Piştî Bavê Welat ê çinara Rojava…

Salih Muslim siyasetmedarekî Kurd bû dikarî li gorî ruhê demê tev bigere. Li dû xwe mîrateyeke siyasî ya xurt hişt. Wefata wî li gelek deveran bû sedema xemgîniyeke mezin.

Siyasetmedarekî Kurd bû dikarî li gorî ruhê demê tev bigere. Digot; ‘’Divê ji xetayên sedsala 20’emîn dersên hewce werin standin.’’ Tim dianî ziman ku gelekî di bin dagirkeriyê de neçar e ku çarenûsa xwe diyar bike. Bi rastî jî rêberekî gel ê rastîn û siyasetmedarekî gelekî mezin bû.

Wefata wî li gelek deveran bû sedema xemgîniyeke mezin. Ji şeva 11’ê Adarê ve ye bêdengiyê demê û ev xebera biêş  li ba her kesî bûye sedema xemgîniyeke mezin. Li dû xwe bes ne jiyanek, mîrateyek hişt. Dema ku têkoşîna xwe dimeşand, di dilê xwe de çîroka serhildana gelekî, rojên şer û berxwedanê vedigot. Barê siyaseta gelê Kurd û meşa dîrokî ya gelekî dêrîn hilgirt ser milên xwe.

Di payîza sala 2015’an de rojekê dema ku bi rêya telefonê lê geriyam û min jê re got ku ez dixwazim têkildarî berxwedana Kobanê û geşedanên li Rojava pêre roportajekê bikim, bersiva ku dabû gelekî bandor li min kiribû: ‘’Ez kesekî hinekî tembel im, van rojan nikarim nivîsan binivîsim.’’

Dema ku min jê re got ku ‘’Hûn bi awayekî devkî bersiva pirsên min bidin û dengê xwe tomar bikin, bes e’’, min careke din fêm kiribû ku ev nêzîkatiya mutewazî çi qasî jidil e.

Piştre ez xwe bi xwe fikirîm: Em qala Salih Muslimekî ku çend zimanan dizane dikin? Kesekî ku dîroka Rojava, siyaseta Sûriyeyê û hevsengiyên tevlihev ên Rojhilata Navîn baş dizane; ji aliyê derdorên navneteweyî ve tê nasîn; li herêmê rê dide dîplomasiyê… Em qala siyasetmedarekî ku bi dilsoziya xwe ya ji gelê xwe re, nirxên hebûn û civakî yên gelê Kurd awayê herî baş dizane, dikin.

Salih Muslim bes ne aktorekî siyasî bû. Kesayeteke wisa bû ku barkêşê bîra gelê xwe bû û wateya berxwedanê do sekn û gotinên xwe şênber kiribû. Her roportajeke ku li gel dihate kirin bes ne hevpeyvînek bû; tomarkirina dengekî ji nava dîrokê derbas dibû, tecrûbe û şahidiyê bû.

Bavê Welat ê ku mohra xwe li nîvsedsala siyaseta Rojava daye, bes ne siyasetmedar û dîplomatek bû di heman demê de weke kesayeteke ku nûnertiya bîr û berxwedana herêmê û veguherîna civakê dikir, derdiket pêş. Bavê Welat ê ku di sala 1951’an de ji dayîk dibe û li Tirkiyeyê perwerdeya kîmyayê distîne, di rêwîtiya jiyana xwe ya ji Kobanê heya Şamê,  ji Helebê heya Tirkiyeyê de bi xwe şahidiya dîroka Rojhilata Navîn a tevlihev kir. Bîranên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtinên siyasî, bû sedem ku ew di nava tevgera siyasî ya Kurd de bibe aktorekî gelekî girîng.

Li seranserê Rojava û Kurdistanê wekî ‘Bavê Welat’ binavkirin, nîşaneya dilsoziya wî ya xurt a bi gel re ye. Dilnizmiya wî, sohbet û têkiliyên wî yên li gel civakên cuda, ne tenê kir rêberekî, di heman demê de kir vebêjekî xurt. Rastiya dîrokî ya Kurdan vedigot û bi nasnameya xwe ya siyasî û gotina ‘Em ê dev ji rûmeta xwe bernedin’ nûnertiya seknek xurt kir.

Bavê welat bi jiyan, berxwedan û bedelên ku dayî mînakeke şênber ê xurt bû. Wekî bavê kurê xwe Şervan hem di nava malbatê de hem jî di nava têkoşîna civakî de rolek pêşeng lîst. Berxwedana ku li dijî zilm, zext û salên dirêj ên ku li girtîgeha Sûriyeyê raber kiriye, ew bêhtir derxist pêş. Di vî alî de ew mîna çinarekî di bîra gelê xwe de xwe bi cih kir.

Rêbertiya wî bi qadên siyasî re nesînordar e. Xebatên wî yên ji bo yekîtiya Kurdan û xurtkirina hevgirtina civakî, şopeke kûr li ser civaka Rojava hişt. Wî bi her beşê civakê re têkiliyên xurt danî: nivîskar, rojnamevan, helbestvan, fermandar, ciwan, extiyar, jin û zarok… Di vî warî de, ew ji kesayetiyek siyasî ya asayî wêdetir bû. Salih Muslim jiyana xwe ya bi têkoşînê dagirtî û bîranînek bihêz li pey xwe hişt.

Kobanê ji bo wî ne tenê bajarek e. Di heman demê de sembola berxwedan û vejîna nû ye. Ew hêvî, keser û bîranîna war ê şervanekî birîndar hildigirt û vedigot. Li gund, tax û kolanên Rojava navê wî tê bîranîn û bîranînên wî tên parvekirin.

Wefata Bavê Welat, bes ne li Rojava ji welatên Ewropayê bigirin heya Tirkiyeyê û ji Başûrê Kurdistanê heya çar aliyên Sûriyeyê deng veda. Wêneyên wî tên parvekirin, bîranînên wî tên nîqaşkirin û mîrateya li dû xwe hişt ji nû ve tê bibîranîn. Kesên ku li dû wî diaxivin, ji rêberekî wêdetir balê dikşînin ser ruhê serdemekê, bîrekê û berxwedana gelekî.

Bavê Welat, yek ji pêşengên sedsala dawîn û siyasetmedarê Kurd bû. Ez ê bîranînên wî û têkoşîna tu caran ji bîr nekim. Weke rêberekî gelê Kurd û gelên li herêmê yê birûmet û ber bi azadiyê ve dimeşe, ez ê wî hem di bîra xwe de hem jî di jiyana xwe de tim û tim zindî bigirim.