Ti tişta bi wate hêsan nîne. Mirovê kapîtal ê ku dide pey konfor û rehetiya xwe, roj tê ber bi bêwatebûnê ve diçe. Lê 'tovê jiyana azad' ku 4'ê Nîsana 1949'an li nava xakê reşiya, li gel ziwatiya xakê jî mezin dibe, kûr dibe û hîn bêhtir bi wate dibe. Rêber Apo ku bêdudilî pêşwaziyê li zor û zehmetiyên herî mezin dike, destnîşan dike ku ya hêza berxwedana li hemberî van zor û zehmetiyan daxwaza li ser 'israra ji bo mirovbûnê' ye.
Israra li ser mirovbûnê...
Mirovbûn çi ye û mirov çawa ji mirovbûnê tê derxistin?
Ya ku mirov dike mirov wijdan e û wijdan jî havênê esasî ye ku civakekê dike civak. Êşa wijdan giran e, lê belê mirovan ji hemû qirêjiyan paqij dike. Ji bo mirovekî ku wijdanê xwe diêşe, mirin tirsek nîne; armanca pêkanîna hebûna xwe ye. Ji ber ku ew mirov ne ji mirinê lê belê ji nebûnê, yanî ji jibîrbûnê ditirse.
Mixabin mirovê li nava sîstema kapîtalîst ku hîmê xwe digihêje heta Dewleta Rahîb a Sumeran, gav bi gav vê wijdanê xwe ji dest dide. Ji bo bi xwe neêşe berê xwe dide her cûre bêexlaqiyê ku welêt, cîhanê diêşîne. Her ku wijdan, lewma exlaqa xwe ji dest dide, mirovahî hîn bêhtir dikeve nava derya bêwatebûnê. Di rewşeke bi vî rengî de li ser rûyê erdê fedaî çêbûn ku 'tovên jiyana azad' şîn kirin û bi sekna xwe ya jiyanê bûn dengê wijdan. Û 'tovên jiyana azad' ku îro şîn bûne, ji bo her kesên di nava lêgerîna heqîqetê de ne, mizgîniya herî mezin, hêviya herî mezin e.
Belê, dixwazim hinekî qala Rêber Apo bikim. Ev yek rastiyeke welê jî be ku bi gotinê nayê vegotin, her nivîs, her cih û her civaka ku navê wî lê derbas bibe, wateya efsûnî bi xwe re tîne. Ji bo bidestxistina vê wateyê jî bi daxwaza mayindekirina vê wateyê dest bi vegotina 'wî' dikim.
Mirovahiya ku di nava şerê emperyal de bêhêvî hatiye hiştin, tam li ber bidawîbûna hêviyê bû, Rêber Apo weke rojeke nû li ser roja îro hilat. Serdema me ya li ber mirinê da ber lêpirsînê, bi hesasiyeta cerrahekî tenduristiya me ya ku li ber jidestçûnê bû careke din radestî me kir. Qîmetê xwedawendiyê radestî jinê kir, dînamîzm da ciwanan û pîrozmendî jinûve da civakê.
Bi hesasiyeteke bêhempa nebaşî û qirêjî tine kir, bedewiya ku keşif kir xist şûna wê. Serdemeke qirêj bi destê xwe guhert û bedewiyeke bêhempa jê afirand. Rêber Apo agirekî bi vî rengî dada û bû afirînerê têkoşîneke mîna êgir. Ji ber ku yên bi wêrekî xwe di nava vî agirî de helandin, zingar û mijê li ser hezaran salî ji ser xwe avêtin. Dilên di nava vî agirê de şewitîn, ji nava cîhana sî û tarîtiyê derketin û berê xwe dan jiyaneke heqîqî. Bi vî rengî 'Tevgera Wijdanê' bi wan re peyda bû.
Di nava vê jiyana heqîqî de her cûre zilm şewitî û bû xwelî, wate jî weke deryayekê herikî û belav bû. Ji ber vê jî ew bû Newroz bi xwe, ji bo gelên Rojhilata Navîn ê ji ber zilmê bêhal bûbûn, bû Cejna Newrozê ya duyemîn. Piştî Kawa bû cejna rasteqîn a yekemîn a gelan. Bi destên xwe împaratoriyeke ko û kevne hilweşand û bi tiliyên xwe tovên şaristaniyeke şewqdayî reşand nava xakê. Û ew tov şîn dibe.
Di nava derya hezkirina sexte, hevrêtî, hevaltî û mirovahiya windabûyî de bû hevalê herî dilsoz, herî ji dil û ewladê herî bi xêr ê xwedawendan. Hezkirinê di dilên ziwa de diçîne û wijdan dide. Milyonan mirovî bi wijdan bi hev ve girê dide. Li hemberî cîhana ku berhema mêr ê zalim, sextekar, derewkar, talanker û hilweşîner; bi heybeta xwedawendiya li nava kûrahiya jinê ragirtî dest bi avakirina jiyaneke nû dike.
Ji bo jinên ku hezaran salî weke 'meta'yekê li bêdengiyê hate mehkûmkirin û êşa herî giran weke çarenûs lê hate ferzkirin, Rêber Apo bû dengvedana pîroz a dengê wan. Ji ber ku dema wî li rûyê jinekê dinihêrî 'meta' yan jî 'qurbanek' nedît; wî estetîka berxwedana hezar salî, mîmariya jiyaneke nû ya hezar salî di wê nêrînê de dît.
Heybeta wî ji wê bû ku bêderfetî veguherand çalakiyeke estetîk. Di nava ti kêliya jiyana xwe, têkoşîn û şerê xwe de nebaş nebû, nebaş nekir; berevajî vê yekê bû xwedî rêbazeke welê ya têkoşînê ku her roj bedew kir, nirx li nirxan zêde kir û bi wate kir. Rêber Apo ku fîlozofê jiyana mezin e; estetîk ne tenê weke şêweyê, lê li nava cihê herî veşartî yê ruh de weke 'dilxwaziya azadbûnê' dibîne. Bedewiya ku wî afirand berxwedana xurt a kulîlkekê ye ku li ser zinêr şîn dibe.
Ji ber vê yekê her bedewiya nû ya hate afirandin li hemberî her cûre qirêjî û nebaşiyê xwedî hêza berxwedanê ye. Ev bedewî bi nebaşiyê nebaş nabe, li hemberî zilmê serî natewîne. Ev bedewî li hemberî van hemûyan şerekî bêhempa dide. Her ku şer dike xurt dibe û hîn bedew dibe.
Belê, Rêber Apo 'cerahê serdema me ya nexweş' e. Her destwerdana wî hişyarkirin e, nefesek jiyanê ye. Mirovahiyê gaveke din nêzî başiyê, bedewiyê dike.