêber Apo hemwelatiya azad weke teorî pêş xist ji bo ku wekhevî, azadî û demokrasî were pêkanîn. Ji bo hemû netewe li ser xaka lê dimînin wekhev û azad bijîn, divê pergaleke demokratîk were sazkirin, xwişk û biratiya gelan ava bibe.