ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
Bi komunan ber bi jiyana demokratîk ve
Ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev divê em berê xwe bidin komunan, komunan ava bikin. Bi vî rengî em ê karibin şer, talan û komkujiyên li hemberî gelê xwe kêm bikin, jiyaneke azad ava bikin.
-
-
Encamên vebûna deriyên Îmraliyê
Gelê Kurd dixwaze ku sermuzakerevan azad bibe. Qebûl nake ku Ocalan ê ku li ser navê wan muzakereyê dike, li Îmraliyê girtî bimîne. Bi awayekî eşkere nîşan dide ku qebûl nake. Niha girîngtirîn rojeva gelê Kurd serbestmayîna Abdullah Ocalan e.
-
Girîngiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd
Yekîtiya Demokratîk a Kurd çavkaniyeke hêzê ye ku dikare her cure xeteriyê asteng bike û her cure êrîşê bişkîne. Wezîfeya herî esas a ku dîrokê daye hêz, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ev e.
-
‘Kurd divê li Şamê bin’
Hevdîtinên dîplomatîk ên navbera şandeyên Rojava-Şamê zêde tên kirin. Tê dîtin ku xebatên koordînasyona hevpar gihiştiye qonaxeke diyarker.
-
Em bi her awayî û her tim bînin ziman
Sînor hatin derbaskirin, dîwar hatin hilweşandin, qalibên di hişan de hatin şikandin û gelê Kurd belkî jî cara ewil e ku yekîtiyeke di vê astê de afirand û karî vê komloya bitalûke bide sekinandin.
-
Neteweya Demokratîk tê çi wateyê?
Ev paradîgmaya Rêber Apo tevî hemû astengî û êrîşan jî wê jiyanî bibe. Ji ber ji bo mirovahiya azadîxwaz e. Me xwe weke netewe nas kir û em têgihiştin ku çavkaniya hemû pirsgirêkên me neteweperestî û dewletperestî ye.
-
-
-
-
Rastiya ku Roja Rojava raxist pêş çavan
Dema ku her kes 1’ê Sibatê bi ruhê xwedî derketina li Rojava rabû ser piyan, wê Kurd qezenc bikin. Lê hîna ne diyar e ka peymana li Rojava, wê rast bikeve meriyetê. Lewma gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê heta ku li Rojava statu pêk tê, bi hestiyar bin.
-
Nameya yekitiyê ji Zelal û Ehmed re
Pêşengên me yên nemir; Rojava ku erdîngariya herî biçûk a Kurdistanê ye, ji gelê me re bûye quble û gel ji hemû aliyên din ên welat aniye gel hev. Li vê qubleyê dîroka berxwedanê lê tê nivîsandin û destanên qehremaniyê tên raberkirin.
-
Berxwedana dîrokî ya Kurdan: Rojava
Şoreşa Rojava ji 7 heya 70’ê xeyala sedsalî ya hemû Kurdan şênber kir, îro bi destkeftiyên xwe hîn zêdetir tê dîtin û bi wate dibe. Ezmûna Rojava bû mînak û nîşan da ku gel dikare bi rêxistinbûn û berxwedana xwe li ser piyan bimîne.
-
Paradîgmaya Parastina Jiyanê: Şoreşa Jinê ya Rojava
Êrîşên li ser rêxistinên jinan, birîna keziyê jinan, hedefgirtina şervanên jin, hemû hewldanên jêbirina hafizayê ne. Ew tiştê ku îro li Rojava li ber xwe dide ne tenê îdeolojiyek e, jiyan bi xwe ye û ev jiyan bi saya jinan wateyek nû dibîne.
-
-
Ji Şamê heta Şamê dubare dîrokê û têkçûna pîlanê
Komplo neqediya ye, lê careke din bi vîna Rêber Apo derbeke giran xwariye. Ji bo ku ev serketin bibe çareseriyeke mayînde, divê berxwedana gel, zexta siyasî û dîplomatîk were zêdekirin da ku deriyên Îmraliyê bi temamî werin vekirin.
-
Berxwedana hebûn û rûmetê
Rojavayê Kurdistanê ne tenê îro, ev 12 sal in barê şoreşê rakiriye ser milê xwe û hemû Kurdan dide jiyîn. Kurd bi saya berxwedana Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya li dijî çeteyên hov ên DAÎŞ'ê, li hemû cîhanê hatin naskirin û bûn xwedî hebûn.
-
-
Êrîşa li ser Rojava êrîşa li pêvajoya aştiyê ye
Êrîşên li ser Rojava di heman demê de êrîşên li ser Rêbertiya ku bingeha şoreşa Rojava danî û li ser têgihîna wî ya aştî û civaka demokratîk in. Divê gelê Kurd û hêzên demokratîk vê rastiyê bibînin û li gorî wê tevbigerin.
-
-
-
-
Sekinandina vî gelî ne pêkan e
Kî çi qasî êrîş dike jî bila bike êdî sekinandin, çewisandin, teslîmgirtin, kolekirin û tunekirina vî gelî ne pêkan e. Hema bibêjin gelê Kurd vejîn, yekîtî û pêşketineke neteweyî dijî.
-
Bi êrîşan dixwazin Komploya Navneteweyî temam bikin
Hêzên navdewletî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo berdewam dikin. Bi wan êrîşan dixwazin komployê temam bikin, tevahî nirx û destketiyên li ser esasê fikir û perspektîfên Rêbertî ava bûne ji holê rakin. Lê Kurdan biryara jiyana azad daye.
-
Li Sûriyeyê komployeke pir alî tê sazkirin
Pêşeroja Sûriyeyê û hêviya wê ya azadiyê ji bo siyaseta "bila Kurd diya xwe nebînin" a Tirkiyeyê tê qurbanîkirin. Yên ku QSD û Rêveberiya Xweser qels dikin, ên ku ev komployê sazkirine, Sûriyeyê ber bi tariyekê ve dibin ku êşên wê dê bi salan werin hîskir