Kamel Bencheikh nivîsand: “Rojava di xala kor a hêzan de ye”

Nivîskar û ronakbîrê Fransî-Cezayirî Kamel Bencheikh di gotara xwe ya ku di kovara La Nouvelle Revue Politique (NRP) de hatî weşandin de, êrîşên li ser Rojava û berxwedana wê dinirxîne û bêdengiya li hemberî van êrîşan rexne dike.

Bencheikh di nivîsa xwe de bang li her kesî dike ku piştgiriyê bidin Rojava û dibêje: "Hîna dem heye ku em nehêlin dîrok me ne bi zelaliya me, lê bi dest jê berdana me bi bîr bîne." Ew ji bo modela Rojava vê tespîtê dike: "Piştgirî nedana vê modelê, tê wateya qebûlkirina ku yekane pêşeroja herêmê tarîtî û teslîmiyet e."

Gotara bi navê "Rojava di xala kor a hêzan de" ya ku di kovarê de hatî weşandin wiha ye:

"Dema ku bala navneteweyî di nav qeyranên li pey hev de belav dibe, herêmek li bakurê rojhilatê Sûriyê di bin rehma hewildaneke rûxandina pergalî de tê hiştin. Li Rojava, Kurd bi êrîşeke ku wateya wê pir eşkere ye re rû bi rû ne: Li Rojhilata Navîn a ku bi fanatîzman hatiye wêrankirin, tinekirina gelêk, erdnigariyek û modeleke siyasî ya ku ji aliyê gelek kesan ve wek mînak tê dîtin.

Ev êrîşa ku ji aliyê hêzên cîhadî yên di bin serokatiya Ehmed el-Şera de, ku di nava 'desthilatdariya veguhêz' a Şamê de cih digirin, ne li herêmên xweser dest pê kir. Pêvajo pêşî li Şamê, piştre jî li Helebê vebû. Li Helebê taxên Kurdan bi bombardûmanan, bi înfazan, bi destavêtinan û bi piçûkxistineke eşkere hatin perçiqandin. Gorên şervanên ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin xerabkirin, cenaze ji banê avahiyan hatin avêtin, kesên sax man hatin nêçîrkirin. Ne jiyan û ne jî bîranîn nehatin baxşandin.

Ev hemû di qadeke ku hema bêje hatiye valakirin de diqewimin. Bêdengiya medyayê mezin e, bêdengiya akademiyê jî wisa ye. Ya hîn girantir, bêdengiya dîplomasiya Ewropayê ye. Parîs a ku divê deyndarê kesên ku di hilweşandina Xîlafetê de rola diyarker lîstine be, di helwesteke bi îhtiyat de asê maye; ev helwest hema bêje dişibe pejirandineke eşkere.

Di vê navberê de êrîş pêş dikeve. Desteserkirina Girtîgeha El-Şedadî ji aliyê hêzên Şera ve ku ji aliyê Enqereyê ve tên piştgirîkirin, bû sedema serbestberdana bi hezaran mîlîtanên DAIŞ’ê ku di nav wan de hejmareke girîng a bi Fransî diaxivin jî hene. Gef êdî ne tiştekî razber e; ew xwedî pîvaneke stratejîk, ewlehî ye û rasterast Ewropayê têkildar dike.

Kobanê ya ku sembola cîhanî ya berxwedana li dijî DAIŞ’ê ye, îro dîsa di bin êrîşan de ye. Hêjayî bibîrxistinê ye: Ger Xîlafet li Kobanê, piştre li Minbic, Reqa û Mûsilê hilweşiya be, ev yek bi giranî bi saya wêrekî û profesyoneliya Hêzên Demokratîk ên Kurd (HSD) pêk hat. Heger ew neban, DAIŞ tu carî nedihat têkbirin. Ji bîr kirina vê yekê, di rewşa herî baş de nankorî ye, di rewşa herî xirab de jî xeletiyeke stratejîk a giran e.

Lê belê îro şikestineke jeopolîtîk diqewime. Washingtona ku veberhênan li ser Kurdan dikir, êdî ji nû ve avakirina cîhadî ya rejimê dipejirîne. Qesra Spî pêşwaziya Ehmed el-Şera kir; NATO çepikê lê dixe; Tirkiye ji perspektîfeke ku tê de her cûre projeksiyona siyasî ya xweser a Kurdan tê bêbandorkirin memnûn e; Îsraîl jî Sûriyeyeke ku yekparçebûna xwe diparêze û bi hêvî ye ku bi domdarî qels bibe, bi bêdengî temaşe dike. Di vê tabloyê de Kurd êdî ne hevalbend in, lê ji nû ve daxistine asta 'hêmana hevsengiyê'.

Li Rojava bersiv êdî hebûnî ye. Nûnerên sivîl, fermandarên leşkerî, rêxistinên jinan û ciwan: her kesî dest avêt çekê. Rêberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk peymana teslîmiyetê ya ku ji aliyê piştgirên Şamê yên Rojavayî ve tê ferzkirin, red kirin. Mijar êdî ne tenê ax e; man û nemana gelekî ye û parastina modeleke di rojevê de ye.

Ev model, yek ji sernavên ku herî kêm tê axaftin lê ya herî girîng e. Li bakurê Sûriyê du vîzyon rasterast bi hev re rû bi rû ne: Serweriya Îslamî-olperest a li ser bingeha şerîetê û pergala pirreng, laîk û wekhevparêz a ku Kurd diparêzin; ku tê de jin bi mêran re bi wekhevî rêve dibin û şer dikin. Îro piştgirî nedana vê modelê, tê wateya qebûlkirina ku yekane pêşeroja herêmê tarîtî û teslîmiyet e.

Fransa bi bijartinekê re rû bi rû ye. An wê polîtîkayeke bêruh a ku Amerîkayê ve girêdayî ye, hevalbendekî feda dike û şert û mercên êrîşên nû li ser axa xwe amade dike bidomîne; an jî wê xweseriyeke stratejîk bigire ser xwe, bi bîr bîne ku hemû Ewropa çi deyndarê Kurdan e û piştgirî bide kesên ku parzemînê ji totalîtarîzma olî ya herî xeternak a sedsala 21’emîn diparêzin. Kurdan ev têkoşîn bi jiyana bi hezaran jin û mêran da. Terkkirina wan vê deynî ji holê ranake; tenê wê girantir û şermtir dike. Hîna dem heye ku em nehêlin dîrok me ne bi zelaliya me, lê bi dest jê berdana me bi bîr bîne."