Li Rojhilata Navîn hevsengiyên ku sed salan beriya niha hatibûn avakirin, diguherin. Lê belê ya herî girîng ew e ku piştî guherîna hevsengiyên stratejk wê pergaleke çawa derkeve holê. Her çend pêderxistina vê yekê ya tam zehmet jî be, ev îhtîmal derdikevin pêşiya me. DYE-Îsraîl dikare di nava demeke kurt de ji nava rejîma Îranê serdoreke hevkar a Şara ya li Sûriyeyê ava bike. Dikare heya demekê versiyoneke rejîma molayan a xwe dispêre netewperestiya Farisan pêş bixe. Ger şer dirêj bibe di nava demeke dirêj de dikare Federasyona Demokratîk a xwe dispêre entegrasyona demokratîk pêş bikeve. Ji bo gelan ya herî nebaş ya ya yekem e. Ya duyem jî başê xiraban e. Ya herî baş ya sêyem e. Ev îhtimal bi awayekî teqez ji hevûdu dûr nînin. Di nava hevûdu de ne, wê bi rêya têkoşînê diyar bibe ku wê kîjan pêk were.
ANALÎZEKE TRUMP
Bi awayekî ecêb analîstên mezin dibêjin ku Trump tewşik e û bêyî stratejiyekê ev şer daye destpêkirin. Bi vî awayî hem xizmeta şerê psîkolojîk dikin hem jî rastiyan vedişêrin. Halbûkî Trump tam jî figureke li gorî modernîteya kapîtalîst e. DYE aktorê sereke yê şerê hegemonîk e. Rûsya û Çîn jî bi awayekî veşartî hevkariyê dikin. Çapemeniya Tirkiyeyê jî rastiyan vedişêre ji Îranê zêdetir şerê Îranê yê psîkolojîk bi rê ve dibe. Ji ber ku çapemeniya şerê taybet ê rejîmê ye vê yekê dike. Divê ev rewş baş were analîzkirin. Hevkariya rejîma şerê taybet û rejîma molla ya Îranê ji ya tê dîtin mezintir e, lewma bi vî rengî nêzîk dibe. Bes ne hevsengiya sedsala dawîn, hevsengiya çar sedsalî ya ji Qesri Şîrîn û heya niha têk diçe. Dema ku ev hevsengî xirab dibe hêmana Kurdê Azad pêş dikeve. Tişta ku tê sekinandin ev e.
ROJHILATA NAVÎN HATIYE FELÇKIRIN
Ev şer di heman demê de valahiyeke mezin diafirîne. Ya girîng ew e ku ji bo gelan avêtina pêngavên entegrasyona demokratîk a di dema xwe de ye ku vê valahiyê dagire. Di vê mijarê de divê ne xweavêtina li pêş ya bêyî hesabkirinê ne jî ketina xefleta ku em li bendê bimînin ku hêzên hegemonîk tiştekî bidin. Ger em bala xwe bidinê her du jî encamên bengîtiya bi hêzên hegemonîk re ne. Dikare li gel avêtina pêngavên xwehêz û di dema xwe de di şerê navbera statukoparêz û hêzên hegemonîk de ji bo gelan pêşketinên baş werin bidestxistin. Lê belê dînamîkên Rojhilata Navîn hatine felçkirin. Erdnigarî û civakên wê li ber mirinê ne. Tiştekî ku DYE, YE û versiyonên wan yên din ku bidin Rojhilata Navîn tune ye. Tevahiya kesên ku weke ‘’Netewdewlet’’ qîr dikin, ji zîhniyeta xwe heya dilê xwe hevkarên DYE-YE-Îsraîlê ne. Hemû bazirgan in. Ji Hîtler xirabtir in. Li gel Netewdewletê weke Hîtler in.
VEGUHERANDINE GILÊŞÊ
Bı qasî ji destê wan tê Rojhilata Navîn dirizînin. Henekên Trump ne belasebeb in. Ji ber ku dizane ku ew ka ew çi ne. Xeze kirin sergo. Ma kesên ku navendên kêfxweşiyê yên ku wê li ser Xezeyê werin avakirin di bi navê ‘’Aşitiyê’’ de pêşkêş kirin, ne ew bazirgan in? Kesên bi sedsalan e Rojhilata Navîn veguherandinê sergoyê ev in. Dema ku faşîzma Rojhilata Navîn li gelan ferz dikirin jî ji gotina mezinên xwe Îngilistan, DYE, Elmanya, Fransa û Îsraîlê derneketin. Ne netewletî ne jî mezhebparêzî berxwedan in. Jixwe eleqeya netewdewletî, olperestî, mezhebparêziyê li gel berxwedana azadiyê tune ye. Hemû ji bo bazrganiyê ne. Tiştên xirab tên ser gelan. Milyonan kesên ku bandor lê kirine ji mirovahiyê dûr xistine û yên mayî jî didin kuştin. Bi qasî dixwazin bila li dijî Îsraîlê derkevin, hemû hevkarên Îsraîlê ne, hevkarên wê yên sûcî ne. Weke kabûsekê berê xwe dane Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê divê em şerî li gel van sedeman baş analîz bikin. Tablo wiha ye: Şerê bazirganiyê yê di navbera faşîstên hevkar ên herêmî û mezinên wan de ye.
ŞOREŞGER JÎ RIZIYANE
Ya ecêb ew e ku hin kes li ser navê şoreşgertiyê ji vê yekê şerê antîemperyalîst derdixin. Di rastiyê de emperyalîzmê li Rojhilata Navîn rastiya mirovahiyê jî xirab kiriye. Kesên ku li ser navê çepgirî û şoreşgeriyê ji molayan antîperyalîst derxistine holê jî riziyane. Ya herî wehîm jî ev e. Pergalê şoreşger jî rizandine. Bi ser de bêyî ku fedî bikin vê yekê ji kesên ku li hemberî înkarkerên sedsalî disekinin, yên Kurd ji sêdareyê û jimirinê rizgar kirine re dibêjin. Ma kesên ku Kurd kuştine û kesên ku ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd bi rê ketine, nas nakin? ‘’Fedîkirin’’ jî hesteke şoreşgerî ye. Lê belê ji ber ev fedî nakin wê demê ev ne şoreşger in.GER BANGA
AVAKER ÇÊBIBE!
Di vê serdemê de yek ji şaşiya sereke ew e ku bes bilêvkirina rastiyan û sekinandina li cihê xwe ye; Hingofi ye ku bes dibêje ez çi qasî rast im. Rastiyên teorîk bes ji bo bilêvkirinê nayên pêşxistin. Bi qasî dixwazin bila bilêv bikin, dema ku nehatin avakirin tu wateya wê nîne. Rastiyê teorîk ji bo avakirinê ne. Mixabin ku rewşa heyî ya pêk têk berovajî ye.
Têgeh û rastiyên teorîk tên jiberkirin lê belê nayên avakirin. Tişta ecêb ew e ku kesên hê jî di pozîsyona avakeriyê dene dibêjin ku ‘’haya me jê tune ye bê ka çi diqewime; ji me re tiştek nayê gotin.’’ Kesên ku hinekî paradîgmayê dizanin û xeta îdeolojîk-polîtîk fêm kirne, dizanin bê ka çi çi ye. Ev nêzîkî salekê ye manîfesto tê xwendin, çaryeksedsal e paradîgma tê xwendin.
Ger hê jî pirsa ku ‘’wê çi bibe, tişta ku wê were kirin çi ye?’’ bê kirin wê demê nexwe salên borî belasebeb borî ne û hatine derbaskirin. Pirsgirêka sereke nebûna avakerên komunalîst ên demokratîk e. Encama vê yekê ye ku di nêzîkatî derketine holê.
Ya yekem kesên ku divê avaker bin bûne bangker. Bi awayekî ecêb hemû kes bangan li her kesî dike, hemû kesên ku mîkrofonê digirin destê xwe derdikevin ser dikê bangan dikin. Halbûkî divê ne banger bin, divê avaker bin. Ya duyem jî gilîdariyeke mezin heye. Hemû kes giliya hevûdu dikin. Her yek yê din weke astengî dibîne. Ev yek jî her tiştî bi dawî dike. Mezêxeriyê kesat û sazî rizandine.
HINCET KESAYETIYA FESAD E
Bı rastî jî hilberîn, afirandin û avakirina bi zehmetiyên mezin pêk hatine, hê jî li bendê ye ku were fêmkirin. Tekane astengiya li pêşiya civaka demokratîk a xwedispêre komunalîteyê ev bêfehmî ye. Bila tu kes xwe nexapîne û filan hêzê, înkarkeran û kesan weke astengî nîşan nedin. Kuliyateke nuwaze hatiye pêşkêşkirin; li ber destê me bi bergan analîzên ku hemû pirsgirêkên mirovahiyê çareser bikin, hene. Kesekî bi lez ji bo fêmkirina mijarê berê xwe bide wan wê di nava şeş mehan de fêm bike. Her wiha weke teorîk astek jî hatiye bidestxistin. Lê belê mijara esas ew e ku avakeriya komunalîst a demokratîk pêk were. Kesên ku dikarin plansaziya xwe bikin, dîsîplîna xwe pêk bîne, gotin û pratîka xwe bike yek, bibin avaker. Bi qasî plansaziya xwe bikin û bidîsîplîn bin dikarin ew qasî avaker bin. Rewşa berovajî wê demagogbûn e, mixabin ku rewşa giştî bi vî rengî ye. Kesên ku bi awayekî rast weke avaker xwe li ser kûr dike, bi qasî ku xwe kûr dike wê avaker be. Berovajî wê wê bibe kesayetiya fesad ku tişta xwe di saziyan û xebatan de nîşan dide ev e. Yan na pênaseyeke tiştên ku rû didin heye? Dibe ku hincet werin nîşandan, ev yek jî taybetmendiyeke kesayetiya fesad e. Yan na di saleke dawîn de li pêşiya nekirina xebatên avakeriyê ya her roj çibû? Ji derve kîjan hêz bû asteng? Aborî, perwerde, ziman, tenduristî, jin, zarok, ciwantî û ekolojî… Di kîjan qadê de komun hatin avakirin û hêzên derve bûn asteng?
AVAKERÎ WÊ ÇAWA PÊK WERE?
Bi rastî jî di vê mijarê de hewceyî rexnedayîneke xurt heye. Pêşxistina zihniyte, kesayet, jiyan, ziman û pratîka avakeriyê gelekî girîng e. Ev yek veguherîna pratîka kûrbûna ya ji serî heya binî, ji zihniyetê heya dilî, ji têkiliyan heya jiyanê hewce dike. Bi teşegirtina erkên neyînî avakerî pêk nayê. Ger em bala xwe bidinê ziman û têgeh yên di salên heftêyan û nodî ne. Lê belê êdî hişmendî û pratîka ku avakirin çawa pêk were hewce ye. Hê jî îfadekirina ku Kurd hene û mafên wan hatine înkarkirin tu tîştî îfade nakin. Serdema avakirinê, dayîna bersivên têkildarî pirsên ku Kurd wê çawa komunên xwe pêk bînin, di qadên weke aborî, perwerde, ziman, tenduristî, ekolojî û hwd. de li gel komunan çawa hebûna xwe azad bike û nîşandana van yekan a di pratîkê de ye. Ev di nava hevûdu de ye. Hebûna azad a gelê Kurd bi rêya komunbûnê pêkan e. Exlaqîbûn, polîtîkbûn û civakîbûna gelê Kurd girêdayî komunbûnê ye. Yên ku vê yekê pêk neyne nikare bibe avaker. Ger bibe jî wê bibe oportunîst.
PARSKIRINA ZIMANÎ…
A rastî mînakeke vê yekê meha borî li ser rojnameyê hate weşandin. Li aliyekî bangên saziyên zimanî yên ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî hebûn li aliyekî jî daneyên zimanê xizmetê yên Şaredariya Amedê hebûn. Saziyên zimanî weke ku bi salan e dikin li şûna ku xwe û hemû malbatan veguherînin dibistaneke zimanî radibin ji hin kesan ‘’xwazoktiya’’ zimanî dikin. Li gorî daneyên şaredariyê ji 100 kesî bes 8 kes xizmeta bi Kurdî distînin. Ya ecêb jî ew e ku li şûnaku şaredarî li vir berpirsiyariya xwe bibîne, weke ku gelî sûcdar bike bangan dike û jê dixwaze ku bi Kurdî biaxivin. Halbûkî berpirsiyariya saziyên zimanî ne ew e ku rabe bangan bike û rabe xwazoktiya perwerdeya zimanî bike. Berpirsiyariya wan ew e ku hemû kolanan, parkan, binên daran, kargehan, malan, qehwexaneyan… Weke ku perwerdeya zimanî bide, berpirsiyariya şaredariyê jî ew e ku ji bi perwerdeya zimanî binesaziya hewce amade bike. Heya ku saziyên zimanî nebin komun û şaredarî jî komunên xwe ava nekin ev pirsgirêk çareser nabin. Mesele ew e ku sazî komunên xwe ava nakin û pratîka vê yekê pêk naynin. Ev yek jî têkildarî avakeriyê ye. Yên ku fonksîyonîkirina saziyan pêk tînin, avaker in. Di saziyan de çend avakerên komunalîst ên demokratîk hene? Ev mijareke nîqaşê ya cidî ye.
Pirsgirêka avakirinê bes xwe di mijara zimanî de nîşan nade. Di hemû qadên jiyanê de xwe nîşan dide. Tişta ku wê vê yekê çareser bike, kesayeta komunalîst a demokratîk a avaker e. Serdemeke derfetê ya cidî û ji bo avakirinê derfetên mezin hatin afirandin. Tişta ku divê were kirin ew e ku bersivbûna bi avakeriyeke mezin e. Yan na ne ji bo wê yekê ye ku li ser rehetî, konforîzm û razana li ser wan e; yan jî pesndayîna wê ya ji bo bidestxistina kariyerê nîne. Têrekiya di vê mijarê de gelekî girîng e. Kesayetiya avaker kesayetiya têrek e. Bi ku ve jî biçe û li ku derê be jî wê ava bike. Wê di hemû kêliyên jiyana xwe de avakeriya xwe pêş bixe û nîşan bide. Nabêje ku bila derfet werin avakirin yan jî bila ev kes destûrê bide. Wextê xwe û cihê lê dimîne bes ji bo avakirinê bi kar tîne. Bi tena serê xwe ava nake. Kolektîf û komunal e. Hêza avakeran ji komunbûn û kolektîfbûna wan tê. Ger avakerî pêk neyê jî sedema vê yekê nebûna komunalbûn û kolektîfbûnê ye.
KURDBÛYÎN KOMUN E
Tevî ku qonaxên girîng hatin derbaskirin jî hê jî girêhişka Kurd heye. Wê ev yek çawa werederbaskirin? Wê çi bi Kurdan were kirin? Ne temamî tê kuştin ne jî destûr tê dayîn ku bi awayekî azad bijî. Hê jî leşker, xulam, karker, koleyê her kesî ye; ya herî xirab jî gora xwe bi destê xwe dikole. Lê belê ji bo xwe û hebûna azad li holê tune ye. Gelê Kurd di nava Auschmitzeke (kampeke Naziyan) mezin de ye. Ji ber vê yekê ye ku Kurd hê jî ji bo kesên din dijîn. Jiyîna ji bo kesên din, amûrîkirin, ger em bala xwe bidinê hemû hêz li ser Kurdan deq û dolaban digerînin. Tekane rêya rizgarbûna van yekan û ya herî girîng jî rizgarbûna ji Auschmitzê komunbûn e. Ev yek jî xwebi xwe pêk nayê û tekane rêya pêkhatina wê jî komunbûna girêdayî entegrasyona demokratîk e. Ji bo vê yekê jî avakeriya komunalîst a demokratîk hewce ye. Kurdbûna weke hebûnên azad, pêkanîna vê astê ye. Ji bilî komunalîstbûna demokratîk erka dîrokî bi cih nayê. Ji bilî komunan weke hebûnên azad Kurdbûn pêk nayê.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam