Em bi her awayî û her tim bînin ziman

Sînor hatin derbaskirin, dîwar hatin hilweşandin, qalibên di hişan de hatin şikandin û gelê Kurd belkî jî cara ewil e ku yekîtiyeke di vê astê de afirand û karî vê komloya bitalûke bide sekinandin.

ZINAR YILDIZ

Me gelek anî ziman lê belê wisa xuya ye ku divê em hê jî bînin ziman. Hem jî bi berfirehtir.

Li gel rojên ewil ên 2026’an li Rojhilata Navîn li ser gelê Kurd pêvajoya komployeke nû hate destpêkirin. Li gel vê komployê têkoşîna statuyê ya ku gelê Kurd ê li Rojhilata Navîn li gel sînorên çêkirî ji hev hatiye dûrxistin ku ji destpêka sedsala 21’emîn ve ye dide meşandin, dihat armanckirin. Li Başûrê Kurdistanê ji sala 2003’yan û pê ve piştî hilweşîna rejîma BAAS’ê ya li gel dîktatoriya Saddam dihat birêvebirin, gelê Kurd statuyeke federatîf bi dest xist û kete arenaya navneteweyî. Piştre di sala 2011’an de li gel destpêkirina krîza Sûriyeyê Rojavayê Kurdistanê jî ji valahiya siyasî û îdarî ya erketî holê sûd wergirt, kete nava lêgerîneke statuyê û sekna xwe ya siyasî weke rêya sêyem pênase kirin. Tevî ku hê modeleke şênber derneketibû holê jî di sala 2014’an de li gel êrîşên DAÎŞ’ê hem li Başûr hem jî li Rojava xwestin ku statuya gelê Kurd bixin nava rewşeke binakok. Terora DAÎŞ’ê ya ku heya li ber deriyên Hewlêrê hat, li ser Êzidiyan fermaneke nû pêk anî û dikir ku hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike lê belê gerîla û pêşmergeyan li ser sînorê Kerkûkê xeteke parastinê ava kirin û êrîş şikandin.

Dema ku Rojavayê Kurdistanê bi komkujiyeke mezin re rû bi rû bû bajarê Kobanê yê ku jêre digotin ‘’dike ku bikeve’’ bi seferberiyeke pir mezin a tevlîbûna hemû gelê Kurd a weke ya a niha ji ketinê rizgar bû. Li herêmê belayeke terorê ya hemû dinya jê ditirsiya ya weke DAÎŞ’ê ji holê hate rakirin û statuya Rêveberiya Xweser ku ji bo herêmê perspektîfeke nû bû, derket holê.

Piştî li ser sînorên Kerkûk û Kobanê DAÎŞ hate sekinandin gelê Kurd hewl da ku destkeftiyên xwe yên hem li Başûr û hem jî li Rojava bi dest xistine bi pêş ve bibin. Li Başûrê Kurdistanê di 25’ê Îlona 2017’an de ji federasyonê wêdetir ji bo ku daxwazên gel veguherînin îradeyekê referandûma serxwebûnê hate kirin. Lê belê vê referandûmê bû sedem ku di nava Iraqê de reflekseke dijber derkeve holê, neteweperestiya Ereban tehrîk kir û li dijî Herêma Kurdistanê ya Federe pêleke nû ya êrîşan da destpêkirin û ev yek bû sedem ku ji niviyê zêdetir herêma federe were windakirin. Li gel windakirina Germiyanê heya Mexmûrê bi encam bû. Di vêpêvajoyê de nîşannedana sekna siyasî ya hevpar a ji aliyê gelê Kurd ve jî di encamê de roleke girîng lîst. Ji vê rojê ve ye ev rewş bandorê li mijara statuya Herêma Kurdistanê ya Federe dike. Roja îroyîn di gel ku gelê Kurd di nava komployeke nû de ne statuya federal a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi dest xistiye, dibe mijara nîqaşan.

Di salên 2018 û 2019’an de jî li ser Efrînê û piştre jî li ser Serêkaniyê û Girê Spî li gel êrîşên li ser Cizîrê û Kobanê hewl hate dayîn ku statuya rêveberiya xweser ji holê were rakirin. Di wê pêvajoyê de her çend li gel bandora QSD’ê êrîş heya astekê hatin sînordarkirin jî Rêveberiya Xweser yekem derbeya xwe xwar. Piştre hem rayedarên QSD’ê hem jî yên Rêveberiya Xwser  li seranserê cîhanê bi armanca dabînkirina statuteke siyasî ya ji bo Rojava karên dîplomatîk û siyasî kirin; lê belê cîhanê bi her awayî nîşan da ku niyeta wê nîne ku ji bilî leşkeriyê statuyekê bide Rojava.

Bi taybetî jî êdî  hewlên avakirina pergaleke nû ya Rojhilata Navîn a hêzên li herêmê zêdetir hate nîqaşkirin û xuyakirin.  Neteweyên Yekbûyî di civînên xwe de nexşeyên ku hemû welatan di çarçoveya berjewendiyên xwe de xêz kiribûn, dihatin pêşkêşkirin. Rê û rêbazên Emerîkayê yên dûrî hiqûqa navneteweyî û wijdana civakî xwe li qadê zêdetir nîşan didan.  Kuştına Fermandarê Hêza Qudsê Kasim Suleymanî ya di 3’ê Çileya 2020’an de nîşan dida ku wê êdîli Rojhilata Navîn ne weke berê be. Mudaxeleyên li ser Rojhilata Navîn dest pê kiribûn.

Di 7’ê Cotmeha 2023’yan de wê Hamasê das li çoka xwe bixista û li gel navtêdana Tirkiyeyê ji Îsraîlê re vekira ku êrîşê herî dermirovane bide destpêkirin. Îsraîla ku ev yek weke derfet dît, pêkanîna planên xwe yên nexşeya ku beriya wê ji cîhanê re eşkere kiribû, dixist dewrê. Êdî Rojhilata Navîn amade bû ku bikeve rêyeke Îbrahîmî ya bêveger.

Li Sûriyeyê jî li hemberî bloka Şîe sînyalên avakirina nifşekî Sunî yê nû dihatin dayîn. Li cihekî weke Idlibê ku dûrî Şamê ye û gelekî nêzîkî Tirkiyeyê ye, hêzêke ji bermayiyên El Kaîdeyê pêk dihat, li gel erêkirina hêzên navneteweyî dihat perwerdekirin. Aliyê nexşeya Îbrahîmî yê Sûriyeyê li bajarê Îdlibê dihat amadekirin. Piştî amadekariyên dûr û dirêj di rojên dawîn ên sala 2024’an de êdî hemû amadekariyên têkildarî Sûriyeyê hatibûn temamkirin û dema kiryarê hatibû. Lê belê hê jî rewş nedihat fêmkirin.

Di 27’ê Mijdara 2024’an de hêzên HTŞ’ê ji Îdlibê bi rê ketin û ber bi Helebê ve çûn. Rejîma Esad piştevaniya Rûsyayê winda kiribû. Îranê jî xwe nedigirt ku xwe bigihîne alîkariya Esad. Di nava vê konjonkturê de di 8’ê Kanûna 2024’an de hêzên HTŞ’ê gihîştin Şamê û li Şamê serdemek bi dawî kirin û serdemeke nû dan destpêkirin.

Êdî ne Rojhilata Navîn weke berê bû ne jî Sûriye. Piştre jî serdemeke ku êdî ne Îran weke Îrana berê be û ne jî Iraq wele Iraqa berê be dest pê dikir. Baş e be gelê Kurd kengî ev pêvajo fêm kir?

Di nava tevgerên siyasî û rêbertiyên Kurd de kesê ku herç destpêkê ev rewş ferq kir û xwe bi pêşbîniya xwe ya nû da îspatkirin, Rêber Apo bû. Anî ziman ku guherînên li Sûriyeyê wê ji bo statuya hemû Kurdan bibe talûke û li hemberî rîskên konjonkturel divê gelê Kurd bikevin pêvajoyeke guherînê û banga xwe ya Aşitî û Civaka Demokratîk ji hemû cîhanê re da eşkerekirin. Manîfestoyeke ku rêya parastina statu û hebûna gelê Kurd nîşan dida, bi lez nivîsan û hewl da rê li ber talûkeyên ku gelê Kurd rû bi rû mabûn, bigire.

Dema ku Rêber Apo rewş hê di destpêkê de ferq kir û hewl da mudaxele bike PKK’ê jî ji aliyê xwe ve bi awayekî erênî bersiv da vê yekê û pêngavên hewce avêtin. Lê belê ji ber aktorên siyasî yên din rîskên pêvajoyê baş nedîtin ji tiştên ku roja îroyîn li Rojavayê Kurdistanê rû didin  û ihtîmal heye ku li Başûrê Kurdistanê jî rû bidin re zemîn ava kirin.

