Girîngiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd
Yekîtiya Demokratîk a Kurd çavkaniyeke hêzê ye ku dikare her cure xeteriyê asteng bike û her cure êrîşê bişkîne. Wezîfeya herî esas a ku dîrokê daye hêz, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ev e.
Yekîtiya Demokratîk a Kurd çavkaniyeke hêzê ye ku dikare her cure xeteriyê asteng bike û her cure êrîşê bişkîne. Wezîfeya herî esas a ku dîrokê daye hêz, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ev e.
Li gorî dibêjin di her rewşeke nebaş de xêrek heye. Ji 6’ê Çileyê û vir ve Rêveberiya Şamê li ser Helebê re êrîş bir ser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û di warê leşkerî de bû sedemê bûyerên nerênî. Lê bi vê yekê re, hin rastiyên pir girîng ku mirov dikare weke xêr bihesibîne, derxist holê. Yek ji van karakterê Rêveberiya Şamê ya heyî ye. Mirov dikare bêje ku ji bo fêmkirina karakterê Rêveberiya HTŞ’ê ma hewce dikir em li benda vê êrîşê bimînin? Helbet hewce nedikir, lê êrîşên dawî jî karakterê yekperest-faşîst ê rêveberiya heyî nîşan da.
Bi vê yekê re ya hîn girîng jî derket holê ku plana HTŞ’ê ya ji Kanûna 2024’an û şûnde kete meriyetê çiye û ji aliyê kî ve tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare Peymana Parîsê ya 4’ê Çileyê weke komployeke 15’ê Sibatê ya duyemîn pênase bike. Vê peymanê nîşan da ku sîstema modernîteya kapîtalîst a kûreyî li dijî hebûna Kurdê azad e û dixwaze vê polîtîkaya di sedsala dawî de di pêvajoya li pêş me de jî bide domandin. Vê jî nîşan da ku pesnên ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de ji bo Kurdan dihatin dayîn, çiqasê sixte ne.
Bê guman li Sûriyeyê nirxandina bûyerên di meha dawî de, bi kûrkirinê dewam dike. Di vî warî de ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helbet wê piralî were lêkolînkirin û nîqaşkirin. Hewldana ji bo bicihanîna xeta nû ya teorîk û îdeolojîk a di warê Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de, bê guman wê ji bo pratîkên şoreşger ên ji vir û şûnde jî dersên pir fêrker derxe holê. Bi aliyên erênî û nerênî di asta objektîf û têrker de fêmkirina van dersan, wê encamên pir fêrker bide.
Jixwe ji sernavê jî diyar e ku em ê li ser bandora bûyerên dawî yên li Sûriyeyê ya li civaka Kurd kirî, bisekinin. Geşedana herî girîng a bûyerên dawî, li vê qadê çêbûye. Li ser esasê pêşketina dîrokî rewşa rastiya Kurd, li dijî êrîşên li ser Kurdên Rojava bi rengekî zelal derket holê. Êrîşên Rêveberiya Şamê yên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin û êrîşên li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê rakir ser piyan.
Gelo kîjan bandoran di vê de rol lîstiye? Bê guman ev pirseke girîng e ku divê were bersivandin. Helbet têkoşîna vê civakê û rêveberiyê ya li dijî DAÎŞ’ê, di vê de bandorek girîng e. Ji ber ku vê têkoşînê Kurdên azad û bi taybetî jî jinên Kurd ên ji bo azadiyê têdikoşin, bi hemû dinyayê da naskirin û destekek mezin dîtiye. Dîsa li ser bingehê konsepteke kûreyî êrîşa li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bandorek girîng e. Di nava parçeyên Kurdistanê de parçeyê herî biçûk Rojavayê Kurdistanê ye, ev jî bandoreke pir girîng e. Mîna xwedî derketina li bira-xwişka xwe ya biçûk, hemû Kurd xwedî li Kurdên Rojava derketin. Asteke berxwedan û xwedî derketinê bi wateya “rûmetê” îfadekirin, dibe berxwedana lehengiyê ya li dijî DAÎŞ’ê, bê guman asteke wê ya din jî feraseta parastina hebûna Kurdîtiya Rojava ye.
Bê guman em ê li vir çalakiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û dervey welêt di nava meha dawî de lidar xistine, rêz nekin. Jixwe evane bi rojane ji çapemeniyê tên dîtin û piranî jî di weşanên zindî de tên dîtin. Tişta ku em li vir dixwazin li ser bisekinin, nirxandina vê serhildana mezin û wezîfeyên derxistine holê ye. Ji ber ku ev çalakî wateyên piralî û girîng digirin nava xwe. Mirov dikare bêje ku, hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û dervey welêt, netewbûneke pir cidî, ruh, hest û zanebûna jiyana azad û rêveberiya demokratîk derxistiye holê. Kurdên ku ji aliyê kapîtalîzma kûreyî ve hatine parçekirin, yekîneyên xwe yên demokratîk ava kirine. Yanî şoreşeke pir cidî ya hest, ruh û yekîtiya Kurdî çêbû.
Helbet pêşengtiya jinan ya ji hemû çalakiyan re û beşdarbûna wan a bi awayekî çalak bi serê xwe gelekî girîng e. Karekterê azadiya gelê Kurd ya ku di pêşengtiya azadiya jinan de pêk tê, nîşan dide. Lidarxistina xwepêşandanên herî girseyî û zindî ya li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî li Silêmaniyê gelekî watedar e. Civaka Başûrê Kurdistanê, bi awayekî eşkere dît ku xetereya ku gefan li Rojava dixwe bi awayekî rasterast wê bi xwe jî hedef digire û gelê Kurd bi xetereyên cidî re rû bi rû ye. Di serî de xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê di hemû xwepêşandanên li hemû qadan de herî zêde berzkirina dirûşmeyên têkildarî yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê, ev yek bi awayekî eşkere nîşan daye. Aliyên ku li Sûriyeyê bi armanca jiholêrakirina rêveberiya Kurdan êrîş kirine, dema ku li rastî sekneke gelê Kurd a bi vî rengî ya li hemû Kurdistan û seranserê cîhanê hatin, matmayî bûne, tirsiyane û di encama vê yekê de neçar mane ku lihevkirinê qebûl bikin.
Di rastiyê de heman matmayîna berbehs hatiye serê gelê Kurd û rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û hê jî vê yekê dijîn. Rewşenbîr û siyasetmedar ev mehek e hewl didin vê rewşê fêm bikin û ji vê matmayînê derbas bibin. Ji ber ku civaka Kurdan di pêşengtiya jin û ciwanan de sekna rewşenbîr û siyasetmedarên heyî derbas kir. Yekîtiya demokratîk a gelê Kurd di nava xwe û çalakiyên rojane de derketiye holê û bi awayekî zelal erkê yekîtiya demokratîk daniye pêşiya rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd. Peyama ku gelê Kurd bi xwepêşananan daye, ev e û nabe ku tu rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd vê yekê paşçav bike. Eşkere ye ku wê dawiya kesên ku bi vî rengî tev digerin jî nebaş be.
Baş e em ê vê rewşê çawa îzah bikin? Pir eşkere ye ku kesên di pozîsyona rewşenbîr û siyasetmadaran de ne li paş girseyê ne; çimkî bi rastî jî di pozîsyoneke dûrî civakê, serveyî, takekesî û hinekî jî berjewendparêz de ne. Gelekî haya wan jê nîne ku têkoşîna civakê ya di pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê de tê birêvebirin, rê li ber guherîn û geşedanên çawa vekiriye. Li hemberî vê yekê di serî de jin û ciwan hemû civaka Kurd azadî û demokratîkbûyîneke rastîn bi dest xistiye, hişmendî û îradeyeke mezin derxistiye holê. Ya ji vê yekê girîngtir, xwe sparstiye hîsîyata dîrokî û talûkeya ku gelê Kurd rû bi rû ye dîtiye û gelekî baş dizane ku serkeftina têkoşîna ji bo pêşîlêgirtina v yekê tê birêvebirin, girêdayî yekîtiyê ye. Ji ber vê yekê jî civak ketiye pêşiya siyaseta heyî.
Wê demê yekîtiya gelê Kurd a demokratîk êdî bûye erkekî wisa ku nabe were taloqkirin. Ne rewşenbîr û ne jî siyasetmedar nikarin xwe ji vî erkî bidin paş û jê birevin. Ji ber ku derfetên serkeftina hebûna sed salî ya mezin û têkoşîna azadiyê ya girêdayî vê yekê bi qasî ku hemû kes bibîne, zelal e. Bo nimûne em di salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ne ku em baş dizanin komploya 15’ê Sibatê ji bo ku yekîtiya gelê Kurd ava nebe, pêk hatiye. Dîsa ji aliyê hemû kesan ve baş tê zanîn ku rehîngirtina Rêber Abdullah Ocalan ya 27 salan a di bin pergala êşkence û komkujiyê ya Îmraliyê de xwe dispêre vê yekê û têkoşîna li dijî komployê jî ji ber vê yekê encama ku tê xwestin nade. Ger îro li dijî gelê Kurd êrîşên komployê yên nû werin kirin, Kurdên li Rojava di nava rewşa heyî de bin û di van yekan hemûyan de jî nebûa yekîtiya demokratîk a gelê Kurd roleke girîng dilîze.
Yekîtiya gelê Kurd a demokratîk aha veguheriye rewşeke ev qasî girîng. Xwedî taybetmendiya wê hêzê ye ku dikare pêşî li her cure talûkeyê bigire û êrîşan bişkîne. Helbet yekîtiyeke bi vî rengî bi nêzîkatiyên jirêzê û serveyî nayê avakirin. Ji ber ku ne yekîtiyeke jirêzê ye, yekîtiya demokratîk e. Erkê herî sereke ya dîrok dide ser milên hemû hêzên demokratîk ên Kurd, rewşenbîr û siyasetmedaran, ev e. Banga Rêber Abdullah Ocalan jî hemû caran bi vî rengî ye. Em di vê baweriyê de ne ku pêvajoya li pêşiya me wê rê li ber geşedanên dîrokî veke, wê ji xirabiya Rêveberiya Şamê başiyeke bi vî rengî derkeve holê. Di heman demê de em komploya navneteweyî ya 152ê Sibatê şermezar dikin û bang li hemû gelê Kurd û dostên wan dikin ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezintir bikin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka