Şoreşa Jin a Rojava ne çîrokeke klasîk a guhertina desthilatdariyê an serketina leşkerî ye. Ew ji nû ve avakirina zanîna jinan, îradeya jinan û jiyana civakî ya bi pêşengiya jinan e, ku bi sedsalan hatiye tepeserkirin. Ev şoreş veguherînek dîrokî ye ku armanc jiyanê bi xwe veguherîne. Ji perspektîfa Jineolojiyê ve, Şoreşa Jin a Rojava lêgerînek rastiyê ye. Li dijî pergala serdest a mêran li ser bingeha jinan e. Li Rojava, jin ne tenê kirdeya têkoşînê ne. Ew hêza damezrîner a paradîgmayê ne. Rizgariya jinan ne mijarek duyemîn a şoreşê ye. Ew mihwera wê ya sereke ye. Ji ber vê yekê, Şoreşa Rojava şoreşek jinan e. Ku naşibihe ti şoreşek din li Rojhilata Navîn û cîhanê.
Şoreşa Jin a Rojava li ser sê stûnên bingehîn hatiye avakirin. Civaka demokratîk, jiyana ekolojîk û rizgariya jinan. Jineolojî van her sê qadan ne wekî yekeyên cuda dest digire. Wekî tevahiyek diyalektîkî dibîne. Di vê şoreşê de jin li her qadê ked da. Ji komunan bigire heta meclîsan, ji parastinê bigire heta aboriyê bû kirdeya esasî. Nimûneya herî berbiçav a vê yekê pergala hevserokatiyê ye. Rêxistinên jinan, navendên jinan (mala jin-kongra star-kombûna jinên zenûbiya), akademiyên xweser û navendên lêkolinên jineolojiyê ne tenê avahiyên xizmetguzariyê ne; ew qadên hişmendiya kolektîf in ku li dijî hişmendiya baviksalar disekinin.
Şoreşa Jin a Rojava homojenkirina dewleta neteweyî red dike. Ew li ser bingeha xwişk û biratiya gelan, baweriyan û çandan hatiye avakirin. Li dijî zîhniyeta ku jinan bi mal, şeref û laş ve sînordar dike, ew jinan wekî aqilê damezrîner ê jiyanê ji nû ve pênase dike. Pirsa ku divê em li vir bipirsin ev e: Êrîşên HTŞ-DAÎŞ’ê û dewleta Tirk li ser qada şoreşger a jinan û nirxên şoreşger ên jinan tê çi wateyê? Êrîşên HTŞ, DAÎŞ’ê û dewleta Tirk ên li dijî şoreşa jinan, bi tesadufên leşkerî an jî sedemên ewlehiyê nayên ravekirin. Ev êrîş rasterast paradîgmaya rizgariya jinan hedef digirin. HTŞ û DAÎŞ şêweyê herî tazî, hov ê serdestiya mêr temsîl dikin. Ev zîhniyet, ku jinan wekî kole, xenîmeta şer, an jî dijmin dibîne, her deverê ku îradeya jinan lê xuya ye hedef digire. Ji aliyê din ve, êrîşên dewleta Tirk xêzek dişopînin ku bi vê zîhniyetê re li hev dike, wê dike amûrek û ji bo berjewendiyên herêmî rewa dike. Ji ber vê yekê, saziyên jinan bi taybetî hatine hedefgirtin. Navendên jineolojiyê yên şewitî, stargehên ango saziyên jinan ên talankirî, meclîsên jinan ên hilweşiyayî; ev ne tesaduf e, lê polîtîkayeke wêrankirinê ya bi zanebûn e. Ji ber ku ev sazî exlaqeke civakî ya nû temsîl dikin ku alternatîfek ji bo pergala serdestiya mêran e.
Ez dixwazim mînakek bidim ku bandorê li tevahiya cîhanê, bi taybetî jinên Kurd dike. Endamekî HTŞ'ê keziya şervaneke jin a YPJ'ê ya qetilkiriye birî û got "Ev tenê beşa zindî ya mayî ye", ne tenê kiryareke hovane ya takekesî ye. Ev hewldanek e ji bo jêbirina bîr, rûmet û berxwedana jinê ye. Kezî hafizaya jinê ye. Berdewamiya wê ye, girêdana wê bi jiyanê re ye. Birîna keziya jinê ne tenê bi awayekî fîzîkî, lê di heman demê de bi awayekî dîrokî û sembolîk jî armanc dike ku wê jê bibe. Ev kiryar peyama "Me ne tenê we qetil kir, me her tiştê ku we temsîl dike jê kir" dişîne. Ev êrîşek li ser nirxan e. Li herêma sahilê, wan êrîşî Elewî û Durzî kirin, simbilên wan jê kirin, mîna ku Naziyan di dîrokê de êrîşî Cihûyên olî kirin, porê wan jê kirin. Em jibîrnekin ku rêbazê serdestî û desthilatdarî ji dîrokê heya roja îro wekheve. Li ser esasê tunekirinê ye.
YPJ’ê bi keziya xwe tê nasîn. Kezî û sondxwarina li ser şîrê dayikê di nav kevneşopiyên herî kevin ên çanda Kurd de ne, wekî ku di baweriyên Yaresan, Êzîdî û Elewî de têne diyar kirin. Lê ev peyam di heman demê de îtîrafa tirseke kûr e. Ji ber ku keziya jineke YPJ'yî wekî gefek mezintir ji hêzeke çekdarî tê dîtin. Ji ber ku ew kezî sembola jiyaneke ku teslîmbûnê red dike ye.
Şerê li Rojava tê meşandin şerê paradîgmayê ye. Şerê ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin ne şerekî di navbera du hêzên leşkerî de ye bi wateya klasîk. Ew şerekî di navbera du awayên jiyanê, du pergalên exlaqî û du rejîmên rastiyê de ye. Li aliyekî, zîhniyeta HTŞ-DAÎŞ’ê heye ku jinan talan dike, dişewitîne, dikuje, şeytanî dike û xwezayê wêran dike. Ev xet berdewamiya kujera kastîke. Wêranker û mirinê esas digre. Şaristaniyeke ku ji hêla mêran ve serdest e temsîl dike. Ji aliyekî din ve, paradîgmayek holîstîk(yekpare) heye ku li ser civaka demokratîk, hevsengiya ekolojî, rizgariya jinan, yekîtiya gelan û lêgerîna wateyê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, tiştê ku li Rojava tê parastin ne tenê perçeyek axê ye; ew îdîayek e li ser ka divê jiyan çawa were avakirin. Jin di navenda vê paradîgmayê de ne. Ji ber ku, civak bêyî azadiya jinan nikare azad bibe û jiyan bêyî azadiya civakê nikare were sererast kirin.
Şoreşa jin bîra paşerojê ye. Şoreşa jin a Rojava bi qasî ku şerê îro ye awqas jî hafizayek rabirdûyê ye. Êrîşên li ser rêxistinên jinan, birîna keziyê jinan, hedefgirtina şervanên jin, ev hemû hewldanên jêbirina vê hafizayê ne. Lê dîrokê nîşan daye ku bîra jinan nayê jêbirin. Ew tiştê ku îro li Rojava li ber xwe dide ne tenê îdeolojiyek e, lê jiyan bi xwe ye û ev jiyan bi saya jinan wateyek nû dibîne.