Welat, welatperwerî û hemwelatîbûn

Rêber Apo hemwelatiya azad weke teorî pêş xist ji bo ku wekhevî, azadî û demokrasî were pêkanîn. Ji bo hemû netewe li ser xaka lê dimînin wekhev û azad bijîn, divê pergaleke demokratîk were sazkirin, xwişk û biratiya gelan ava bibe.

Ji bo em li ser welat, welatperwerî û hemwelatîbûnê şîrove bikin divê em vegerin koka peyv û wateyê. Ev xisûs ji bo em hîn baştir rastiyên hatine jiyîn fêm bikin û destwerdanê li dahatûyê bikin hewce ye. Tişta herî giring jî ew e mirov wateya wan a dîrokî weke têgeh fêm bike, ji wir derkeve rê û şîrove bike. Ev mijar pir girîng e ku were têgihiştin. Nexasim jî mijara welat, welatperweriyê û di heman demê de mijara hemwelatîbûnê bi taybet jî di vê pêvajoyê de girîng in. Jixwe mijarên wiha gelekî serê mirovan diêşînin. Ji ber bûne weke mijareke pir kûr a nayê çareserkirin. Hişmendiya desthilatdar a xwe di amûra dewletê de serwer kiriye xwe gelekî li ser vê mijarê dide jiyandin.

Em dibînin bê çawa di nav civakan de nakokiyan çêdikin û li ser wan jî temenê xwe dirêj dikin. Neteweyan berdidin hev û pirsgirêkan hîn girantir dikin. Zilamên desthilatdar, dewletên netewe piştî şere cîhanê yê yekemîn bêhtir pêş xistin. Her çiqasî tê gotin dewleta netewe bi Şoreşa Fransî re derket holê jî, ya ev pêş xist Îngîliz bûn. Heya roja me ya niha jî bandora xwe li ser gelan dike. Eger gel û civakek nebûbe xwedî dewleta netewe mîna tinene tên hesibandin. Her wan li derve digirin dest û mafên wan dixwin. Ew gel jî xwe kêm û lawaz, dibînin. Di nav gelên wiha de meyla bûyîna xwedî dewlet zêde dibe.

Gelê Kurd ji ber weke netewe li her deverê hatiye înkarkirin û li derve maye, jê re bûye hesret ku bibe dewlet. Hinek Kurd wiha dihizirin ku eger bibin dewlet wê pirsgirêkên wan werin çareserkirin. Jixwe helbestvanê Kurd ê navdar Ehmedê Xanê gotiye, “xweska me heba şahek û me danîba ser serê wî tacek.” Pir zelal diyar dibe ku wêjevanê mezin û qîmetdar hesreta dilê xwe, tîne ziman û li bendê ye ku pêşeng û serokekî Kurdan hebe. Lê weke tê zanîn dewlet ji derdê Kurdan re nabe derman. Ji ber yên qedera gelan reş kirine dewletên netewe ne. Şer, tundî, zilm û zordarî bi tevahî kiryarên dewleta netewe ne. Divê were zanîn ku gel li ser gelan zordariyê nakin; dewlet li ser gelan zordariyê dikin.

Sedema hemû pirsgirêkên gelan dewletên netewe ne. Eger mirovahî bixwaze pirsgirêkên xwe çareser bike, tekez divê xwe ji dewletê rizgar bike, pergala xwe ya demokratîk ava bike û hişmendiya xwe biguhere. Dewlet bi xwe weke amûrekê ye û desthilatdar bi wê amûrê pergala xwe çêdikin. Bi zimanê neteweperestiyê gelê xwe perwerde dikin. Welatiyên xwe weke leşker û sîxur ji xwe re bi kar tînin, siyaseta xwe wer didin meşandin. Bi rastî pir jî li ser vê têgehê tê lîstin û netewe li ser têne perwerdekirin. Di encam de jî di nava gelan de nakokî têne derxistin û dibe sedema pir bûyerên sosret û dijminî rû bidin.

Têgeha welat û welatparêzî bi xwe weke tê wateya mirov ji cihê lê hatiye dinyayê hez dike. Helbet pêwîst e mirov ji warê xwe yê dayikê hez bike û biparêze. Lê ji ber bi vê têgehê hatiye lîstin, niha bûye pirsgirêka herî sereke û dibe sedema gel hevdu bikujin. Jixwe desthilatdaran ewqasî wateya welat “pîroz” kirine ku qet li ser nayê xeberdan û wiha li mirovan jî kirine ku welat, ji bo wan bûye mîna xweda. Ev jî hemû siyaseta dewletê û şerê wê yê taybet e. Fîlozofê Elman Hegel ji bo dewletê dibêje, “Xwedayê li ser rûyê erdê digere.”

Her yek ji xwe re wateyekê li têgeha welat, welatperwerî û dewleta netewe bar dike. Lê naveroka wan hemûyan jî heman tişt e. Hemû jî vedigerin ser çavkaniya desthilatdariyê û parêzvaniya wê dikin. Ev hişmendî dibe sedema gelên nebûne dewleta netewe xwe lawaz bibînin. Herî zêde jî gelê Kurd vê derûniyê dijî. Wer hatiye nîşandan ku yên dewleta wan nebe, wê nebin xwedî pêşeroj jî. Dewlet weke têgeh saziyeke rêvebirinê ye û yan jî amûra kar û barê neteweyê rêxistin dike. Lê her tim desthilatdaran xwe li ser vê pergala saziyan hakim kiriye. Welat bi xwe zemînê ku koma mirovan xwe li ser rêxistin kiriye û weke netewe bi komî li ser wê xakê dijîn. Dibe ku li welatekî çend gelên cuda jî bi awayekî wekhev û demokratîk bijîn. Dîsa mimkun e nakokiyên wan jî derkevin û şerekî navxweyî jî derkeve.

Di roja me ya îro de çar dewletên netewe li ser xaka Kurdistanê serwer in. Mafê gelê Kurd tê înkarkirin û neteweperestiyeke pir kûr dimeşînin. Xwe ji pergaleke wekhev û demokratîk re digirin û di serhişkiya xwe de israr dikin. Ev jî ji bo me dibe astengiyek. Rêber Apo her tim dibêje ku weke netewe divê em lêborînê ji hev bixwazin, xwişk û biratiya gelan pêkan bikin. Rojhilata Navîn û nexasim jî Kurdistan her ji beriya zayînê ve cihekî mozaîka gelan e. Gelek bawerî û civak pêkve jiyane û dijîn. Rêber Apo jî di parêznameyên xwe de bal dikişîne ser van mijaran.

Em îro bi destê desthilatdaran û kujerên kastîk têne kuştin, talan kirin û koledarî li ser me tê ferzkirin. Ew tundrew û kujer wan kiryaran bi navê parastina gel û welat dikin. Gelê xwe li hemberî me rêxistin dikin. Ez jî li vir pirs dikim, “Gelo ma çav, ruh, wijdan û mejiyê gelê wan tineye ku hema wer bawer dikin û berê xwe didin me?” Ez wiha dihizirim ku divê xelkên wan welatan dîroka xwe pir baş bixwînin û fêm bikin ku me weke neteweya Kurd tiştek li wan nekiriye. Eger tiştek kiribin jî ji bo feydeyê wan kirine. Ango ji wan re leşkertî kirine,  ew û welatê wan parastine. Jixwe divê were zanîn ku eger hemwelatî tinebin wê welat û desthilatdar jî nebin. Ji ber hemwelatî ji gel pêk tên û welat jî bi gel heye. Eger qîmetê hemwelatiyan nebe û xwedî nêrîn nebin, wê welat jî bibe weke parka sewalan yan jî wê bibe daristan û weke zindaneke servekirî.

Li gelek deverên cîhanê mafê hemwelatiyan heye û her hemwelatî dikare di hilbijartinan de dengê xwe bide. Ji her meqamî re jî dikare were hilbijartin. Li welatekî çiqas şênî hebin, tekez nûnerên wan jî di meclîsan û hwd de hene. Lê mixabin li Rojhilata Navîn ev tişt nîne. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) reşik hene. Di salên berê de li ser wan pir zext hebûn. Dihatin kuştin û kujer jî dihatin xelatkirin. Di roja me ya îro de gelek maf bi dest xistine û dibin serok jî. Jixwe bîrdoziya lîberalîzmê ferd derdixe pêş û civakê parçe dike.

Rêber Apo hemwelatiya azad weke teorî pêş xist ji bo ku wekhevî, azadî û demokrasî were pêkanîn. Ji bo hemû netewe li ser xaka lê dimînin wekhev û azad bijîn, divê pergaleke demokratîk were sazkirin, xwişk û biratiya gelan ava bibe. Bi vî awayî wê gel ji welatê xwe hez bikin û xaka xwe baştir biparêzin.