Şerê taybet ji her alî ve êrişê dibe ser ciwan, jin û nirxên civakî
Di serdema heyî de polîtîkayên şerê taybet ji her alî ve êrişî ciwanan, jinan û nirxên civakî dike.
Di serdema heyî de polîtîkayên şerê taybet ji her alî ve êrişî ciwanan, jinan û nirxên civakî dike.
Sîstema ku bi destê kujerên kastîk dixwaze jinê, civaka ku ji aliyê wê ve hatiye afirandin, nirxên wê; yanî dixwaze mirovahiyê tine bike, êdî di kêliyên dawî de ye. Ji ber vê yekê jî weke gayê ku çav li rengê sor ketiye êrişê dibe her tiştên ku li hemberî xwe xetere dibîne. Di nava civakê de ji bo xwe weke yekane rê nîşanî jin û ciwanan bide bi rengê herî bêperwa û hovane êrişê dike.
Bi taybetî di pêvajoyeke bi vî rengî krîtîk de ku Rêber Apo ji bo jinûve avabûna civak û jinê hewl dide, rûdana bûyerên bi vî rengî tesadufî nîne. Weke ku di her komkujî û lîstikên qirêj de hate dîtin, ji bûyera Gulistan Dokû heta bi bûyerên Mereş û Rihayê di binê her tiştî de aqlê mejiyê kastîk û mêr heye. 'Leviathan' ku hezaran sal in xwîna civakê dimêje û li ber ketinê ye, êdî di kêliyên xwe yên dawî de ye. Sira xurtbûn û zûbûna vê bidawîbûnê jî paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo û jiyana komîn a li dora jinê ye.
KIRYAR DESTHILATDARÎ BI XWE YE
Sîstem ji bo karibe xwe li ser piyan bihêle û civakê hîn bêhtir ber bi tinebûnê ve bikişîne, yek ji rêbazên sereke ku bi kar tîne rêbazên şerê taybet e ku ciwanan ber bi têkçûnê ve dehf dide. Di vê serdemê de polîtîkayên şerê taybet ji her alî ve êrişî ciwanan, jinan û bi taybetî jî nirxên civakî dikin. Ji bo vê jî herî zêde organên çapemenî weşanê di rojevê de dihêle û bi her cûre van amûran dixwaze civakê tine bike. Ji ber vê jî bûyerên trajîk û metirsîdar rojekê dinixumîne, rojekê jî dixe rojevê. Lê belê dema mijar dibe rêzefîlm, derew û bûyerên bêwate, bi hefteyan di rojevê de dihêle û hewl dide civakê bi vî rengî bi rê ve bibe.
Her tişt û her kes li aliyekî, mirov dixwaze vê bipirse: Gelo ji bo jin, zarok û ciwanên têne kuştin wijdanê mirovan qet naêşê yan jî mirov ewqasî hatiye korkirin ku rastiyan nebîne? Ka civak? Ka ew hêza ku xwedî li jin û ciwanan derkeve, bi hemû îradeya xwe li ber desthilatdariyê rabe? Civaka Tirkiyeyê ketiye nava rewşeke welê ku her tişt weke ku normal be xuya dike. Li welatekî ku kuştin, destavêtin, kujer û sûcdar hatiye asayîkirin; zehmet e ku mirovekî bi aqlê rast, mirovekî rast bê dîtin. Mînak; pirsgirêkên derûnî, nexweşî, jiyana ciwanekî dûrî civakê qet asayî ne. Lê belê li gorî rastiya heyî ev yek asayî tê dîtin. Mirov dema çapemeniya Tirk bişopîne vê yekê bi hêsanî fêhm dike.
Ji ber vê jî sûcdar ne tenê yê ku sûc kiriye, di heman demê de yê ku ev mejî afirandiye, yê ku vî mejî li civakê ferz dike û weke ku tiştek nebûye, bêyî ku li ber xwe bikeve dibêje, "Em ê hal bikin, em ê ronî bikin."
RÊYA RIZGARIYÊ XWEPARASTIN E
Eger em hewl bidin bi mînakan qala vî mejiyê qirêj bikin, wê roj têra vegotinê neke. Bûyerên bi vî rengî êdî ne mehê yan jî salê carekê, êdî her roj diqewimin. Bûyera Gulistan Dokû ku piştî şeş mehan îro tê ronîkirin, tenê yek ji van bûyeran e. Baş e bûyerên Rojîn Kabaîş, Narîn Guran û gelek weke wan wê çi bibe? Gelo li hemberî van em ê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin, yan jî her roj li yên nû temaşe bikin?
Di bûyera Gulistan Dokû de gelek pirs hene ku di hişê mirovan de ne. Çima niha lê ne beriya şeş salan? Gelo mijar êdî ji kontrolê derket û bandorê li hinekan dike, yan jî hesabê ku dikirin ne li gorî dilê wan e? Sûcên ku her roj ji aliyê desthilatdariyê ve têne kirin bê dawî ne. Tam qala vê yekê tê kirin.
Careke din kuştina jinê û careke din qaşo zilamên dewletê ku dewletê daniye ser serê gel. Gel wê çawa baweriya xwe bi wan bîne, wê çawa di nava aramî û edaletê de bijî? Dema ku li ser serê wan mirovên diz û tecawizkar hebe; her cûre karên qirêj dikin, keda gel dixwe û li ser xwîn û canê gel sermayeya xwe zêde dike.
Heta ku têkoşîneke hîn radîkal neyê meşandin, kujerên bi vî rengî wê bi dewamî mirovên bedew qetil bikin. Desthilatdarî naxwaze têkildarî vê bûyerê zêde biaxive; ji ber ku zane wê li ser milê wê bimîne. Wê çi bibêje? Herhal wê nebêje, 'Belê em sûcdar in, zilamên me ev bûyera kuştinê kirin'. Rêbazên ku serî lê bidin wê lîstikên şerê taybet û operasyonên xapandinê bin.
Ev avaniyên kastîk ku her kes pê zane lê kes bi wêrekî nabêje, ji her demê bêhtir di nava liv û tevgerê de ne. Êdî gelê Tirkiyeyê jî vê dibîne û pê zane; lê belê divê gavên hîn bi wêrekî bêne avêtin. Çawa ku ji neheqiyê re 'neheq' tê gotin, divê ji kujer re jî 'kujer' bê gotin.
Li Tirkiyeyê ti ji bûyerên kuştina jinê rasthatin nîne. Eger ewqas tiştên qirêj li Narîn a biçûk hatibe kirin, wê demê pêwîstî pê nîne ku mirov li yên din bifikirin. Ji ber vê yekê jî ev hemû cînayetên bi mejî û destê desthilatdariyê ne. Li dijî van kuştina divê dem dema rêxistinbûn û zanebûna bi xurtî ya jinê be. Me careke din fêhm kir bê xweparastin çiqasî jiyanî ye, ji bo jinekê nebe nabe; bi qasî nan û avê girîng e.
Her jineke dûrî xweparastin û rêxistiniyê li her cûre êrişê vekirî ye. Jinên ku xwe li ser bingeha xweparastinê bi rêxistin kirine hêzeke bêhempa ye û têk naçe.
PAŞEROJA CIWANAN TARÎ YE
Tirkiye ji aliyê exlaqî ve di nava hilweşîneke mezin de ye. Gelo ev yek xema kê ye? Wezîr hewl didin cihê lê ne ti carî ji dest nedin. Bi dehan parêzvanan digerin, lê belê ji bo parastina zarokan tiştekî nakin. Ji xwe qîmetê jinan li gel wan nîne. Qîmetê zarok û ciwanan jî nîne. Mejiyê wan tenê bi kêrî nixumandinan bûyeran tê. Ji bûyerên Riha û Mereşê û vir ve rayedar tenê diaxivin, tiştekî din nakin.
Ciwan hêza ku pê êrişî dibistanan bike ji ku digirin? Eger dewleta Tirk dixwaze pêşî li bûyerên bi vî rengî bigire, karê destpêkê ku divê bike divê neweşandina rêze fîlmên welê be ku mafya û kujeran li ber çavê ciwanan û zarokan xweş dikin. Ev rêze fîlm ciwanan ji cîhana rastî qut dike û dixe nava xeyalên cuda. Ji ber vê yekê jî di bûyerên dibistanê de kiryar mejiyê şerê taybet e.
Di rêze fîlmê 'Halef' de pîskopatê ku çek pê re ye lê modelekî 'xwende' ye. Di rêze fîlmekî din de tîpekî mafya yê li 'Bajarekî Dûr', karekterekî çek pê re ye. Û di rêze fîlmên din de jiyaneke bê xem tê nîşandan... Di senaryoya hemûyan de çîrokên welê hene ku dûrî ji rastiyêne û mafyayê baş nîşan dide. Ev rewşa trajîk rastiya desthilatdariyê û ciwanên li Tirkiyeyê bi şênberî radixe pêş çavan.
Niha jî bêyî şerm bikin radibin li her qenalê diaxivin, bê çawa dikarin zarokan ji xeteriyê dûr bixînin. Çareseriya esasî ew e ku zarokan û ciwanan ji vî mejiyê qirêj dûr bixînin.
DERMAN DI AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK DE YE
Li hemberî her cûre tarîtiyê hêzek heye ku ji civakê, jin û ciwanan re timî dibe ronahî û mirovahî bi vê yekê li ser piyan dimîne. Paradîgmayek heye ku ji mirovahiyê re bûye hêvî û bi vê yekê re civak dikare veguhere civaka exlaqî û polîtîk. Di nava civakeke ku xwe bispêre neteweperestî, olperestî û lîberalîzmê hilweşîna exlaqî bivê nevê wê pêk were û civak niha ji bingehê ve tê hejandin.
Lewma ji bo koka civakî bê xurtkirin û nirx bêne parastin divê em hîn bi xurtî ji modela civaka demokratîk a Rêber Apo bawer bikin û ji bo wê têbikoşin. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelê Tirk û gelan hemûyan rêya rizgariyê di nava modernîteya demokratîk de ye.
Ji bo jiyan û mejî di nava tarîtiyê de nefetisin, ji bo jin bibin 'Xwebûn' û karibin bijîn, ji bo zarok hîn bi ewle û ciwan jî bi hêvî bin, divê her kes bi wezîfeya avakirina civaka demokratîk rabin. Rêber Apo tevahiya emrê xwe da wê yekê ku jin li cewhera xwe vegere û civak li ser bingeha exlaqî bijî.
Eger îro jin û civakên cihê hêviyê hebin, ev yek bi saya ronahiya hêviyê ya Rêber Apo ye.