Li Bexdayê demokrasiya "mezinan" rê nade kêmneteweyên resen. Gava ku wezaret mîna ganîmetên şer di navbera hêzên xwedî çek û pere de tên parvekirin, civaka Êzidî ne tenê bi dîwarên sîstemê, lê bi perçebûna xwe ya navxweyî jî tê ceribandin. Çima dengê Şengalê di korîdorên Herêma Kesk de tê fetisandin û gelo yekdengiya stratejîk dikare vê qedera siyasî biguhere?
Di nav qerebalixiya avahiyên siyasî yên Bexdayê û di navbera dîwarên bilind ên herêma Kesk de, careke din şerê dabeşkirina kursiyên desthilatê germ bûye, lê di vê tabloyê de cihêrengiya Iraqê ya civakî naxuye. Gava ku behsa avakirina kabîneya nû ya hikûmetê tê kirin, pirsên li ser temsîliyeta pêkhateyan û bi taybetî jî mafên civaka Êzidî careke din dikevin rojevê. Lê belê her ku dem derbas dibe eşkere dibe ku Êzidî di hiyerarşiya siyasî ya Iraqê de ji asta biryardanê ya bilind û ji lîsteya wezaretan dûr hatine xistin.
Ev dûrxistin ne tenê encama biryareke kêlîkî an jî tesadufeke siyasî ye, belkî berhema sîstemeke kûr a marjînalîzekirinê û nakokiyên navxweyî yên civaka Êzidî bi xwe ye. Siyaseta Iraqê ya piştî sala 2003’an, li ser bingeha Muhasasa ango dabeşkirina tayîfî û neteweyî hatibû avakirin ku tê de tenê lîstikvanên mezin xwedî kursî û desthilat in. Di vê çarçoveyê de kêmneteweyên wekî Êzidî, Sabî û Kakaî wekî pêvekên siyasî tên dîtin û dengê wan di navbera berjewendiyên hêzên Şîa, Sune û Kurd de winda dibe.
Kêşeya herî mezin a ku rê li ber gihîştina Êzidiyan a ji bo kursiyên wezaretê digire parçebûna siyasî ya kûr e ku di nav qada wan a navxweyî de serdest e
Civaka Êzidî îro di navbera gelek ajandayên cuda û carna jî dijberî hev de dabeş bûye. Beşek ji wan xwe wekî parçeyekî Kurdistanê û siyaseta Hewlêrê dibînin, beşek din bi Bexdayê û hêzên Çarçoveya Hevahengiyê re hevkariyê dikin û hinek jî hewl didin xeteke serbixwe yan jî xeta sêyem bimeşînin. Ev pirrengiya siyasî tevî ku di bingehê xwe de demokratîk xuya dike di pratîkê de bûye sedema lawaziya wan a li Bexdayê. Nebûna lobiyeke neteweyî ya Êzidî ku bikaribe bi yek dengî li paytexta Iraqê daxwaza mafên xwe bike kiriye ku aliyên siyasî yên Iraqê wan wekî hêzeke lawaz û bêbandor bibînin.
Gava ku yekdengî nebe hêzên mezin bi hêsanî dikarin îradeya kêmneteweyan parçe bikin û wan di nav pêvajoyên dabeşkirina desthilatê de ji bîr bikin. Siyasetmedarên Êzidî heta niha nekarîne bingeheke stratejîk û hevbeş ava bikin ku li ser wê daxwazên xwe yên destûrî weke şertekî sereke bixin ser maseya danûstandinan.
Sîstema Muhasasa ya ku li Iraqê serdest e di rastiyê de dîwarekî pola ye li ber kêmneteweyan. Ev modela dabeşkirinê ne li ser bingeha şiyan an jî hejmara rûniştvanan belkî li ser bingeha hêza çekdar, bandora aborî û piştgiriya herêmî hatiye hûnandin.
Di vê hevkêşeyê de Êzidî weke pêkhateyek ku piştî jenosîda 2014’an hîn jî birînên xwe derman dike ne xwedî wan amûrên zextê ne ku bikaribin sîstemê neçarî guhertinê bikin. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev dorpêça li ser kêmneteweyan dibe ku bi deh salan berdewam bike, ji ber ku guhertina vê sîstemê tê wateya kêmkirina para hêzên mezin ku ev yek di nava çand û pratîka siyasî ya Iraqê de hema hema ne mimkun e.
Ji bo ku Êzidî bigihîjin wezaretê an jî wezaretekê bi dest bixin divê yek ji sê aliyên sereke Şîa, Sunne yan jî Kurd ji para xwe ya wezaretan bi dilê xwe dest bikişîne. Lê belê, di siyaseta Iraqê de dilxwazî û fedakarî du têgehên biyanî ne û her kursiyek wekî çavkaniyeke aborî û îdarî ya girîng tê parastin.
Di nav van hemû alozî û bêhêvîtiyan de hin ceribandinên siyasî yên pêkhateyên din weke mînak tên nîşandan, weke ezmûna Tevgera Babîlon û Rayan Kildanî di nav pêkhateya Mesîhî de. Lê gava em bi hûrgulî lê dinêrin modela Kildanî ji bo Êzidiyan nabe çareseriyeke rastîn û domdar.
Rayan Kildanî bi piştgiriyeke xurt a leşkerî ji aliyê Heşda Şabî ve û bi çavkaniyên darayî yên mezin karî cihekî ji bo xwe di nava biryardariya siyasî de veke. Lê rewşa civaka Êzidî cuda ye ne xwedî wê piştgiriya darayî ya mezin in û ne jî dixwazin bibin parçeyek ji nakokiyên çekdarî yên ku dibe ku di paşerojê de zirarê bide nasnameya wan a taybet. Ji bilî vê civaka Êzidî ji ber trawmaya Şengalê hîn jî bi guman li her cure çekdarbûn û milîtanbûnê dinêre. Ji ber vê yekê, hewldanên ji bo kopîkirina modelên bi vî rengî li ser civaka Êzidî tenê dibe sedema kûrtirbûna nakokiyên navxweyî û windakirina piştgiriya navdewletî ya ku giranî dide ser parastina sivîl û aştiyane ya kêmneteweyan.
Nexşeya siyasî ya Iraqê mîna erdhejên berdewam e, dost û dijmin di nav şevekê de dikarin cih biguherînin. Hevdîtina dawî ya di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî de mînakeke herî berçav a vê pragmatîzmê ye.
Ev cure hevdîtin nîşan didin ku berjewendiyên siyasî yên bilind çawa dikarin nexşeya hêzê ji nû ve bixêz bikin. Di van hevkêşeyên mezin de pirsgirêkên Şengalê mafên wezaretî yên Êzidiyan û vegera koçberan carna dibin tenê materyalên propagandayê yên ku di danûstandinan de weke kartên zextê tên bikaranîn. Dema ku serokên mezin li ser stratejiyên dewletê û parvekirina wezaretên serwerî diaxivin daxwazên kêmneteweyan weke hûrguliyên biçûk tên dîtin ku dikarin paşê bên çareser kirin an jî bi postên kêmbandor bên qerebûkirin.
Dabeşkirina wezaretan li Iraqê bi awayekî matematîkî yê hişk hatiye destnîşankirin. Pêkhateya Şîa, weke lîstikvanê sereke û herî bi hêz, kontrola wezaretên herî stratejîk di destê xwe de digire. Wezaretên mîna Neft, ku bingeha aboriya welat e û Karên Hundir, ku hêza ewlehiyê ye, di bin kontrola wan de ne. Her wiha wezaretên Tenduristî, Xwendina Bilind, Çandinî û Darayî jî di nav para wan de ne ku ev yek bandoreke rasterast li ser jiyana rojane û aboriya gel dike.
Ji aliyê din ve Sunne wezaretên mîna Parastin, Plankirin, Bazirganî û Perwerdeyê birêve dibin.
Kurd jî wekî hevparê sereke wezaretên Karên Derve, Dad û Jîngehê di destê xwe de digirin.
Di vê dabeşkirina sosret de tenê Wezareta Koç û Koçberan mîna para kêmneteweyan xuya dike. Lê belê ev wezaret jî ji bo Êzidiyan nebûye para wan, ji ber ku hêzên siyasî yên din ên ku xwedî lobiya bihêztir in çavê xwe birine ser vê kursiyê jî. Ji bo Êzidiyan Wezareta Koç û Koçberan ne tenê postekî îdarî ye belkî wezaretek e ku rasterast bi çarenûsa bi hezaran koçberên wan ên li kampan ve girêdayî ye.
Windakirina vê wezaretê tê wateya ku pirsgirêka koçberên Êzidî wê bibe mijara biryara kesên ku belkî qet êş û janên Şengalê hîs nekirine.
Nebûna temsîliyeta Êzidiyan di asta wezaretan de, encamên xwe yên civakî û ewlehiyê jî hene. Dema ku civakek xwe di nava hikûmetê de nabîne hesta aîdiyetê ya ji bo dewletê lawaz dibe. Ev yek jî rê li ber bêbaweriyê vedike û dihêle ku hêzên derveyî dewletê hêsantir bandora xwe li ser wan herêman bikin. Li Iraqê gihîştina wezaretê tê wateya gihîştina budce proje û derfetên kar. Dema ku Êzidî ji vê çemberê derve dimînin, herêma Şengalê ji xizmetguzariyên bingehîn bêpar dimîne û pêvajoya avakirina bajêr hêdî dibe. Ev valahiya siyasî di heman demê de valahiyeke ewlehiyê jî diafirîne ji ber ku bêyî temsîliyeta siyasî ya bilind daxwazên ji bo parastina herêmî û îstîqrara Şengalê di astên navdewletî û federal de nayên bihîstin.
Siyasetmedarên Êzidî heta niha di nava paradoksa temsîliyetê de asê mane. Ji aliyekî ve naxwazin li dijî partiyên mezin ên ku piştgiriya wan dikin derkevin, ji aliyê din ve jî bi zexta civaka xwe re rû bi rû ne ku daxwaza mafên xwe bikin.
Ji bo ku ev rewş biguhere pêwîstî bi ronesanseke siyasî di nav civaka Êzidî de heye. Ev ronesans divê ji hundir dest pê bike û bingeha wê jî yekdengiya stratejîk.
Her çend cudahiyên îdeolojîk hebin jî divê di mijarên neteweyî û mafên destûrî de dengekî hevpar li Bexdayê bilind bibe. Lê di heman demê de civaka navdewletî jî berpirsiyar e.
Peymana Şengalê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin û hîn jî nehatiye bicihanîn, nîşana herî zelal e ku kêmnetewe di navbera du eniyan de hatine jibîrkirin. Heta ku Êzidî nebin xwedî postên bi bandor ên wekî wezaret an jî cîgirên serokkomar û serokwezîr wê biryarên li ser wan bêyî wan bên girtin.
Ev rewşa niha ya di avakirina kabîneyê de weke îmtîhanekê ye ji bo demokrasiya Iraqê; gelo ev demokrasî tenê ji bo mezinan e an wê derî ji bo kêmneteweyênresen ên vî welatî jî bê vekirin?
Siyaseta li Iraqê ya îro, siyaseta hêz û hejmarê ye. Êzidî tevî ku di dîrokê de xwedî koka herî kevnar a vê axê ne di nexşeya îro ya Bexdayê de hatine biçûkxistin. Şikandina sîstema Muhasas karekî dijwar e, lê ne negengaz e.
Ev yek pêwîstî bi zîrekiya siyasî avakirina lobiyên navdewletî û berî her tiştî yekitiya navxweyî heye.
Heta ku ev nebe kursiyên wezaretan wê her di navbera hêzên mezin de bên parvekirin û Êzidî wê her wekî temaşevan li şanoya siyasî ya li Bexdayê binêrin.
Paşeroja temsîliyeta Êzidiyan di hikûmetê de tenê ne bi dilovaniya serokên siyasî yên Şîa û Sunne belkî bi şiyana Êzidiyan a bo afirandina zexteke rasteqîn a siyasî ve girêdayî ye. Heya wê demê nexşeya wezaretan a Iraqê wê mîna kêmasiyekê di demokrasiya welat de bimîne û bibe belgeyek li ser marginalîzekirina pêkhateyên resen.