Îran bi Komara Demokratîk hewce ye

Hewcehiya Îranê jinûvehatina rejîma Şahîtiyê nîne berovajî wê avakirina Komareke Demokratîk e. Pirsgirêkên civakî yên giran bûne, dikarin bi rêya pergaleke bi vî rengî werin çareserkirin.

Li gel kuştina Serokê Olî Xamaney a di encama êrîşa hevpar a DYE û Îsraîlê ya roja 28’ê Sibatê de Îran kete serdemeke nû. Diyar e ku wê êdî Îran guherîneke rejîmê bike. Her çend nayê zanîn ku kengî û çawa pêk were jî pir zelal e ku wê rejîma Xamaney a 37 salî û Komara Îslamê ya 47 salî biguherin. Êdî ev yek teqez bûye. Edî wê Komara Îslamê ya 47 salî were derbaskirin lê bwlê wê çi were li şûna wê? Tişta ku hê nediyar e aha bersiva vê pirsê ye. Diyar e ku encamên guherîna rejîmê ya berbehs wê ji bo hemû gelên Îranê gelek girîng bin û di heman demê de wê ji bo Rojhilata Navîn û cihanê jî girîng bin.

Divê em nebêjin Îran û derbas bibin. Em qala qadeke ku xwediyê kevneşopiya dewletê ya herî kevn, dikin. Di cihêbûna Rojava-Rojhilat de ku weke dîrokî di nava pergaleke dewletparêz de ye, em qala cih û hêzeke ku nûnertiya Rojhilat dike, dikin. Em qala dewleta ku di hevsengiya Rojhilata Navîn de hemû caran xwediyê cihekî girîng e, dikin. Di heman demê de em qala qadên bizavên azadiyê yên dîrokî dikin ku ji ber wê yekê jî em qala cihekî ku xwediyê avaniyeke civakî ya gelekî dînamîk dikin. Ji aliyê raya Rojava ve çi nav lê tê kirin bila werin kirin, em qala qada herêmê ya bi gelê xwe û bi taybetî jî bi jinên xwe herî şoreşger dikin.

Me ev taybetmendiya dîrokî di bûyerên ku sedsala 20’emîn destpêkirin de jî bi awayekî eşkere dît. Em gelekî baş dizanin ku gel li dijî rejîma hevkar a Şahîtiyê ya emperyalîzma Îngistanê bi serê civaka Îranê kirye bela di hemû firsendan de rabûye ser piyan. Ev rastî, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Azerî de hatin dîtin. Dîsa me di salên 1950’yan de di tevgera netewperest a di bin serokatiya Musaddik de dît. Herî dawiyê jî me di Şoreşa Sibata 1979’an a rejîma Şahîtiyê ya hevkar hevhilweşand de dît.

Ev şoreş, ji ber ku di encamê de veguherî Şoreşa Îslamê û Komara Îslamê ji aliyê gelek derdoran ve tê biçûkxistin yan jî paşçavkirin. Halbûkî di dawiya salên 1970’an de li Îranê hilweşîna rejîma Şahîtiyê ya hevkar, bi qasî gelên Îranê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî gelekî girîng bû. Bes ne şoreşeke hêzên Îslamî bû, şoreşeke wisa bû ku bi tifaqa hemû nûnerên gel êm li Îranê û heya sosyalîstan bi hev re pêk anîbûn. Lê belê di şer û pevçûnên desthilatdariya navxweyî ya Şahîtî hilweşann de hêzên Xameney bi ser ketin û şoreş veguherî Şoreşa Îslamê.

Dîsa jî di pêvajoya rêveberiya Xumeynî a 10 salan de rejîma berbehs xwediyê gelparêziyeke girîng bû. Rêveberiya Xumeynî dikarî bi rêya paşverûtiyê reformparêziyê di bin serokatiya xwe de bike yek û li cem hevûdu bigire. Di sala 1989’an de li gel mirina Xumeynî  Ali Xameneyî û ku wê serdemê Serokkomar bû li gel Serokê Meclîsê Haşimî Rafsancanî li hev kir, di nava rejîmê de derbeyeke paşverû kir û hem di nava pergalê de guherînek kir û hem jî hemû rêveberiyên dualî yên berbehs bi dest xistin. Serokwezîrê Xumeynî, Mîr Huseyîn Mûsevî û kesên reformparêz ên ji derdora wî, ji rêveberiyê hatin dûrxistin, pergala serowezîrtiyê hate rakirin û Alî Xameneyîyê ku ne Ayetullah jî bû, bû ‘Serokê Olî’ û Rafsancani jî bû Serokkomarê ku bi serokwezîrtiyê re kiribûn yek.Girêdayî vê yekê gelparêziya rejîma ya heyî jî ji holê hate rakirin û  di bin Îslamiyetê de veguherandin diktatoriyeke sermaye û netewedewletê.

Rejîma Xameneyî ya ku a niha tê gotin ku wê teqez biguhere, aha bi vî awayî ava bûbû. Ji herduyên berbehs dema ku Rafsancanî jî mir desthilatdarî bi temamî ji Xamaneyî re ma. Her çend car caran hewla reformîst Serokkomar hilbijêre û bi taybetî jî ciwantiya pêş dikeve û tevgerên jinan hişyarker jî bin rêveberiya Xamaneyî li şûna ku giringiyê bide van yekan û nerm bibe serî li xurtkirina rejîma zextê da. Wisa ku bi taybetî jî tevî ku diyar jî bû wê ji aliyê pergala ku di salên dawîn de têde cih digirt ve were hilweşandin jî qet li cihê xwe nelivî û tu guherîn pêk neanîn.

Diyar e ku rewşa berbehs taybetmendiya sereke ya netewdewletên roja me ye.  Hin bûyerên ku di salên dawîn de hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cihên cuda yên cîhanê rû dane, vê rastiyê bi awayekî eşkere nîşan didin. Me mînakên wê yên dawiyê di bûyerên Maduro û Esad de dîtin. Mînaka hinekî ji wê kevintir, ya Saddam e. Encamên weke wê di serî de Misir û Tirkiye hhate serê hemû avaniyên netewdewletê yên diyar. Dema ku em li avaniyên netewdewletan ên roja me ya îroyîn dinêrin bê ka tiştekî çawan in, em van yekan baştir fêm dikin. Me digot ku dibe ku rêveberiya Xamaneyî jî li van binêre, dersekê jê bistîne û hinek guherînan bike lê belê derket holê ku ev ne pêkan e û heman tişt tê serê hemûyan.

Bêguman dema ku em van yekan diyar dikin jî em êrîşkariya DYE û Îsraîlê jî hem ji aliyê armancan ve hem jî ji aliyê rê û rêbazan ve fihêl û paşguh nakin. Her wiha ev hemû perçeyekî heman pergalê ne.  Di binê hegemonyaya kapîtalîst a gerdûnî ya rojame ya îroyîn de êdî ne netewdewletên cuda, pir eşkere ye ku bi tenê yek netewdewletek heye. Netewdewleta hegemon çawa bixwaze yên din bi neçarî wisa tev digerin. Împarator, şef yan jî keya çawa fermanê bide errkdarên şaxan jî li gorî wê yekê tev digerin. Dawiya kesên ku egerên vê qaîeyê bi cih naînin jî weke ya Saddam, Esat, Maduro û Xameneyî dibe. Wê demê divê ne li dijî keyayê mezin divê li hemberî hemû pergalê, rastiya pergala ku vê rewşê diafirîne serî were rakirin.

Tiştên ku a niha li Îranê rû didin bi rastî gelekî êşdar in, ji ber ku gel û bi taybetî jin û zarok êşa şerên rû didin, dikşînin. Tiştên ku rû didin jî ne surprîz in. Hema bibêjin hemû tirş bi hefteyan û bi mehan diyar in û bi dengekî bilind dibêjin ku vaye em tên.  Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku hin alî weke tişteke biçûk dibînin,  ew qasî hov e û alî e jî hişk in ku her çi jî were kirin pêşiya bûyerên berbehs nayên girtin. Wisa xuya dike ku pergala modernîteya kapîtalîst wê êdî bi rêya şeran jî krîz û kaosa heyî kêm neke;  heya ku şoreşa modernîteya demokratîk pêk neyê û berê mirovahiyê nedin rizgariyê jî wê hovîtiya berbehs berdewam bike.

Baş e be ji niha pê ve wê çi bibe û çawa be? Di serî de divê em di destpêkê de bizanibin ku wê tu tişr bi hêsanî û bêyîşer û pevçûn pêk neyên. Îran, wisa ne weke keriyekî pezî ye, ji hemû aliyan ve civakeke gelekî dînamîk heye û gelek hêzên ku dixwazin rêveberiyê bi dest bixin, hene. Diyar e ku hemû kes dixwaze ku Îran dabeş nebe û yekperçe bimîne, ji ber vê yekê dibe ku perçebûnek pêk neyê  lê belê divê were dîtin ku li Îranê wê şer û pevçûneke ji bo desthilatdariyê ya cidî rû bide.

Ger were pirsîn bê ka wê encama şer û pevçûneke bi wî rengî çawa be, eşkere ye ku tu kes nikare ji niha ve vê rewşê bi awayekî zelal bîbîne. DYE, ev demeke dirêj e kurê Şahî kur amade dike, Weke ku Tom Barrack anî ziman ku ‘’ji Rojhilata Navîn re ne komar monarşî guncavtir in’’ û wê hewlên bi vî rengî jî çêbibin.  Lê belê pêkanîna tiştekî bi vî rengî zehmet e. Piştî tecrûbeya Komara Îslamî ferzkirina Şahîtiyê wê tê xêra wê ji Îranê re nebe. Eşkere ye ku rejîma Şahîtiyê wê Îranê gelekî paşvetir bibe, pirsgirêkên heyî çareser neke û wan girantir bike.

Bi me jî civaka Îranê wê Şahîtiyê ji nû ve qebûl neke. Hewcehiya Îranê jinûvehatina rejîma Şahîtiyê nîne berovajî wê avakirina Komareke Demokratîk e. Li şûna Komara Îslamî ya têkçûyî avakirina Komareke Demokratîk e, ji ber ku azadî bes bi pergaleke demokratîk ya bi vî rengî pêkan e. Bes Komareke Demokratîk dikare pirsgirêka azadiya neteweyî çareser bike. Dîsa azadiya jinan bes bi komareke bi vî rengî pêkan e. Bes Komareke Demokratîk dikare pirsgirêkên civakî yên giran çareser bike.  Wê demê ji niha ve ji bo tevahiya Îranê avakirina bernameya Komara Demokratîk, pêşxistina tifaqeke bi vî rengî û meşandina têkoşîna yekbûyî ya girêdayî vê yekê rewşeke hewce ye.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka