Gelê Kurd û hêzên demokratîk ji bo zelalkirina statuya Rêberê Gelê Kurd ku ew wekî sermuzekeravanê xwe yê sereke yê pirsgirêka Kurd dibînin, derketin kolanan. Gel helwesta xwe di vê mijarê de eşkere kir. Tevî vê yekê, gav neavêtina AKP'ê gumanên taktîkên derengxistinê zêde dike.
Tevî ku Rêberê Gelê Kurd bi rengekî fêîlî muxatab tê girtin jî, çima statuya wî fermî nabe? Her kes pirsa vê yekê dike. Rêveberiya tevgerê di daxuyaniya xwe ya 5'ê Gulanê de jî bal kişand ser vê mijarê. Ger bersiva vê pirsê neyê dayîn, Erdogan çi dibêje bila bibêje kes wê bawer neke. Gotinên Erdogan ya "pêvajo pêşve diçe" tenê dê mîna nermkirinê were dîtin. Jixwe wisa jî tê dîtin.
Hikûmeta AKP'ê hewl dide bi zêdekirina çend odeyan li Girtîgeha Îmraliyê têgihîştinê biguherîne û wisa nîşan bide ku ew li girtîgeha Îmraliyê rewşa Rêberê Gelê Kurd diguherîne. Armanc dike ku bandorê li helwesta Komîteya Wezîran a Ewropayê ya li ser "mafê hêviyê" bike. Hê jî têkiliyên xwe yên siyasî bikar tîne û hewl dide pêşî li helwest nîşandana Yekîtiya Ewropayê digire. Ewropa ku ji ber berjewendiyên siyasî tevdigere, dibe ku piştgiriyê bide taktîkên derengxistinê yên AKP'ê. Lê belê ne Abdullah Ocalan, ne gelê Kurd û ne jî hêzên demokratîk dê vê yekê qebûl nekin. Heta statu zelal nebe, ne pêkane ku derbasî girtîgehek din bibe.
Tayyip Erdogan, bi daxuyaniyekê diyar kir ku rêxistina îstîxbaratê ji bo lezandina pêvajoya çekberdanê, dixebite. Lê belê, êdî pêvajo têkilî û xebatên rêxistina îstîxbaratê derbas kiriye. Pirsgirêkeke siyasî ya 100 salî heye. Pirsgirêkek bi vî rengî bi hewldanên îstîxbaratê çareser nabin. Çekberdan jî ne mijarek aîdê rêxistinek îstîxbaratê ye. Mijara qanûn û hiqûqê ye. Heta di rêziknameyên qanûnî û pergala qanûnî de guhertin çênebin, pirsgirêk nayê çareserkirin. Kes bawer nake ku pirsgirêkên rêxistinek 54 sal û gelekî ku sed sal in di bin zilmê de dijî, dikarin bi xebata îstîxbaratê werin çareserkirin. Zarok jî ji vê yekê bawer nakin.
Her çend îstîxbarat di têkiliyên destpêkê de rolek lîstibe jî, gavên siyasî û qanûnî niha faktora diyarker in. Pêvajoya çekberdanê ya ku ji hêla Erdogan ve hatî behs kirin tenê dikare bi guhertinên qanûn û rêziknameyan were lezandin. Gava yekem zelalkirina statuya Rêberê Gelê Kurd e. Ji ber ku dema PKK’ê xwe fesix kir gotibû ku ‘tenê Rêberê me dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe û bigihîne encamê.’ Ev jî tenê bi zelalkirina statuya muxatabekî diyarkirî ve dikare bê meşandin.
Beriya niha Rêbert bi vî rengî vê rewşê reva kiribû, ‘di hewzê de av nîne û ji min re dibêjin avjeniyê bike.’
Devlet Bahçelî heftiya bihurî gotibû ku ‘divê pirsgirêka statu çareser bibe û koordînatoriya aştî û siyasî bê avakirin.’ Devlet Bahçelî dibêje di rewşa heyî de pêşketin ne pêkan e, lê Serokkomar dibêje ew hewl didin bi rêya rêxistina îstîxbaratê re pêvajoya çekberdanê lez bikin. Ji bo vê pêvajoyê ne mijarên axaftin û gotinan e jî ev mijar.
Gelo desthilatdarî dê helwesta gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li ber çavan bigire? Ger desthilatdariya AKP’ê piştî helwesta gel di mijara statuyê de gavek zelal neavêje, ev tê wateya ku pêvajo hatiye cemidandin. Di vê rewşê de, ji bo derbaskirina vê xitimandinê divê têkoşîn bê kirin. Têkoşîn û çalakiyên xurt ên mezin divê. Wisa xuya dibe ku heta desthilatdarî têkoşîneke xurt li beramberî xwe nebîne, ew ê her dem polîtîkayên mijûlkirinê bidomîne.
Tiştê ku Tayyip Erdogan herî baş dizane, amûrkirina hemû nirxan e. Wisa tê dîtin ku ji bilî parastin û dewamkirina desthilatdariyê tu derdek wî ya gel nîne. Ew hevsengiyên siyasî yên derve jî ji bo vê armancê bikar tîne. Lê vê carê mijara ku tê bikar anîn, mijareke ku dê dawî li desthilatdariya wî û Tirkiyeyê bîne. Ger pirgirêka Kurd bi vî rengî were destgirtin, Erdogan dê di dawiyê de wisa li vê pirsgirêkê biqelibe û matmayî bimîne ku rastî çi hatiye! AKP’ê ku bi polîtîkayên xwe yên li hember Kurdan hewl dide di desthilatdariyê de bimîne, di dawiyê de li hember hêza dîrokî û civakî ya Kurdan winda dike. Hêrsa desthilatdariyê dibe asteng ku vê rastiyê bibîne.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşamê