ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
Çavkaniya hêviyê hêza wateyê ye
Kesên ku ji avakirina civaka demokratîk û bidest xistina aştiyê berpirsyar in, bêyî ku erka xwe bi cih bînin bi gotina, “Çima dewlet gav navêje?” nikarin xwe rizgar bikin.
-
Dema komara demokratîk!
Bi gotina ku wê Kurd jî jê sûd werbigirin daxwaza herî biçûk ya demokratîk a gelê Tirk tê redkirin. Dema ku em pirsên weke çima li Tirkiyeyê demokrasî pêş nakeve, çima ev qasî zext û astengî tên kirin, dikin divê em van yekan jî bifikirin.
-
Rêber Apo rêbertiya serketî bi yekîtiya gelê Kurd ava kir
Rêber Apo bi fikra neteweya demokratîk, yekîtiya Kurdan û têkoşîna li dijî desthilatdariyê bi rêbazeke nû ya rêbertiyê pêş xistiye. Em tenê dikarin bi hevgirtin û yekîtiya xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û jiyaneke azad ava bikin.
-
-
-
Zeyneb Celaliyan sembola îradeyekê û hişmendiyeke azad e
Dengê Zeyneb û hemû Zeyneban dengê parastina nasnameya jinê, xwezayê û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku dengê wê û hemû girtiyên siyasî yên din bigihînin tevahiya cîhanê û ji bo azadkirina van têkoşeran xwe bêtir rêxistin bikin.
-
Xweparastin rêya dewamiya hebûna mirov e
Di civakê de ji ber zindiya herî zêde tê înkarkirin û mafê wê tê binpêkirin jin e, pêwîst e jin jî ji her kesî zêdetir mekanîzmaya xwe ya parastina hebûna xwe xurt bike.
-
Çareseriya li hember tundiyê komunalîzm e!
Ji ber ku têkiliyên heyî li ser bingeha hêz û desthilatdariyê ava dibin, nirxa mirovan jî bi gelemperî li gorî berjewendiyan tê diyarkirin. Ev yek jî dibe sedema pirsgirêkên girîng ku hesta edaletê qels dikin.
-
Tevgereke siyasî ya demokratîk a çawa?
Çawa ku li Tirkiyeyê valahiya qada siyaseta demokratîk zêde bûye di heman demê de hewcehiya ji tevgereke siyasî ya vê valahiyê dagire re jî zêde bûye. Girîng e ku li Tirkiyeyê hemû hêzên demokrasiyê di tifaqeke demokrasiyê de bibin yek.
-
-
-
Di nava pêvajoyê de derbeya dîktayê
Pêvajoya derbeyê ji derbeyên leşkerî yên klasîk cudartir e û pêvajoyeke ‘’derbeya sivîl a bergir’’ ya gelekî sofîstîke ye. Tişta ku tê xwestin pêşî lê were girtin, demokrasî û bidestxistina desthilatdariyê ya ji aliyê CHP’ê û muxalefeta demokratîk e.
-
Gelo ev lîstika têkçûna mezin a Tayyip Erdogan e?
Êdî pêvajo têkilî û xebatên rêxistina îstîxbaratê derbas kiriye. Pirsgirêkeke siyasî ya 100 salî heye. Pirsgirêkek bi vî rengî bi hewldanên îstîxbaratê çareser nabin. Çekberdan jî ne mijarek aîdê rêxistinek îstîxbaratê ye. Mijara qanûn û hiqûqê ye.
-
Şoreşgerên bênav
Dema ku mirov li çîroka Ferhat, Mahmût, Eşref û Necmî dinêre, mirov bes çar figuran nabîne. Di heman demê de ked, dilsozî, fedakarî û rûmeta bêdeng ya bi hezaran însanên ku di şexsê wan kesan de jiyana xwe bexşandine vê têkoşînê jî xwe nîşanî me didin.
-
-
Yên gotin û pratîka wan yek bin wê avaker bin
Ya yekem kesên ku divê avaker bin bûne bangker. Hemû kes bangan li her kesî dike! Halbûkî divê ne banger bin, divê avaker bin. Ya duyem jî gilîdariyeke mezin heye. Bes kesên ku gotin û pratîka wan yek be, dibin avaker.
-
-
Li hemberî zor û zehmetiyan israra li ser mirovbûnê
Rêber Apo bi felsefe, fikir û pratîka xwe weke yekane rêya rizgariyê li pêşiya mirovahiyê ye. Bêyî ku guh bide ziwatiya xakê û zilma zaliman ew li hemberî zor û zehmetiyan her tim di 'mirovbûnê' de israr dike.
-
-
Navenda nayê dîtin a korîdorên enerjî û aboriyê: Kurdistan
Rageşiya li ser xeta Îran, Îsraîl-DEY û girtina trafîka deryayî ya Tengava Hurmuzê nîqaşên li ser ewlekariya enerjiyê ya global jinûve zêde kir. Ev bûyer bûn sedem ku korîdorên enerjî û bazirganiyê yên li ser bejahiyê, bikevin navenda rojevê.
-
Eger Tirkiye demokratîk nebe wê çi bibe?
Tirkiyeya ku demokratîk nebe wê li paş bimîne, zêdetir di bin zext û îstîsmarê de be. Tekane rêya rizgarbûna ji vê yekê, azadiya gelê Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye.
-
Peyamên civîna Rêveberiya Tevgerê
Ger Îmralî bibe muxatabê fermî û bi awayekî azad bixebite wê demê wê were dîtin ku dewleta Tirk xwedî îradeya çareseriyê ye û pêvajo wê bi lez bibe.
-
-
-
Polîtîkaya Sykes-Picot a Îngilistanê careke din di dewrê de ye
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.