Piştî Helebê: Xerakirina lîstikê û ‘hebûn' û 'nebûn'

Seferberiya ku li çar parçeyên Kurdistanê pêş ketiye, hişt ku civaka Kurd zû têgeha 'hebûn û nebûnê' fam bike; derfetek pêşkêş kir ku careke din siyasetê beralî bike û rê li ber hilweşînê girt.

HUSEYÎN SALIH DÛRMÛŞ

Tiştên piştî li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Helebê qewimîn, êdî  tenê wekî êrîşeke leşkerî an jî pevçûneke herêmî nayê destgirtin. Êdî eşkere ye ku ev êrîş hem li qadê û hem jî li qada zihnî weke planeke tasfiyeyê ya pir qatî li ser Kurdan hatibû ferzkirin. Dibe ku di nihêrîna pêşîn de were fikirîn ku armanc tenê kontrolkirina qadeke diyarkirî, îradeya siyasî ya Kurd felç bike û li ser maseya muzakareyê bingeha teslîmbûnê çêbike. Lê bi taybetî piştî xwedinên civîna 18’ê Çileyê ya li Hewlêrê, derket holê ku armanca sereke ya konsepta êrîşê tevahiya Kurdistanê ye û aktorê sereke Komara Tirkiyeyê ya mêtinger e.

Ji ber vê yekê, pêvajoya li Helebê û piştî wê ne encam e, lê naveke nû ye. Pirsa rastîn êdî ne "çi bû?” ye, lê "em ê çawa xwe xwe bi cih bikin?"

XERAKIRINA LÎSTIKÊ ÇI YE, NE ÇI YE?

Bangên ku piştî Helebê hatine kirin pir caran bi xeletî wekî “qulipandina maseyê" hatine şîrove kirin. Lê biryardariya radîkal a ku tê qestkirin, tevahî ne dev ji muzakereyê berdane. Xerakirina lîstikê redkirina sernavên manîpulatîf ên maseya hatiye danîn, çarçoveyên tên ferzkirin û Kurdan bikişînin bingeha teslîmbûnê ye. Pirsgirêka rastîn ne muzakere bi xwe ye,  di bin navê muzakereyê de pergala dorpêçê ya bi zextên leşkerî li qadê hatiye avakirin e.

Bi taybetî di çarçoveya Sûriyeyê de, pêvajoya muzakereyê divê bi zanebûn bi maseyên din ên dîrokî û siyasî ve neyê girêdan. Li vir tiştê ku di xetereyê de ye, çarçoveyek muzakereyê ya berbiçav e ku bi bernameya leşkerî ya li qada Sûriyeyê re hevaheng pêş dikeve. Girêdana bibgeha berfirehtir, şênber an çarçoveyên cûda lê hatine barkirin û nixumandina ser konsepta şer e.

Tam di vê noqteyê de ye aqilê dewletê ya Komara Tirkiyeyê dikeve dewrê; zimanê muzakereyê û dorpêçkirina leşkerî wekî du amûrên temamker ên heman stratejiyê têne xebitandin. Ji ber vê yekê, Tirkiye di vê pêvajoyê de ne li derve, li kêlekê yan jî di rewşa navbeynkariyê de ye; ew yek ji hêmanên damezrîner û beralîkirin ên têgeha êrîşê bi xwe ye.

OPERATORIYA ŞERÊ PSÎKOLOJÎK

Di vê pêvajoyê de, Hakan Fîdan ne wekî takekesekî, lê wekî operatorê aqilê dewleta Komara Tirkiyeyê, hem li ser qadê û hem jî di qada psîkolojîk bi cih bûye. Ji xeta tê meşandin, dîplomasiya kalsîk wêdetir, pratîkek dijwar a şerê psîkolojîk e. TImî Kurdan dikşînin nav nîqaşên navxwweyî û bi sembol, gotin û temsîliyetê têne westandin.

Gotina "2+2=1” a ku di van demên dawiyê de li ser medyaya dîjîtal belav bûye û ji hêla ciwanan ve hatiye pejirandin, yanî divî wekî têheva her du parçeyên Kurdistanê yek e were xwendin. Ev îfadeya ku ji bo Kurdan wateyek sembolîk heye, ji hêla Hakan Fîdan bi xwe ve di civînek çapemeniyê de bi tekez li ser "2+2=4" hate dubarekirin. Ev ne bîranînek matematîkî ya mekanîkî ye, lêbi zanebûn dişînin ser siyasî. Peyam vekirî ye: 'Em vê pêvajoyê, hem li ser qadê û hem jî di axaftinê de birêve dibin.'

Bi heman awayî, piştî ku axaftina telefonê ya di navbera Mesûd Barzanî û Ehmed El-Şara de di raya giştî ya Kurd de bû mijara nîqaşê, ravekirina Îlham Ehmed ku ev têkilî li ser daxwaza rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye çêkirin, mînakek berbiçav bû ku çawa hewldanên şerê psîkolojîk dikarin vala werin derxistin. Di kêliya krîzê de pêwîstiya dîplomasiya pir-kanalî bi zanebûn xwestin bi kodên "xiyanet" an "cudabûnê" berovajî bikin.

Ev rêbaz ne nû ye; Ji Teşkilat-i Mahsûsa bigire heta Daîreyên Şerê Taybet, ji avaniyên kontgerîla bigire heta pratîkên îstîxbarat û dîplomatîk ên heyî, bîra dewletê bi taybetî li dijî Kurdan di bikaranîna bêrehmî ya van amûran de xwedî ezmûneke kûr e. Îro, ev ezmûn tê veguheztin bo avaniyên mîna HTŞ’ê di hevsengiya nû ya ku tê xwestin li Sûriyeyê were damezrandin û bi rastî jî ji nû ve tê formatkirin.

OPERASYONEKE SIYASÎ Û LEŞKERÎ YA PIR PLANKIRÎ

Rewşa ku derketiye holê ne pêşveçûneke leşkerî ya tesadufî an jî jixweber e. Ew parçeyek ji senaryoya pêşwext-plankirî ye ku armanc dike di navbera Kurdan de şikestinek siyasî, civakî û psîkolojîk biafirîne û wan bi riya vê şikestinê bixe nav krîzek kûr û pir-qatî.

Di vê noqteyê de, çavdêriya ku di gotara bi navê "Komploya mezin a ku qirkirinê dihewîne" ya Zekî Akîil di 17’ê Çileya 2026’an de di Yenî Ozgur Polîtîkayê de hatiye weşandin, her wiha tespît jî girîng e. Tê gotin ku peymana di navbera QSD û rêveberiya Şamê de, ku beriya êrîşên Helebê li ber îmzekirinê bû, ji ber destwerdana rasterast a Tirkiyeyê xerabû; Tê gotin ku êrîşên li ser taxên Kurdan yekser piştî hevdîtinên bi DYE û Îsraîlê re li Parîsê dest pê kirin. Ev bi zelalî nîşan dide ku tiştê qewimî ne reflekseke ewlehiyê ya herêmî an demkî bû, lê operasyoneke siyasî-leşkerî ya pir-aktor û plankirî bû.

DIVÊ EV NAKOKÎ WERE TEŞHÎRKIRIN

Awayê û naveroka hevpeyvîna Ehmed Şara bi Shams TV re, ku navenda wê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) hate pêşkêşkirin, mînakek temamker a vê stratejiya psîkolojîk e. Gotûbêja aborî û ewlehiyê ku li dora enerjî, çavkaniyên xwezayî û ji nû ve avakirinê hatiye avakirin, armanc dikir ku Kurdan ji muxatabên siyasî dûr bixe û li şûna wê wan sûcdar bike.

Îdiayên ku "çavkanî hatine desteserkirin" û "dahat bo Qendîlê hatine veguhastin" ji delîlan bêtir wekî vegotinea ku destwerdana leşkerî û ewlehiyê rewa dike. Ev ziman, ku bi gotina "Ez gef naxwim” hatiye çêkirin, hişyariyek dawîn bû, bangek ji bo teslîmbûnê bû. Îdîaya ku Kurd fermanan ji Qendîlê distînin, bi awayekî îronîk ji devê wan kesan derket ku ji bo xeteke siyasî û leşkerî diaxivîn ku bêyî erêkirina Enqerê nikaribû bêhna xwe vede.

Eşkerekirin û ragirtina vê nakokiyê di rojevê de pêdivîyek e.

DEMA KU MASE HEBÛ ÊRÎŞ PÊK HAT

Di vê qonaxê de, bi wateya klasîk zehmet e ku mirov behsa pêvajoyek muzakereyê bike. Ezmûna Helebê û bûyerên paşê bi zelalî ev tişt nîşan dan:

Êrîş dema ku mase hebû êrîş pêk hat. 

Dema ku entegrasyon dihat nîqaşkirin dorpêç kirin. Zimanê diyalogê bi bernameya leşkerî re hevaheng hate bikaranîn. Ev wêne eşkere dike ku tiştê ku qewimî ne "şaşfêmkirinek" bû, lê rejîmek zextê ya bi zanebûn hatî organîzekirin bû. Tiştê ku îro tê nîqaşkirin, ji naveroka sernavên muzakereyê wêdetir, teslîmiyeta li ser zemîna dîroka çareseriyê dihate ferzkirin.

Di vê noqteyê de mînakên dîrokî raveker in. Ezmûna Cezayîrê bi awayekî zelal rastiya bingehîn a ku Frantz Fanon di "The Blessed of the Earth" de destnîşan kiriye nîşan dide: Muzakere di şert û mercên mêtngehê de, pir caran ne wekî çareseriyekê, lê wekî celebek din a tundûtûjiyê tê bikaranîn.

Fanon muzakereyê bi rêzgazî red nake; lê ew bi taybetî tekez dike ku hêza mêtingeh bêyî ku îhtîmala têkçûnê hîs bike, îradeyek rastîn ji bo çareseriyê pêş naxe. Zimanê li ser maseya muzakereyê pir caran îfadeya derengmayî ya hêz û tundûtûjiya li qadê ye.

FLN (Eniya Rizgariya Neteweyî) dema ku li ser maseya muzakereyê bû rastî êrîşê hat, kadroyên wê hatin êşkencekirin; demildest çareserî pêş neket. Lê berxwedanê rewatiya Fransayê wekî “damezrînerê pergalê” bi rengekî bêveger hilweşand û ev pêvajo bi Peymana Evian di 18’ê Adara 1962’an de bi serxwebûna Cezayîrê re bi encam bû.

Tiştê ku îro li qada Sûriyeyê diqewime nûjenkirina heman mantiqê nîşan dide: Muzakere ne wekî lêgerînek ji bo çareseriyek li ser bingeha wekheviyê tê bikaranîn, lê wekî amûrek ji bo teslîmbûna di demê re hatiye belavkirine.

Îro, ji serketin an têkçûnê wêdetir, li ser îradeya redkirina zemînek ku teslîmbûn wekî çareseriyek tê pêşkêş kirin e.

Berxwedan bi tena serê xwe dibe ku çareseriyê çêneke, û ne jî dikare destketiyên demkurt bîne. Lê di demekê de ku teslîmbûn wekî "yek aqil” tê ferzkirin, berxwedan; dibe xeta berxwedanê, bendek siyasî û pêşşertek ji bo çareseriyên gengaz ên pêşerojê. Nêzîkatiya herî rastîn a îro ne ew e ku mirov xwe bispêre hêviyên romantîk û ne jî zimanê teslîmbûnê wekî “aqil” qebûl bike. Tiştê ku divê were kirin ev e ku kêliya şikestinê bi rastî were tomarkirin û sebra kolektîf a siyasî ku dê pêşerojê gengaz bike were rêxistinkirin.

LI ROJAVA ŞIESTIN Û HEBÛN Û NEBÛN 

Tiştê ku îro li Rojava diqewime ne tengezariyek demkî ye an pevçûnek herêmî ye. Ev şêweya berbiçav a mîmariyek demdirêj a tasfiyeyê ye ku hebûna siyasî, civakî û dîrokî ya Kurdan hedef digire. Zimanê normalîzekirinê, bangên bêdengiyê û derengketinê parçeyên temamker ên vê mîmariyê ne.

Kêmkirina vê pêvajoyê bo aktorên takekesî şaş e. Ehmed Şara û avahiyên mîna wê ne sedema vê xeta çalakiyê ne, lê belê kuklayên wê ne. Ev xet, ku nikare pratîkek rêveberiyê ji bilî tundûtûjî û tesfiyeyê hilberîne, bi awayekî zelal nîşan daye ku kapasîteya wê ya siyasî û exlaqî ji bo birêvebirina Sûriyeyê tune ye. Lêbelê, bedela eşkerekirina vê rastiyê careke din ji hêla Kurdan ve hatiye dayîn.

Aliyê herî eşkere û sembolîk ê siyaseta tesfiyeyê di êrîşên li ser jinên Kurd de tê dîtin. Di ezmûna Rojava de, jinên Kurd ne tenê takekesî ne, di heman demê de hilgirên veguherîna civakî ne. Tundiya ku li ser wan tê kirin êrîşek rasterast li ser vê modelê bi xwe ye. Tiştê ku bîr ji bîr dike, wijdan ji bîr nake. Wijdan, mîna dadwerekî bêrehm, damara herî tûj e ku hişmendiya neteweyî ya Kurd li ser piyan dihêle; ji sibê re dihêle lê ji wan re nahêle.

Ev fermana nû, ku di heman demê de li Iraq û Sûriyeyê xistine meriyetê, armanc dike ku civakên Kurd û Ereban bînin beramberî hev û erdnîgariya Kurdistanê parçe bike. Di vê çarçoveyê de, xeta sînor a di navbera Rojava û Kurdistanê de damara stratejîk a dawîn e ku berdewamiya herêmî ya Kurdan misoger dike. Qutkirina vê xetê tê vê wateyê ku Başûrê Kurdistanê jî dê bibe hedef.

Armanca demdirêj a Tirkiyeyê ew e ku xeta ji Xabûrê heta Mûsilê bi bandor kontrol bike û bi tasfiyekarina Şengal û Mexmûrê re hebûna Kurdan îzole bike. Ketina Rojava tê vê wateyê ku astengiya herî mezin a li pêşiya vê planê tê rakirin.

Di vê wateyê de, seferberî û pêşkeftina li her çar parçeyên Kurdistanê hişt ku civaka Kurd zû têgeha "hebûn û nebûnê" fam bike; derfetek pêşkêş kir ku careke din siyasetê birêve bibe û pêşî li belavbûnû bê girtin.

DI DAWIYÊ DE

Helwesta bi rûmet a ku di şexsê Ziyad Helep de bûye, goş û hestî bersiva herî xurt e li hember hemû teknîkên şerê psîkolojîk, hemû senaryoyên qirêj û hemû projeyên bindestiyê ye.

Ji ber vê yekê, berxwedana li Helep ne tenê xetek parastinê ye; di heman demê de asteke exlaqî ye, îlankirina îradeyê ye û mohra berdewamiya dîrokî ye ku di roja îroyîn de xuya dike.

Ev mohr ne li ser maseyê û ne jî bi amûrên propagandayê nayê rakirin. Ji ber ku di vê serdema ku teslîmbûn tê ferzkirin de, ew biryara dîrokî ye ku di dawiyê de bi bîr dixe ku îrade hîn jî pêkan e. Ew navê îradeya bêwestan e ku Kurdan di berxwedanê de kîlît dike; tiştê ku wê ji vê yekê çêbibe Kurdistanek azad e.