Gelê Kurd û hêzên demokratîk li her deverê li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destek kirin, nerazîbûn nîşan didin. Tevî vê yekê jî, hikûmeta AKP-MHP’ê siyasetek dijminane li dijî Kurdên li Rojava dimeşîne. Daxuyaniyên Erdogan û Hakan Fîdan zimaneke ku destek dide HTŞ’ê û gefê li Kurdan dixwe. Kulmê hesinî nîşanî Kurdan didin. Dema ku mirov li ser van rastiyan lêhûr dibe, îcar pêvajoya li Îmraliyê tê dewam kirin pirsnîşan çêdike.
Desthilatdariyek ku dijminatî li Kurdên Rojava bike, ne pêkan e ku bi Kurdên li Tirkiyeyê re aştiyê bike. Yên ku nirxê didin HTŞ’ê û piştgiriyê didin wê, daxwaz û hestên Kurdên ku bi sedsalan bi hev re dijîn paşguh dikin. Zimanê ku tê bikaranîn û polîtîkayên ku tên meşandin nîşan didin ku serdema bêşer a salekê dê bi dawî bibe. Ev nêzîkatî nîşaneya planeke êrîşê ya nû li dijî têkoşîna Kurdan a ji bo azadî û demokrasiyê ye. Hedefgirtina DEM Partiyê jî eşkere dike ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ne xwedî siyaseteke aştiyê ya rastîn ne.
Devlet Bahçelî pêşketinên li Rojhilata Navîn wekî gefek ji bo Tirkiyeyê didît. Ji bo Tirkiye li ser rewşa derve lêhûr be, fikirî ku demekê di nava xwe de bêhnek bistîne. Di heman demê de, rewşa siyasî û aborî ya Tirkiyeyê jî xirab bû. Di bin van şert û mercan de, Erdogan û Bahçelî civiyan û biryar dan ku li hember Kurdan zimanek nermtir bikar bînin. Plana li pişt nêzîkatiya silavdayîna Bahçelî bi endamên DEM Partî re li Meclîsê û banga wî ji Abdullah Ocalan re wisa tê fêmkirin. Jixwe, helwesta medyaya nêzîkî AKP-MHP’ê nîşan dide ku armancek rastîn a aştiyê tune.
Ji hêla din ve, Hakan Fîdan bi eşkereyî diyar kir ku ew girîngiyê nadin danûstandinên ku li Îmraliyê pêk tên. Wî îdia kir ku daxuyaniyên Abdullah Ocalan ji hêla rêxistinê ve bi şêwayên cuda tê pêkanîn û got ku di navbera Îmraliyê û Qendîlê de zimanek cûda ku nîşan dide ku danûstandin ji bo wan bêwate ne heye. Fîdan, diyar kir ku di navbera gotinên wî û polîtîkayên desthilatdariyê de ti cudahî tune. Bi vî rengî, wî bi zelalî eşkere kir ku di rastiyê de dijberiya wî ya destpêkê ya li hember pêvajoyê helwesta giştî ya desthilatdariyê bû.
Ev geşedan hemû nîşan didin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dê tu gavan ber bi aştî û demokratîkbûnê ve neavêje. Wisa dixuye ku ew plan dikin ku pêvajoya heyî bi dawî bikin û êrîşan zêde bikin, bi mebesta ku sûcdariyê bixin stûyê hêzên siyasî yên Kurd. Polîtîkayên ku têne meşandin amadekariyên di vî warî de nîşan didin.
Komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin, li cihê ku ji bo aştiyê gavek şênber biavêje, hê bêhtir bûye amûrek ku polîtîkayên desthilatdariyê veşêre. Heta niha, komîsyonê ti hewldanên berbiçav ji bo aştî û demokratîkbûnê nekiriye. Heta hewl jî nedaye ku hawîrdorek wisa biafirîne. Girtekê civînên endamên komîsyonê yên li Îmraliyê piştî hevdîtinê bi raya giştî re nehatine parvekirin. Lê piştre di hin mijaran de axaftinên di girtekê de ji çarçoveyê hatin derxistin û weşandin. Ev nîşan dide ku armanca komîsyonê ne aştî ye. Nîşandana hevdîtinên Îmraliyê bi vî rengî û piştre nîqaşên li ser xalîçeya ku di berdêla diyariya ku ji hêla Devlet Bahçelî ve hatiye şandin de hatiye guhertin, veguheriye kampanyayeke reşkirina siyasî. Ev êrîşên li ser navûdengê Rêberekî ku gelê Kurd wek sermuzakerevanê xwe bi nav dike û dilsoziyeke mezin nîşan dide, ji aliyê navendeke şer a taybet ve tê meşandin. Mixabin, tê dîtin ku hin Kurd jî bûne beşek ji vê şerê taybet, beşdarî van êrîşên ku navûdengê Rêberê Gelê Kurd hedef digirin bûne.
Bêhtirî 50 sal in ji bo qelskirina bandora Rêbertî ku pêşengiya têkoşîna gelê Kurd kiriye û gel dilsozê wî ne, êrîş tên meşandin. Gelek tişt li ser hatin gotin û gelek kampanyayên reşkirinê hatine pêkanîn. Tiştê ku Rêbertî ji bo gel kiriye nayê înkarkirin. Rêbertî di nava 27 salan de li Îmraliyê seknek û têkoşînek çawa raber kiriye, herî baş gelê Kurd dizane. Li ser Rêbertiyek bi vî rengî 27 sal tecrîdeke giran hat meşandin û li hember vê helwest û têkoşîn meşand. Bi kurtasî rastî nayê veşartin.
Eşkere ye ku navendên şerê taybet ên dewleta Tirk bi zanebûn dixebitin da ku bandora Rêbertî ya li ser gel û hêzên demokratîk qels bikin. Ji ber vê yekê, divê gelê Kurd li hember kampanyayên reşkirinê û êrîşên li ser navûdengê xwe hîn bi xurtî xwedî li Rêbertiya xwe derkeve. Êrîşên li ser Rojava di heman demê de êrîşên li ser Rêbertiya ku bingeha şoreşa Rojava danî û li dijî têgihîna aştî û civaka demokratîk a ku ew diparêze ne. Divê gelê Kurd û hêzên demokratîk vê rastiyê bibînin. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava di heman demê de tê wateya parastina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û Rêbertiya vê pêvajoyê.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşamê