Ji Şamê heta Şamê dubare dîrokê û têkçûna pîlanê

Komplo neqediya ye, lê careke din bi vîna Rêber Apo derbeke giran xwariye. Ji bo ku ev serketin bibe çareseriyeke mayînde, divê berxwedana gel, zexta siyasî û dîplomatîk were zêdekirin da ku deriyên Îmraliyê bi temamî werin vekirin.

Dîroka Rojhilata Navîn, bi taybetî jî dîroka Kurdistanê ya sedsala dawî, di navbera du xetên sereke de derbas dibe: Xeta Komployê û Xeta Berxwedanê. Îro em dibînin ku careke din heman lîstikên ku di sala 1998’an de li Şamê li dijî Rêber APO hatibûn destpêkirin, bi şêwazên nû hatin dubarekirin, lê encam ne wekî ku komplogeran dixwest bû. 

Wekî ku tê zanîn, bingeha Komploya Navneteweyî ya sala 1998’an bi derketina Rêber APO ya ji Şamê hatibû avêtin. Armanc ew bû ku Tevgera Azadiyê bê serî û bê serok bihêlin û bi vî awayî tevgerê tasfiye bikin. Di van rojên dawî de, careke din xwestin bi ser Şamê re lîstikeke nû ya herêmî û navnetewî ava bikin. Xwestin bi lerizandina statuya Sûriyeyê û bi êrişên li ser Rojava, encamên ku di sala 1998’an de bi dest nexistibûn, îro bi dest bixin. Lê belê, berxwedana gel û vîn û hişmendiya Rêber APO careke din nîşan da ku Şam ne navenda teslîmiyetê, lê dikare bibe navenda çareseriyeke demokratîk heke vîna gelan esas bê girtin. 

PARASTINA DESTKETIYÊN 14 SALAN

Yek ji armancên sereke yên van êrişên dawî, tinekirina modela Rêveberiya Xweser û destketiyên 14 salan ên gelê Rojava bû. Xwestin şoreşa jinê û sîstema Neteweya Demokratîk belav bikin. Xwestin bi rêya êrişên leşkerî û dorpêçên aborî, gel ji vîna wî dûr bixin. Lê belê, felsefeya Rêber APO ya ku li Rojava şîn bûye, îspat kir ku ev projeyek ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên herêmê yên mîna Ereb, Asûrî, Êzidî, Suryan û Aşûran sîwana herî bi ewle ye. 

TÊKÇÛNA ALTERNATÎFÊN SEXTE

Di dema dawî de û bi taybet dema şer û aloziyên li Bakur û Rojhilatê Suriyê û Rojavayê Kurdistanê rû didan , di bin navê pêvajoya aştiyê an jî guhertina siyasî de, hewldanek hebû ku navenda çareseriyê ji Îmraliyê ber bi navendên cuda ve bikişînin. Lê ev pîlan jî bi ser neket. Çiqas hewl dan bêyî Rêber Apo pêvajoyê rêvebibin jî rastiyên civakî û siyasî careke din nîşan dan ku bêyî Rêber APO, ti projeyên aştiyê ne xwedî bingeh in û nikarin li ser piyan bimînin. Ji xwe endamên şandeya Îmraliyê jî hewldanên Rêber Apo yên ji bo rêgirtina vê komploya nû, ji raya giştî re ragihandin. Heke ev pêvajo bi ser nekeve, wê bi dehan Xezayên nû ava bibin. Ev hişyariya Rêber APO ya dîrokî, îro li ber çavên me pêk tê. Heke modela civaka demokratîk neyê qebûlkirin, hemû Rojhilata Navîn ber bi tarîtiya Xezabûnê ve diçe. 

ÎMRALI NAVENDA TEKANE YA ÇARESERIYÊ YE

Têkçûna vê komploya dawî ya ku ji Şamê dihat birêvebirin, rastiyekê derdixe pêşiya me; Girava Îmraliyê ne tenê cihê girtîbûna fîzîkî ye, lê navenda îradeyeke siyasî ya gerdûnî ye. Projeya Neteweya Demokratîk tekane rêya rizgarbûnê ye ji şerê mezhebî û neteweperestiyê ku herêmê wêran dike. Pîlanên mîna 15’ê Sibatê îro jî bi berxwedana gelan û bi helwesta Rêber APO têk çûne. 

Komplo neqediyaye, lê careke din bi vîna Rêber Apo derbeke giran xwariye. Ji bo ku ev serketin bibe çareseriyeke mayînde, divê berxwedana gel, zexta siyasî û dîplomatîk were zêdekirin da ku deriyên Îmraliyê bi temamî werin vekirin.