Laboratûwara Rojhilata Navîn: Sûriye
Sûriye ev demek dirêje qada şer a herî xeter û tevlîhev a Rojhilata Navîn e. Xeteriyên veşartî û îhtimalên şer ên demdirêj, timî di rojevê de ne.
Sûriye ev demek dirêje qada şer a herî xeter û tevlîhev a Rojhilata Navîn e. Xeteriyên veşartî û îhtimalên şer ên demdirêj, timî di rojevê de ne.
Sûriye ev demek dirêje qada şer a herî xeter û tevlîhev a Rojhilata Navîn e. Xeteriyên veşartî û îhtimalên şer ên demdirêj, bi taybetî berê aktorên Kurd jî dide lêgerînê. Kurd li ber qonaxa pêvajoyeke nû ne. Her çendî ku Tirkiye peymana 30’ê Çileyê bi kêfxweşî pêşwazî bike jî, rewşa li sahê bi baldarî dişopîne. Hebûna peymanê, nayê wê wateyê ku rastiyên li sahê ji nişka ve hatine guhertin.
Tê gotin, ku şerê navbera Hîzbûllah û HTŞ'ê dikare rû bide. Di rewşeke bi vî rengî de Îsraîl jî hêz û bandora xwe ya li herêmên peravî zede dike. Vekişîna DYE’yê ya ji Sûriyeyê jî weke geşedaneke ku wê hevsengiyan ji kokê de biguherîne, tê nirxandin. Xeta Hûms, Hama, Îdlib, Dêrazor, Şengal, Mûsil û Nînowa bûne herêmên îhtîmala vekişîn û jinûve bi cih bûnê. Bi kurtasî, laboratûwara ceribandinê ya Rojhilata Navîn dîsa Sûriye ye.
NEDIYARÎ DIDOMIN
Navbera Rojava-Şamê peymana 30’ê Çileyê didome, nediyariyên li qadê dewam dikin. Avakirina Tûgayan, statuya sahên petrole û mijarên mîna entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser, hîna zelal nebûne. Dorpêça li ser Kobanê jî parçeyekî vê nediyariyê ye.
Tê diyarkirin ku Tirkiye geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne û ji bo peymana Kurdan a bi Şamê re bi lez bixin, zextê li ser Colanî dikin. Hîna ne diyar e, ka gelo wê li Şamê lîderek nû derkeve holê yan aktorên heyî xurt bibin.
Nêzbûna di têkiliyên Tirkiye-Şamê de, rasterast bandorê li sahê dike. Tayînkirinên walî, dorpêça li ser Kobanê, liv û tevgera leşkerên Tirk a li xeta Efrîn-Serêkaniyê weke parçeyên vê polîtîkayê tên dîtin. Waliyê Reqayê çû Girê Spî û bi leşkerên Tirk re hevdîtin kir, ev yek yek ji mînakên herî şênber a koordînasyona Şam-Enqereyê ya li sahê ye.
Pêvajoya ku bi êrîşa 6’ê Çileyê ya li Helebê re dest pê kir, şikestinek ku hevsengiya li herêmê serûbin bike rû da. Rageşiya li Sûriyeyê bilez zêde bû û welat careke din bi bêîstîqrariyê re rû bi rû ma. Îhtîmala pêvajoyeke nû ya kaosê û şerekî herêmî yê muhtemel her ku diçe xurtir dibe. Hevsengiya herêmê ya sedsalî, rê li ber destpêkirina şerekî demdirêj vedike.
Dema ku mirov danûstandinên di navbera Rojava û Şamê û îhtîmala vekişîna DYE’yê heta 2’yê Adarê ji Sûriyeyê bi hev re dinirxîne, xetereyên li herêmê hê bêhtir tê dîtin û fêmkirin. Vekişîna DYE’yê û sinyalên şerek nû xuya dibin.
Moskow ku vekişîna DYE’yê zû û xetere dibîne, bi rengekî germ li vê biryarê nanêre. Lê Washington plan dike ku ji Sûriyeyê vekişe da ku qada Îsraîl bêtir berfireh bibe û leşkerên xwe veguhezîne navendên li Qeter û Hewlêrê.
Her çend êrîşeke muhtemel a li ser Îranê di çapemeniya Îsraîlê de pir caran tê behs kirin jî, pevçûna Xezeyê û rageşiya bi Hizbûllahê re rewşê hîn aloztir dike. Rageşî li ser xeta Lubnan-Sûriyeyê zêde dibe û li aliyê din hewldanên Îsraîlê yên ji bo zêdekirina bandora xwe li herêmê balê dikêşe.
Xeta peravê ya ji sînorê Lubnanê heta Efrîn dirêj dibe, yek ji wan deverane ku dibe pevçûnên nû lê derkevin tên dîtin. Wekî din, pevçûnek di navbera HTŞ’ê û Hizbûllah de jî wekî îhtîmalek xuya dibe.
ÎHTÎMALA ÊRÎŞA LI SER ÎRANÊ Û XETEREYÊN LI SER ENIYÊN IRAQÊ
Hêzên ku dixwazin Şamê bixin bin kontrola xwe, rola Îsraîlê li herêmê li ber çavan digirin. Li Iraqê, xeta Şengal-Mûsil-Nînewa wekî herêmeke xeternak tê dîtin ku tê de rageşiya Şîe-Sunnî dikare dîsa zêde bibe. Her wiha Tirkiye bandora muhtemel a pêşketinên li Sûriyeyê li ser Mûsilê ji nêz ve dişopîne.
Îhtîmala şerê Haşdî Şabî-HTŞ’ê her çiqas kêm bê dîtin jî, di sanaryoyek wiha de ji Dêrazorê heta Şengalê wê bi xwe re xetereyên cidî ava bike.
ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ
Îsraîl ji bilî Quneytrayê dixwaze kontrola xwe li hin deverên din zêde bike. Wisa diyar dibe pevçûnek muhtemel ên di navbera HTŞ’ê û Hizbûllah de dikare ji hêla Îsraîl ve were bikar anîn da ku hevsengiya hêzê ya li herêmê li gorî berjewendiya xwe bikar bîne. Bêdengiya piştî hevdîtinên Munihê dikare di demek kurt de veguhere şereke nû.