Rêber Apo, dema ku di destpêkê de pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk weke atmosfera nebûna şer û pevçûnan afirand û pêvajoyeke ku ji têkoşîna çekdarî derdixist, diafirand weke pêngava duyemîn jî avaniya têkoşîna heyî weke entegrasyona demokratîk a ji têkoşîna siyasî re nirxand. Pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku gelê Kurd di hemû qadan de hebûna xwe biparêzin û pêk bînin, weke rêya parastina destkeftiyan dihat nîşandan. Rêber Apo hewl dida ku rêyên veguheztina pirsirêka Kurd a ji darvekirinê ber bi maseya muzakereyê û ji komkujiya gelê Kurd a ber bi entegrasyona demokratîk nîşan bide. Û li gel pêngavên ku di nava pêvajoya saleke borî de avêtin jî ev yek şênber dikir.

Îfade dikir ku li Rojavayê Kurdistanê û li seranserê Sûriyeyê jî gelê Kurd wê bi rêya entegrasyona demokratîk hem destkeftiyên xwe biparêzin hem jî dikarin di pêşeroja Sûriyeyê de bibin aktorekî girîng.

Lê belê hewl hate dayîn ku bi destê hikûmeta veguhêz a Şamê li ser Sûriyeyê komployeke berfireh li gelê Kurd were ferzkirin. Ji destpêka sala 2026’an û pê ve ji aliyê avaniyên nenormal ve ên di nava Sûriye, Tirkiye û hêzên navneteweyî de ev komplo weke konseptekê xistin dewrê. Dihat xwestin ku êrîşên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin destpêkirin li Qendîlê werin bidawîkirin. Tişta ku li gel Qendîlê dihat îfadekirin bes biryargeh yan jî kadroyên PKK’ê nebûn, tevahiya Başûrê Kurdistanê bû. Wê di navbera Kur-Ereban de şerekî cidî bihata destpêkirin, pêşiyê wê derbasî rojhilatê Firatê bûna û piştî ku Kobanê û Qamişlo dihatin bidestxistin wê li ser deriyên sînor ên Til Koçer û Sêmalkayê Şengal û Başûrê Kurditsanê bihatana bidestxistin û wê Başûrê Kurdistanê ji holê bihata rakirin.

Kesên ku hewl didan bi niyeteke baş li nêzî vê pêvajoyê bibin, dema ku bûyer weke bûyereke herêmî û negirêdayî hevûdu dinirxandin, dixapiyan. Komplo, weke dewama komploya 15’ê Sibatê û berfirehtir bû. Bes ne tevgereka Kurdan hemû destkeftiyên siyasî û civakî yên Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê dihatin armanckirin. Hewl dihat dayîn ku li seranserê vê herêmê şerekî Kurd-Ereban derxînin û ev yek were birêvebirin. Rêber Apo yê ku ev yek dît, yekser piştî komploya li Dêr Hafirê li gel QSD’ê bang li KCK’ê, partiyên siyasî yên li Başûrê Kurstanê û aktorên siyasî yên weke DEM Partiyê kir ku helwesteke hevpar nîşan bidin. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir û bang li hemû gelê Kurd kir ku ji bo parastina Rojava rabin ser piyan. Di serî de Bakur û Başûrê Kurdistanê hemû gelê Kurd û dostên wan n li seranserê cîhanê bersiv dan vê bangê.

Sînor hatin derbaskirin, dîwar hatin hilweşandin, qalibên di hişan de hatin şikandin û gelê Kurd belkî jî cara ewil e ku yekîtiyeke di vê astê de afirand û karî vê komloya bitalûke bide sekinandin.

Ev ne windakirinek e. Ev ji bo hemû gelê Kurd tê wateya misogerkirina hebûnê. Komplo hatiye sekinandin. Destkeftiya herî mezin ev e. Lê belê hê jî ji holê nehatiye rakirin. Di pêvajoyeke ku mudaxeleyên li ser Îran û Iraqê rojevê de ne bi taybetî jî talûkeya li ser Başûrê Kurdistanê wê zêdetir derkeve pêş. Roja îroyîn çawa ku gelê Kurd hemû nakokiyên siyasî derbas kirin û li dora Rojava bûn yek û karîn komploya li ser Rojava bidin sekinandin wê sibehî jî hewce bike ku heman helwestê ji bo Başûr nîşan bidin. Di niviya ewil a sedsala em tê de ger gelê Kurd bikaribin vê komployê bi tevahî pûç bikin, wê derfeta dîtina azadiya Kurdistana di dilê her Kurdekî de çêbibe. Lê belê ger komplo ser bikeve wê demê em ê bi talûkeya ku heya navê Kurd jî neyê bilêvkirin re rû bi rû bimînin.