Rojavayê Kurdistanê ne tenê îro, ev 12 sal in barê şoreşê rakiriye ser milê xwe û hemû Kurdan dide jiyîn. Kurd bi saya berxwedana Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya li dijî çeteyên hov ên DAÎŞ'ê, li hemû cîhanê hatin naskirin û bûn xwedî hebûn. Van 12 salên şoreşê Kurdên azad û hişmendiya yekîtiya Kurdan derxist holê. Ev destketî û qezenceke pir mezin e. Ji yekîtiya axê, welatê hevgirtî û netewperestiyê sed qat bi nirxtir e.
Cardin, hebûna Kurd xwe dispêre çi hişmendiyê û çawa ji nû ve teşe girtiye girîng e. PKK da îsbatkirin ku Kurd heye û hebûna wê bi hemû cîhanê da qebûlkirin. PKK dîroka hebûnê ye ku di dîroka Kurd de hem li dijî înkarê, asîmîlasyonê, tinekirinê, hem jî li dijî qirkirinê cihêkî pir watedar girtiye. Hebûna Kurdên azad xwe dispêre hişmendî û keda Rêber Apo û têkoşîna PKK'ê. Heta ev rastî neyê dîtin, berxwedana Rojava nayê fêmkirin. Destketiya PKK’ê ya herî mezin, qezenckirin û mîsogerkirina hebûna Kurd e. Ev ne mijara nîqaşê ye û nabe ziman dirêjî li ser bête kirin.
Eger hişmendiya Rêber Apo nebe, ne mumkine li hemberî wehşeta sîstemê û çeteya wê ya qirêj berxwedaniyeke wisa pîroz û wetedar pêş bikeve. Eger Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûbe hebûneke ewqasî birûmet û ji bo jiyana azad û neteweya Kurd a demokratîk bê teredud xwe feda dike, ev di dîroka Kurdên modern de pêşketineke pir mezin e. Ji federasyona Medan û vir de mîna vê tineye. Rojavayê Kurdistanê tevahî gelê Kurd dide jiyîn. Di vê watê de gelê Kurd deyndarê Rojava ye, divê ne tenê ji bo Rojava rabe ser piyan, ji bo Rojava bibe can û xwîna teze û çi pêwîst be bike.
Niha piştî êrîşên çeteyên Colanî û dewleta Tirk a qirker, gelek kes bi zanebûn û hindek kes jî ji hêrs û kîna li dijî projeya ''Neteweya Demokratîk'', zimandirêjî dikin û sedema êrişên li ser Rojava bi wê ve girêdidin. Ev plana daîreya şerê taybet a dewleta Tirk e û rasterast fermana wê ji Enqere tê dayin, yên bê zanebûn jî dikin xizmeta vê dikin. Tevahî lîstik li dijî fikra neteweya demokratîk têne lîstin. Li şûna xwişk-biratiya Kurd û Ereban, dixwazin dijminatiya Kurd û Ereban a bê dawî pêş bixin. Ev şer û êrîş rasterast li dijî Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê gelê me şiyar û zane be û nekeve xefka pergala kapîtalîst. Şerê Kurd û Ereban tenê xizmetî berjewendiyên kujerên kastîk dike. Di vî şerî de ne Kurd û ne jî Ereb qezenc nakin, wê herdu jî mezin wenda bikin. Ev serçeteyê Selefî jî, tenê ji bo vê hatiye erkdarkirin. Eger Kurdan hêzên xwe ji Dêrazor û Reqayê vekişandin û şer nekirin ji ber vê sedemê bû, tenê ji bo ku vê plana xeternak vala derxîne. Li Dêrazor û Reqayê bi Eşîrên Ereb re ketina nava şerekî întîhara herdu gelan bû.
Divê em zanibin ti hebûn bi serê xwe nîne, her hebûn bi dijberê xwe heye. Hebûn û zeman tê wateya cudabûnê. Zemanê her hebûnê, cudabûna wê ye. Neteweya Demokratîk' yekîtiya cudahiyan e. Ev 12 salên şoreşê, ezmûneke girîng a xwişk-biratiya gelan û neteweya demokratîk derxist holê. Hat îsbatkirin ku gelên li herêmê bi hezar salan dijminatiya hev dikin, her wiha ol û mezhebên ku ketine nava şerekî bê dawî, dikarin bi hev re bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Divê ev yek piçûk neyê dîtin, ji Babîl a ku 72 milletan bi hev re jiyan dikir û vir ve, ango piştî 3500 sal cara yekê rastiyeke bi vî rengî li herêmê tê jiyîn. Ev jî wê di dîroka Rojhilata Navîn a derveyî dewletê de cihê herî girîng bigire û bibe hîmê komuna demokratîk.
Lê rastiyek heye divê mirov ji bîr neke, li ser gelê Kurd biryara qirkirinê heye û hê jî xeteriya hebûnê ji holê ranebûye. Gelekî ku bûye xwedî hebûn, nayê wateya ku wê hebûna wî nekeve xeteriyê. Em dibînin, di projeya enerjiyê a sedsala nû de jî, hesabê gelê Kurd nehatiye kirin û tine hatiye hesibandin. Di vê rewşê de tekane tişta gelê Kurd bike ew e, pêşî li vê qirkirinê bigre. Divê em hemû baş bifikirin û biryara xwe bidin, emê yekitîtî û tifaqa xwe çêkin û bibin hebûna herî bi hêz li ser rûyê dinyayê, an jî em ê xatir ji vê dinyayê bixwazin û bikevin nava rûpelên dîroka qirkirinê.