Berxwedana Rojava careke din Kurd kirin yek û deng veda

Em weke netewe deyndarên Rêber Apo ne. Divê em deynê xwe bidin û layiqî keda Rêber Apo ya 53 salan bin. Divê em têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo deh qatan zêde bikin, dawiyê li komploya kevin û nû bînin.

Piştî êrîşên li ser Rojava yekîtiya gelê Kurd weke rojê diyar bû. Me hemûyan bi çavên serê xwe dît bê ka çawa gelê Kurd hilpekiya. Li ser xaka Rojava civiya û payebûna xwe careke din weke xwedîderketina sala 2014’an û hîn zêdetir jî ji hemû cîhanê re da diyarkirin ku yek in û bi biryar in wê mafê xwe misoger bikin. Ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê, li seranserê cîhanê Kurd û derdorên demokratîk rabûn ser piyan û gotin, “Ji Rêber Apo re azadiya fizîkî û ji gelê Kurd re statu.” Yanî daxwaz kirin ku rewşa Kurdan zelal bibe, hew werin kuştin û mafên wan di destûra bingehîn de were zagonkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal e li hemberî pergala berdewamî ya Îmraliyê li ber xwe dide. Gelê Kurd jî weke şopdarê xeta Rêberê xwe fêrî berxwedanê bû. Rêber Apo bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an dîl hat girtin û hîn jî ew pergala tezîba girava Îmraliyê ya lê ye berdewam dike. Rêber Apo, di şert û mercên tecrîdê de ye. Rêber Apo tevî wê rewşa tecrîda girankirî jî ji hawirdoreke ku bi milyoneke mirovên li derve dijîn re dibe ronahî, wan radike ser piyan û çalak dike. 

Careke din hate diyarkirin ku mirovahiya azadîxwaz li çar hawirdorê cîhanê ligel gelê Kurd li dîasporayê dixwazin dengê Rêber Apo hîn xurtir û ji nêz ve bibihîzin, fikrên wî hîn ji nêztir û bi hizur guhdarî bikin. Sedema wê jî ew e ku girêdana wan di warê fikrî de bi Rêber Apo re hatiye çêkirin. Dixwazin fikrên xwe bi ronahiya bîrdoziya Rêbertî zelal bikin. Hewcedariya her kesî bi azadiyê heye û mirov ketine nava hewldana pêkanîna wê. Pêvajoya Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an bi Banga Aştî Civaka Demokratîk da destpêkirin hîn jî berdewam dike. Dibe ku pêvajo ji hêla hêzên komploger, baskê veşartî yê dewleta Tirk û hin derdorên ji qirkirina Kurdan rantê werdigirin ve hewl were dayin ku bê sabotekirin.

Geşedanên piştî destpêkirina pêvajoyê her çiqasî erênî bin jî kêm in. Dibe ku hema demildest azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neynin jî. Her wiha mimkun e pêvajo pêş bikeve û bigihije encamê jî. Yanî tiştek diyar nîne. Êrîşên 6’ê Çileyê li ser Rojava hatin destpêkirin jî gelekî hovane û dermirovî bûn. Nexasim jî yên li ser taxên Helebê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pir giran bûn. Kurd û dostên wan ji her derê cîhanê piştgirî dan Rojava. Ev helwesta gelê Kurd bi serê xwe şoreşek e û misogerkirina serkeftinê ye. Tekez wê hîn jî berdewam bike û li gorî pêvajoyê jî wê wisa be. 

Divê mirov vê rastiya berbiçav fêm bike, jê re bi hurmet be û hîn xurtir rêxistin bike. Ji bo wê jî bêhtir têkoşîn pêwîst e. Berxwedaneke bi lezgînî, wêrekî û fedakarî divê domdar be. Hate îspatkirin ku hêz ne di çek û pereyan de,  berevajî di yekîtî û rêxistinkirina gel de ye. Rêber Apo timî bal dikişand ser vê mijarê û digot, “Divê hûn bixebitin. Di nav gel de têkoşîn bikin, xwe birêxistin bikin. Tevî hûn di nav gel de ne jî hûn ji gel dûr in. Pêwîst e hûn bi ruh û can di nav gel de bin.” Hêza mirovan ji fikra wan tê. Divê xwe zana bikin û ji xwe bawer bin. Hewce ye mirov fedakar û dilêr bin. Em hemû jî dizanin ku kombûn û hevparî helwesta bîrdozî xurt dike.

Divê mirov ji cihekî şaş li hêzê negere. Ji ber hêz di yekîtiya civaka mirov de ye û ezmûnên dîrokî yên seyra jiyana civakê van pir zelal didin diyarkirin. Jixwe eger mirovan hêza xwe nekiriba komî û nebana civak, wê tiştek bi navê civak û mirovahiyê tineba. Tekez divê mirov dest ji wan nêzîkatiyên desthilatdar, berjewendîperest û madiyetperest berde. Hewce ye em ji cihê rast li hêzê bigerin û civaka xwe birêxistin bikin. Divê were zanîn ku di nav civaka Kurd de hîn gelek şexsiyet, malbat û eşîr hene ku bûna dewlet, desthilatdar û sermayedar di dilê wan de weke hesretekê maye. Mixabin û gelek mixabin wê tekez ew hesret ji dilê wan dernekeve jî! Ji ber Rêber Apo rastiya dewletê bi gelê Kurd bi awayekî giştî daye nasîn. Em weke netew rojane li ber  çavên xwe dirindebûn û tundiyên dewletan dibînin. Qet ji dilê me nayê ku em jî bibin weke wan dewletên hov, dirinde û despot.

Jixwe dema em li dewletên weke Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê dinêrin, tê dîtin bê ka çi tînin serê gelên xwe. Dewlet bi hemû tazîbûna xwe li ber çavên me tê raxistin. Wiha li mirov tê ku dilê mirov dixele û dike ku vereşe. Jixwe dewletên din jî bi heman rengî ne. Hemû şerên li cîhanê rû dane tekez ne ji ber civak û jinan in. Sedema wan dewlet in, jin û civak jî dibin qurbana wan dirindeyan. Qet xema dewletan jî nîne bê çiqas kes dibin qurban. Hinek Kurdên me jî dane pey dewletbûnê da ku bibin desthilat û serwer. Jixwe di hefteya borî de birêz Cemîl Bayik jî bilêv kir ku hinek aliyên Kurdan hene ku kaprîsan dijîn.

Ew kaprîstî jî weke mijareke derûnî ye. Li cem hinekan digihêje asta nexweşiyê jî. Weke nimûne dema hinek mirov neyên hezkirin yan jî neyên qebûlkirin û dema bibînin hinek mirovên din yan jî serokên din di nav gel de têne hezkirin hesûd dibin. Her li pey wan kesên din dikevin ku wan reş bikin. Jixwe dema Rêber Apo têkildarî Komploya Navneteweyî digot, “Di nav komployê de xiyaneta Kurdî jî hebû.” Kesên weke Mahir Welat, Mizgîn Şen û Dîlan jî hebûn ku komplogeranb  ew ji xwe re weke amûrên besît bi kar anîn. Lê Kurdên dewlethez û sermayeparêz jî hebûn ku dixwestin hedef û armancên xwe  pêk bînin.

Hinekan jî armancên xwe pêk anîn, lê heya kengî gelo? Niha jî ew kes, malbat, eşîr û xerabkar ketine pey reşkirina Rêber Apo. Lê wê ti carî bi ser nekevin. Ji ber Rêbertî hatiye naskirin û gelê Kurd li her deverê bi yekdengî dibêje, “Ji Rêber Apo re azadiya fizîkî, statu ji gelê Kurd ê li Rojava re.” Ev tenê jî ji wan koman re mirin û têkçûn e! Gelê Kurd heqîqeta heyî nas kiriye. Rêber Apo di pirtûka xwe ya herî dawiyê de jî pir vekirî yek bi yek rewşa hêlên Kurdî vedike, kesayet bi kesayet, wan dinirxîne, welatparêz û xayînên xwefiroş ji hevdu cuda dike. Ev jî dibe rohnîkirina rêyê ji gelê Kurd re da ku em xwe weke netewe binasin, li hemberî her cure xiyanet û bûyerên sernixumandî têkoşîn were kirin.

Weke Kurd tekez divê em bi hûrgilî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bixwînin. Ji bo mijara aqilê Kurdî hîn baştir were fêmkirin, Kurdên dewlethez û xiyanetkar werin dîtin û li hemberî wan têkoşîn were kirin xwendina Manîfestoyê pir girîng e. Em weke netewe deyndarên Rêber Apo ne. Divê em deynê xwe bidin û layiqî keda Rêber Apo ya 53 salan bin. Divê em têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo deh qatan zêde bikin, dawiyê li komploya kevin û nû bînin. Ez careke din Komploya Navneteweyî, hêzên sermayeparêz û dewlet neteweyan şermezar û rûreş dikim. Bimire her cure, şer, tundî û komploger. Bijî Rêber Apo. Bijî yekîtiya gelan û xwişk û biratiya wan. Jin jiyan azadî.