TAJÊ bi kongreya 3'yemîn vîna jinên Êzidî mayînde dike
Ji berxwedana Xanesorê heta biryara kongreya 3’yemîn rêwîtiya TAJÊ çîroka veguherîna êşê ya ber bi hêzê ve ye.
Ji berxwedana Xanesorê heta biryara kongreya 3’yemîn rêwîtiya TAJÊ çîroka veguherîna êşê ya ber bi hêzê ve ye.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku piştî karesata 2014’an ji nava xweliyên xwe şîn bû, êşa xwe veguherand vîneke polatî û parastina cewherî. Jinên Êzidî yên ku bi pergala xwe ya konfederal û li ser bingeha felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" sîstema baviksalarî û fermanan pûç kirin,îro bi coşa Kongreya 3’yemîn re destkeftiyên xwe ber bi lûtkeyê ve dibin û peymana civakî ya Şengalê nû dikin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) weke vîn, nasname û parastina cewherî ya civaka Êzîdxanê di dîroka nûjen de rûpeleke nû ya têkoşînê nivisandiye û daxwaza azadiyê gihandiye lûtkê. Civaka Êzidî ku di dirêjahiya dîrokê de rûbirûyê 74 ferman û qirkirinên sîstematîk hatiye, herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hovitiya çeteyên DAÎŞ’ê re rû bi rû ma. Di vê fermana dawî de, mîna fermanên borî, herî zêde jinên Êzidî bûn armanca êrîş, revandin û firotina li bazaran. Lê belê, tiştê ku vê fermanê ji yên din cuda kir, bersiv û hişmendiya ku piştî fermanê derket holê bû.
Jinên Êzidî êdî hêsirên çavên xwe paqij kirin, çek hildan xwe birêxistin kirin û ji nava xweliyên xwe şîn bûn. Ev serî rakirina dîrokî û derbasbûna ji qurbaniyê ber bi pêşengtiyê ve bi avakirina TAJÊ re gihîşt asteke sazîbûn û polîtîk. Îro jinên Êzidî ne tenê herêma xwe diparêzin, di heman demê de modela jiyaneke wekhev û azad ji bo tevahî herêmê ava dikin û di vê rêwîtiyê de xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe ya 3’yemîn amade dikin.
Ji bo ku em fêm bikin ka ev vîna polatî çawa hat hûnandin, divê em li pêngavên pêşîn ên rêxistinbûna fermî binêrin. Di 14’ê Îlona 2019’an de yekemîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê li bajaroka Xanesor a Şengalê hat lidarxistin. Ev kongre, ku bi daxuyaniyeke nivîskî ya Meclîsa TAJÊ û bi encamnameyeke berfireh bi dawî bû, weke manîfestoya destpêkê ya rûmeta jinên Êzidî derbasî dîrokê bû.
Di encamnameya vê kongreya yekemîn de hat teqezkirin ku civaka Êzidî û bi taybetî jin, di bin metirsiya polîtîkayên bişaftinê yên pergala modernîteya kapîtalîst de ne. Ji bo bersivdayîna vê yekê, pêngava herî girîng avakirina rêxistinên xweser ji bo jinên ciwan ên Êzidî hat destnîşankirin. TAJÊ di wê baweriyê de bû ku bêyî parastina çand, bawerî û nasnameyê, azadiya fizîkî tu wateya xwe nîne. Ji ber vê yekê, yek ji biryarên herî radîkal ew bû ku li dijî polîtîkayên bişaftinê yên ku li qadên Ewropayê û li tevahî kampên penaberan li ser jinên ciwan tên meşandin, têkoşîneke taybet û rêxistiniyeke xweser were avakirin da ku ciwan vegerin ser kokên xwe yên cewherî.
Her wiha di vê qonaxa yekemîn de hat destnîşankirin ku avakirina civakeke exlaqî û polîtîk tenê bi riya perwerde û saziyan pêkan e. Ji bo vê armancê biryara berfirehkirina xebatên akademiyên rêxistinî, civakî, aborî, parastin û siyasî hat girtin. Jinên Êzidî fêm kirin ku eger ew zanist û aboriya xwe bi dest nexin, parastina wan a leşkerî jî dê kêm bimîne. Sîstema ku TAJÊ ji bo xwe weke bingeh girt, li ser hîmê avakirina meclîs û komînan hat avakirin. Ev sîstema konfederal a demokratîk hêşt ku dengê herî daxwazker û herî bindest di biryargirtinê de cih bigire. Di heman demê de, jinên Êzidî dilsoziya xwe ya bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re ku rêya azadiyê nîşanî wan dabû, nû kirin û teqez kirin ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, ew ê têkoşîneke radîkal bimeşînin. Kongreya yekemîn, nirxê keda şehîdan jî mîna bingeha pîroz a vê têkoşînê pênase kir. Li dijî fermana reş, hevalên weke Bêrîvan, Arîn, Nazê û Lava wek sembolên berxwedana jinên Êzidî hatin qebûlkirin û soz hat dayîn ku her tim layîqî ked û têkoşîna her kesê ku ji bo rizgarkirina Şengalê şer kiriye û şehîd bûye, bin.
Sê sal piştî vê bingeha pîroz, di 13’yê Mijdara sala 2022’yan de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî gavaneke din a dîrokî avêt û Kongreya xwe ya 2’yemîn lidar xist. Ev kongre di demekî wisa de pêk hat ku Şengalê 7 salên xwe yên rizgarkirinê li pey xwe hiştibûn û ev serkeftin bi ruhê rizgarkirina Şengalê hat pîrozkirin. Di bin dirûşmeya "Em ê xwe ji fermanê biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin" û di bin ronahiya felsefeya cîhanî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de, bi sedan jin li hev civiyan. Ev kongre êdî ne tenê meclîseke gilî û gazinan bû, lê belê nîşandana hêz û îradeya avakirina pergaleke mayinde ya xweser bû. Di kongreyê de nêzî 250 delegeyên jin ên Êzidî û Ereb amade bûn. Hebûna jinên Ereb di vê kongreyê de peyameke gelekî xurt a siyasî û civakî da herêmê; fermanê dixwest gelan bike dijminê hev, lê TAJÊ bi rêxistinbûna xwe nîşan da ku xwişk-biratiya gelan û eniya hevpar a jinan dikare hemû planên qirêj pûç bike. Tevî ku hikûmeta Iraqê di wê demê de rû bi rû astengiyan derxist û rê neda delegeyên jin ên ji wargeha penaberan a Mexmûrê ku derbasî Şengalê bibin jî, ev helwesta astengker nekarî pêşî li biryardarî û coşa kongreyê bigire. Berevajî vê yekê, astengiyên Iraqê hêrs, biryardarî û vîna jinan a ji bo xweserî û serxwebûna hîn zêdetir xurt kir.
Rola jinên Êzidî di nava vê pêvajoya giştî de, guhertineke kûr a hişmendiyê di nava civakê bixwe de jî çêkir. Di civakeke ku berê bi urf, adet û pergalên baviksalarî hatibû dorpêçkirin û jin tenê di çarçoveya malê de dihat dîtin, îro jin bûne fermandarên herî pêşîn ên eniyan, bûne hevserokên saziyan, bûne dîplomatên ku li qadên navneteweyî mafên gelê xwe diparêzin. Ev xwe-rêxistinkirin, parastina herî mezin e ku pêşî li fermanên nû digire. Jinên Êzidî her tim tînin ziman ku eger beriya sala 2014’an saziyên wan, hêzên wan ên parastinê yên mîna YJŞ’ê û rêxistinên wan ên mîna TAJÊ hebûna, fermanê nedikarî bi vî rengî karesatbar bi serê wan de were. Ji ber vê yekê, xebata wan a herî mezin avakirina hişmendiya parastina cewherî ye ku tê de her jinek fêm dike ku parastina axê û parastina rûmetê yek tişt in.
Niha ku sal derbas bûne û destkeftiyên van her du kongreyan gihîştine asteke bilind, Jinên Êzidî li ser hîmê vê ezmûna mezin û bi rûmet, amadekariyên lidarxistina Kongreya xwe ya 3’yemîn dikin. Ev kongreya 3’yemîn ku tê payîn di demek nêz de were lidarxistin, ji bo TAJÊ û tevahî civaka Êzîdxanê xaleke nû ya werçerxanê ye. Di vê qonaxê de, metirsiyên li ser Şengalê û peymanên siyasî yên ku dixwazin îradeya Şengalê teslîm bigirin hîn jî berdewam dikin, lê li hember vê yekê sîstema TAJÊ hîn zêdetir kok daye erdê. Kongreya 3’yemîn wê bibe bersiva herî xurt a li dijî hemû gefên qirkirin û tesfiyekirinê. Jinên Êzidî bi riya vê kongreyê re dixwazin peymana civakî ya herêmê nû bikin, mekanîzmayên xwe yên parastin û aboriya xweser xurtir bikin û saziyên xwe yên akademîk bigihînin her gund û bajarokên Şengalê. Lidarxistina kongreya 3’yemîn delîla herî zindî ye ku pergalek ku bingeha xwe ji felsefeya azadiyê girtiye, tu carî paşve gavan navêje û her ku diçe mezin dibe.
Têkoşîna Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, îro ji sînorên çiyayê Şengalê derbas bûye û veguheriye çavkaniyeke îlhameke mezin ji bo tevahî jinên cîhanê û herêmê. Ji berxwedana Xanesorê heta biryara kongreya 3’yemîn, rêwîtiya TAJÊ çîroka veguherîna êşê ya ber bi hêzê ve ye. Jinên Êzidî nîşanî hemû mirovahiyê dan ku tirs û hovîtî çi qasî mezin be jî, eger rêxistinbûn, hişmendî û bawerî hebe, azadiyê her tim nêzîk e. Her pêngav, her meclîs, her komîn û her kongre ku ji aliyê van jinên qehreman ve tê avakirin, derbeke giran e li hişmendiya fermanan û her wekî di dirûşmeyên wan de tê gotin, ev têkoşîn dê azadiya jin û civakê bi rengekî herdemî mîsoger bike.