Dosyayên Epstein: Halê herî tazî yê xerabiyê, asayîbûn û pergala bêcezabûnê

Bêdengiyên dubare û bêcezatiya pergalî ya li hemberî şebekeyên sûc û torên tundiya zayendî yên li herêmên cuda yên cîhanê, bingeha avahîsaziya gerdûnî ya ku em dikarin wekî "gerdûna Epstein" bi nav bikin, pêk tîne.

Gava xerabî bi halê xwe yê herî tazî derdikeve holê, bêguman tiştê herî girîng ew e ku li hemberî wê hêrs û bertekek wê derkeve holê. Nexwe, em ê careke din bibin şahidê asayîbûna xerabiyê û berdewamkirina wê ya bi şêweyên nû.

Em hemû bi nêrîna xwe nêzî vê meseleyê dibin û hewl didin fêm bikin. Bi mîlyonan rûpelên ku belav bûn, careke din bi bîra me xist ku cîhana em tê de dijîn çiqas tirsok û bêewle ye. Jixwe me ev yek dizanibû. Kêmasiya bertekên di asta gerdûnî de, ne di dema rast û ne jî di cihê rast de nîşandana wan û bêrêxistinbûn, em li hemberî torên sûc ên gerdûnî yên ku her tim şêwe diguherînin û belav dibin hîn lawaztir kirin.

Pêşî divê mirov nexweşiyê rast tespît bike her çend eşkere ye ku hewcedarî bi vê jî nîne. Li hemberî xerabî û hovitiyeke wisa zelal û tazî, divê berteka me ya pêşîn gelekî tund bûya.

Heke îro hîn jî bêdengiyek hebe çi di siyasetê de, çi di medyayê de, çi di cîhana çandê û mûxalefeta demokratîk de be ev yek nîşaneya wê ye ku hem împaratoriya tirsê çiqas belav bûye, hem jî mezinahiya sûc û kûrbûna rizîbûna civakî di çi astê de ye.

Divê mirov fêm bike ku ev diyarde ne konjonkturel û ne jî nû ye; xwedî kûrahiyeke dîrokî ye. Bêdengiyên dubare û bêcezabûna sîstematîk a li hemberî torên sûc û tundiya zayendî ya li herêmên cuda yên cîhanê, bingeha avahiya gerdûnî ya ku em dikarin jê re bibêjin "gerdûna Epstein" pêk tîne. Ne şaş e ku em bêjin tiştên derketine holê tenê serê çiyayê qeşayê ne.

Tabloya îro, berhema pêvajoya asayîkirin û rewakirina pratîkên tundiya zayendî, pedofîlî, xerabkirin û serdestiya bi şantajê ye ku bi salan berdewam kiriye. Dîroka polîtîkayên bêcezabûnê kûr e. Formên dewletên modern û pergalên darazê jî, bi giranî li ser bêedaletî û wekhevnebûnên kûr hatine avakirin.

Ev çarçoveya pergalî dihêle em fêm bikin ku tundiya navborî ne tenê "ji rê derketinên" sade ne; berevajî wê, mekanîzmayên navendî yên pergalekê ne ku wan tehemûl dike, dixe nav xwe û di dawiyê de wan diparêze.

Ji wêrankirina ku hişmendiya pergala kapîtalîst afirandiye wêdetir, tiştê herî bi fikar ew e ku; ji her beşî gelek elîtên wekî rêvebir, siyasetmedar, burokrat, karsaz, rewşenbîr, hunermend û rojnamevan, bi hêsanîyeke sosret û bi derbasbûna hemû sînorên exlaqî, xwe li vê avahiyê zêde kirine. Rizîbûneke kûr û tirsok li holê heye.

Li ser vê yekê, divê mirov rola dîrokî ya aktorên ku pişta xwe didin referansên olî jî zêde bike. Ev aktor, di berdewamkirina metakirinê bedena jin û zarokan de li ser bingeha îdeolojîk a mayînde, berpirsiyariyeke giran hildigirin.

Bi taybetî di hin derdorên olî de, hîn jî bi eşkere fetwayên ku destûrê didin zewaca bi zarokên keç re tên dayîn. Di tarîqat û cemaatên cuda de, skandalên destdirêjî û tundiya zayendî yên ku bi awayekî sîstematîk hatine veşartin, yek li pey yekê derdikevin holê.

Para vê hişmendiya ku bi sedsalan e xwe ferz dike û di nav qatên herî nazik ên civakê de rûniştiye, nayê înkar kirin.

Her wiha, divê mirov ji bîr neke ku ji bilî tora Epstein a li DYA'yê, "Epstein"ên her welatî hene. Li dora wan torên bêcezabûnê yên kûr hatine hûnandin.

Ev hemû dînamîk ji hev qut nînin. Di encamê de tiştê derdikeve holê; toreke tundiya sîstematîk e ku bi bêdengiya kolektîf hatiye asayîkirin, paşê hatiye rewakirin û di dawiyê de jiyana me dorpêç kiriye û pêşeroja me tehdît dike. Ev ne fermaneke sûc a gerdûnî ye ku ji nişka ve derketiye; pergalek e ku di demeke dirêj de hatiye avakirin e. Şertê bingehîn ê fêmkirina cidiyeta rewşa îro ew e ku ev avahî û parêzvanên wan bi her awayî werin xuyakirin.

Di çarçoveyekê de ku avahiyên civakî bi asteke bilind heliyane û cîhan li dora berjewendiyên bêexlaqî yên kûr hatiye birêxistinkirin, pirsa bingehîn êdî ew e ku rêyên derketinê çi ne. Lê belê, her perspektîfeke veguhertina rastî, berî her tiştî avakirina eniyeke civakî ya bihêz dixwaze ku hesab dipirse, daxwaza edaletê dike û mekanîzmayên berpirsiyariyê ferz dike û serî hildide.

Lewre ne rast e ku mirov li benda desthilatdariyên heyî yên rûxandî bimîne ku bi ser van torên sûc de herin. Li hemberî me çînekî bûrjûwayê yê rizîbûyî û pergaleke bi kangren heye. Jixwe belgeyên ku hatine eşkere kirin, îşaret bi mîmariyekê dikin. Ji tora sûc a sade wêdetir, pergaleke kontrolê û şantajê ya pir berfireh derdixe holê. Her çend ev rûxandina exlaqî ya kapîtalîzmê îfade bike jî, ev pergal hîn li ser piyan e û serdest e. Ji ber vê yekê, avahiyên desthilatdariyê yên heyî, herî zêde dikarin li ser avakirina torên berjewendiyan ên nû û xebitandina mekanîzmayeke nû ya bêedaletiyê bifikirin.

Bê guman amûrên dewletê û komên sermayeyê; bi rêya torên dîjîtal û medyayê, di heman demê de bi bikaranîna mekanîzmayên nû yên şantaj û tirsê, dê hewl bidin ku balê bikişînin ser aliyên din, serê mirovan tevlihev bikin û bidin ji bîr kirin. Tam ji ber vê yekê, hewcedarî bi bertekeke civakî ya rastî heye ku rasterast çavkaniya pirsgirêkê hedef digire.