Eger Tirkiye demokratîk nebe wê çi bibe?

Tirkiyeya ku demokratîk nebe wê li paş bimîne, zêdetir di bin zext û îstîsmarê de be. Tekane rêya rizgarbûna ji vê yekê, azadiya gelê Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye.

Li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn girîngiya xwe ya dîrokî didomîne. Hemû kes jî baş dizane ku ev yek wê bi çareseriya pirsgirêka Kurd, yanî dabînkirina azadiya gelê Kurd pêk were. Her çend di vê çarçoveyê de nîqaşeke girîng tê birêvebirin jî pêngavên pratîk ên şênber bi tu awayî nayên avêtin. Di encamê de pergala faşîst û olîgarşîk hebûna xwe didomîne. Ev yek jî pirsa ‘Ger Tirkiye demokratîk nebe wê çi bibe?’ bi awayekî tund di rojevê de digire.

Baş e ev rewş çima wisa dibe? Kesên ku li dijî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê derdikevin, vê yekê dispêrin çi? Ger em mijarê di çarçoveya van pirsan de bigirin dest bersiva ‘’çavdêrîkirina encama şerê Îranê’’ derdikeve pêşiya me. Madem bendewariya hêzên antîdemokratîk bi vî rengî ye; wê demê rewşa şerê Îranê çi ye? Bi awayekî şênbertir kî di şerê Îranê de bi ser ketiye?

Eger em li daxuyaniyên hatine dayîn binêrin bi awayekî hovane di şerê behbehs de hem DYE hem Îsraîl hem jî Îran bi ser ketiye! Yanî her du aliyên şerî jî îlan kirin ku ew ‘’Bi ser ketine.’’ Îranê  got ku ew ‘’hilneweşiyaye’’ û serkeftin îlan kir û DYE û Îsraîlê jî ‘’derbên li Îranê xistine’’ derpêş kirin û serketina xwe îlan kirin. Ji ber di şerekî de her du alî bi ser nakevin, di rastiyê de îlanên serketinê yên hatine kirin ne rast in û ji ber wê yekê jî encama dawîn a şerê berbehs hê derneketiye holê.

Di rastiyê de gotina ku her du alî bi ser neketine û her du alî jî têk çûne ne şaş e. Yanî serkeftina ku aliyan bi dest nexistite, di rastiyê de serkeftineke Pirusê ye. Rewşa ku tevî têkçûnê jî îlankirina serkeftinê ye. Zirara ku Îranê dîtiye li holê ye û wisa dixuye ku rejîma berê nikare hebûna xwe bidomîne. Di demên nêz de wê li Îranê guherînên mezin pêk werin. Serkeftina DYE’yê ya qaşo jî wê ji ber mubalexeya zêde li ser wê gelekî buha be.  Ji ber şerê Îranê NATO di nava şehitaneke gelekî mezin de ye, DYE heya bûye dijberê Îngilistanê jî ku sereketirîn hevalbendê wê ye. Ji aliyê DYE’yê ve encama şerê Îranê dawiya Împaratoriya DYE’yê ye. Ev pêvajoya ku li gel belavbûna Yekîtiya Sovyetan dest pê kir, li gel şerê Îranê derket asteke bilind. Êdî cîhana kapîtalîs bi awayekî teqez piralî ye. Kesên li cîhana dualî digerin û bêriya wê didikin wê hê gelekî bisekinin.

Baş e di vê rewşê de wê şerê Îranê çawa bi encam bibe? Wisa dixuye ku ne serkeftina aliyekî wê lihevkirine demkî ya aliyan derkeve holê. Bêguman aliyên ku li hev bikin wê bes ne DYR-Îsraîl û rejîma Îranê ya heyî be; di heman demê de wê ev yek ji bo hemû hêzên Îranê yên demokratîk û gelên li Îranê jî derbasdar be. Belkî jî wê hêza yekemîn hêzên demokratîk ên Îranê bin. Her du aliyên din heya niha hemû hêza xwe bi kar anîn lê belê nekarîn encameke çêker dernexistin holê; di rastiyê a niha dor hate gelên li Îranê, jin û ciwanan û hêzên demokratîk ên Îranê. Ji niha û pê ve wê herî zêde ev hêz li ser dikê bin.

Baş e encameke bi vî rengî wê bi kêrî rejîma Tirkiyeyê ya heyî were? Bi gotineke din wê rejîma AKP'ê j’ vê encamê sûd werbigire?  Na, ev encam wê bi kêrî rejîma Tirkiyeyê ya heyî neyê. Tişta ku bi kêrî rejîma Tirkiyeyê were ew e ku rejîma Îranê ya heyî hebûna bidomîne yan jî jinûvehatina Şahitiya berê ye.  Li gorî ku ev her du jî pêk nayên, wê demê tiştekî ku Tirkiye ji eniya Îranê bi dest bixe tune ye. Ji ber vê yekê kesên di nava bendewariyan de ne xwe dixapînin. Ji wê yekê wêdetir wê li Îrana nû Kurd bibin yek ji hêza herî bibandor ku ev yek jî wê li hemberî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên rejîma Tirkiyeyê ya heyî derbeyekî mezin be.

Ji bilî vê yekê meseleya Behra Spî ya Rojhılat dimîne. Di rastiyê de hin derdorên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve ye ku destpêka şerê Xezeyê ye, analîzên pêşerojê kirin, bi gotina ‘’Wê boça kerê li Qibrisê bizde’’ û bal kişandibûn ser geşedanên siyasî û leşkerî yên niha rû didin û wê hê jî kûrtir bibin. Tifaqa DYE-Îsraîlê, li qada Lubnan û Sûriyeyê serweriya Behra Spî ya Rojhilat bi dest xist. Di heman demê de li gel Qibrisa Başûr û Yewnanistanê jî têkiliyên piralî pêş xist, ev her du qad ji hemû aliyan ve asê kir û ev beşa rêya enerjiyê ya nû jî xist bin kontrola xwe. Ev rewş bes bi DYE û Îsraîlê re sînordar nema; Têkiliyên weke yên li gel Qibrisa Başûr û Yewnanistanê li gel dewletên mezin ên weke Elmanya û Fransayê jî pêş xist. Ji vê yekê wêdetir her du hêzên Efrîqaya Başûrî Misir û Libyayê jî li gel Elmanyayê û girêdayî vê yekê li gel Yewnanistanê tifaqeke aborî û siyasî çêkir. Bi vî away ji peravên Efrîqayê heya yên Yewnanistanê li tevahiya Behra Spî ya Rojhilat serweriyek hate avakirin.

Baş e di gel ku ev hemû bi awayekî eşkere pêk hatin, di vê rewşê de wê hêz û bandora tifaqa stratejîk a Tirkiye- Îngilistanê çi qas be? Tirkiyeya ku hewl dide xwe di bin siya Îngilistanê de biparêze wê hêza xwe ya heyî çi qasî biparêze? Her wiha rewşa Îngilistan û Tirkiyeyê jî ne weke hev in. Ma kî dikare bibje ku Îngilistana ku ji aliyekî ve li gel Tirkiyeyê tifaqeke stratejîk kiriye, ji aliyekî din ve li gel DYE û Ewropayê tifaqeke xurttir nekiriye?

Wê demê li hemberî hegemonyaya nû ya li Behra Spî ya Rojhilat pêk hatiye ne Îngilistan ne jî hêzeke din dikare Tirkiyeyê biparêze. Jixwe Tirkiye ji derveyî rêya enerjiyê ya heyî dûr hatiye girtin ku nêzîkatiyên heyî bi awayekî teqez nikarin vê yekê biguherînin. Her wiha di hilbijartina sala borî Qibrisa Başûr de namzedê li dijî AKP’ê û parastina yekbûna li gel Başûr dike, bi ser ket.  Nîşannedana çalakbûneke cidî ya heya niha vê rastiyê naguherîne. Di pêşerojê de dema ku wextê wê hat wê Rêveberiya Qibrisa Bakur û civaka wê bi awayekî teqez bixwazin bi Başûr re bibin yek û wê vê yekê bikin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya heyî wê bi vî awayî derbeya yekem bixwe. Dîsa tifaqa berbehs, ji  bo  zorlêkirina rêveberiya Tirkiyeyê wê piştgiriya xwe ya ji Kurd û Ereban re xurttir bike.

Bila şaş neyê fêmkirin, ev tiştên ku me anîn ziman ne tên wateya ku wê li Tirkiyeyê şer çêbibe ne jî tên wateya ku em li Tirkiyeyê daxwaza şerekî û lawazbûna wê dikin. Bes em hewl didin ku tiştên ku girêdayî şert û mercên berdewamkirina dîktatoriya olîgarşîk a li dijî  gelê Kurd û demokratîknebûyînê, rû bidin, bînin ziman. Em dixwazin ku encama li benda Tirkiyeyê nîşanî însanên bihîzyar bidin.

Baş e wê rêveberiya ku demokratîkbûyînê pêk nayne, polîtîkayên qirker ên li dijî gelê Kurd didomîne li hemberî vê rewşê çi bike? Li gotinên rêveberên AKP-MHP’ê yên derbarê Îsraîlê de û dijûnên çapemeniya şerç taybet ên her roj dikin,nenêrin; di rewşeke bi wisa de wê rêveberiya Tirkiyeyê bi temamî teslîm bibe, ji ber ku ne pêkan e ku li hemberî hêzên berbehs şer bike. Ji vê yekê wêdetir hêzên berbehs ji aliyê aborî û siyasî ve jixwe Tirkiye ji hundir bi dest xistine.  Ji ber wê yekê bêyî şerekî wê rêbeveriya dîktator li hemberî wan çokan deyne. Bi vî awayî Tirkiye wê hegemonyaya Îsraîlê ya pêş dikeve, qebûl bike û li Rojhilata Navîn bibe welat yan jî dewleta ne girîng. Tirkiyeya ku demokratîk nebe, nikare pêşiya vê encamê bigire û wê biguherîne.

Wê demê girêdayî azadiya gelê Kurd tekane rê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Tirkiyeya ku demokratîk nebe wê li paş bimîne, zêdetir di bin zext û îstîsmarê de be. Tekane rêya rizgarbûna ji vê yekê, azadiya gelê Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parastina vê yekê dike, li gel Pêvajoya Aşitîû Civaka Demokratîk ku pêş xistiye, hewl dide demokratîkbûyîneke bi vî rengî pêk bîne.  Ji ber wê ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê hemû kes piştgiriyê bide Rêberê Gelê Kurd, li hemberî nêzîkatiyên AKP’ê yên gîrokirin û pûçkirina pêvajoyê bi awayekî çalak têbikoşe.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka