Encamên vebûna deriyên Îmraliyê

Gelê Kurd dixwaze ku sermuzakerevan azad bibe. Qebûl nake ku Ocalan ê ku li ser navê wan muzakereyê dike, li Îmraliyê girtî bimîne. Bi awayekî eşkere nîşan dide ku qebûl nake. Niha girîngtirîn rojeva gelê Kurd serbestmayîna Abdullah Ocalan e.

Komîsyona Xwişk-Biratî, Piştevanî û Demokrasiyê ya li Meclîsê hatî avakirin, wê ji bo raporê car din bicivin. Tê gotin ku têkildarî mafê hêviyê di komîsyonê de nêzî li hevkirinê bûne, ev yek girîngiya civînê zêde dike. Behskirina mafê hêviyê mijûlkirinek nû ye, yan rewşeke nû ya pratîkkirinê ye, em ê di demek nêz de vê bibînin.

Mafê hêviyê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd e. Tirkiye endamê Konseya Ewropa û welatekî namzetê Yekîtiya Ewropayê ye. Lewma mafê hêviyê normeke pêwîst e ku divê li Tirkiyeyê were bicihanîn. Mîna Desteya Wezîran a Ewropayê diyar kirî, eger mafê hêviyê hatiba bicihanîn niha divê deriyên Îmraliyê hatiban vekirin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal in li Îmraliyê di zindaneke girtî ya yekkesî de tê ragirtin. Ocalan divê beriya 2 salan gihiştiba azadiya xwe ya fîzîkî, lê hîna di zindanê de tê ragirtin. Ev pêkanîneke din a ragirtina kesên ku divê beriya 30 salan ji zindanê derketiban e. Niha bi sedan mirovên ku cezayê wan ê zindanan qediyaye, hîna di zindanan de tên ragirtin.

Ji aliyê muhatabê sereke Abdullah Ocalan ve navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurd pêvajoyek tê meşandin. Lê belê, vê pêvajoyê ji dervey qedandina şer û çûyîna şandeya DEM Partiyê ya li Îmraliyê, geşedanek girîng çênekir. Bê guman domkirina rewşa bêyî şer, girîng e. Lê belê heya gavên cidî neyên avêtin, domandina rewşa bêyî şer ne pêkan e.

Eger pêvajoyeke dualî hebe, divê muhatabê sereke yê aliyê Kurd bikare bi rengekî azad bixebite. Heya ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin, em nikarin behsa rêvebirina pêvajoyê bikin. Ji vî alî ve Rêberê Gelê Kurd Ocalan divê bi nûnerên partiyan, rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên rêxistinên siyasî û civakî yên Kurd û her wiha bi muhatabên girîng ên pêvajoyê endamên Tevgera Azadiyê re hevdîtinê bike. Yan nikare rolê muhatabê sereke bilîze. Eger behsa pêvajoyeke ku zêdeyî saleke tê meşandin tê kirin, bivê nevê divê teqez deriyên Îmraliyê bên vekirin. Yan êdî behsa pêvajoyekê nayê kirin. Ji bo diyarkirina vê yekê, hewce nake mirov siyasetmedarek bilind be. Jixwe Kurd û hêzên demokrasiyê vê bi eşkere diyar dikin. Herhal, komîsyona Meclîsê jî dît ku eger mafê hêviyê nekeve dewrê ev pêvajo wê bi dawî bibe, lewma mafê hêviyê kiriye mijara nîqaşê.

Gelê Kurd dixwaze ku sermuzakerevan azad bibe. Qebûl nake ku Ocalan ê ku li ser navê wan muzakereyê dike, li Îmraliyê girtî bimîne. Bi awayekî eşkere nîşan dide ku qebûl nake. A niha girîngtirîn rojeva gelê Kurd serbestmayîna Abdullah Ocalan e. Ev yek ji bo gelê Kurd mijareke siyasî ya sereke ye. Ji ber ku nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê tê wateya nêzîkatiya li hemberî hemû gelê Kurd. Wê rewşa Îmraliyê diyar bike ku wê di pêşerojê de gelê Kurd bi çi re rû bi rû bimîne. Yan wê aşitî mayînde bibe, têkildarî demoratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngavên hewce werin avêtin; yan jî di serî de gelê Kurd wê li ser Tirkiyeyê pêvajoyeke zextê ya ji berê xirabtir were jiyîn. Wê encamên serbestmayîn û serbestnemayîna rêberê gelê Kurd bivî rengî bin. Her wiha wê ev yek rewşa li Rojava jî diyar bike. Di lihevkirina li Rojava ya dawîn de rola Abdullah Ocalan sereke ye. Bi awayekî rast sepandin û nesepandina vê lihevkirinê jî girêdayî nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê ye. Ji ber ku Tirkiye bi awayekî rasterast mudaxeleyî li rewşa Sûriye û Rojava dike. Tirkiye ne çavê bira û dostan li Kurdên li Rojva dinêre, bi çavekî dijminahiyê lê dinêre. Tew tê gotin ku di vê mijarê de di nava helwesteke ji hikûmeta Şamê paşvetir de ye.

Bi awayekî eşkere tê dîtin ku helwesta dewleta Tirk a li hemberî Îmraliyê wê pêvajoya li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn diyar bike. Kîjan demagojî tê kirin bila were kirin zelal bûye ku pêşeroja gelê Kurd jî girêdayî pozîsyona Rêberê Gelê Kurd a li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê ji aliyê gelê Kurd ji aliyê azadkirina pêşerojê ve ji bo vekirina deriyên Îmraliyê divê têkoşînê bilind bike. Êdî ji bilî azadiya Rêberê Gelê Kurd ne pêvajoya heyî dikare were birêvebirin ne jî li Tirkiye û Rojhilata Navîn aramî çêdibe. Gelê Kurd ev rastî hemû caran bi dengekî bilind anî ziman. Êdî girêdayî qonaxa heyî  bes ne diyarkirina rastiyê divê ji bo azadiya sermuzakerevan yanî ji bo dabînkirina azadiya rêberê gel têkoşîn were bilindkirin. Divê were nîşandan ku dîlgirtina li Îmraliyê nayê qebûlkirin. Ger roja îroyîn ev berpirsiyarî neyê bicihanîn wê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bedêlên gelekî mezintir bidin. Têkoşîna ku roja îroyîn were meşandin wê pêşiyê li bedeldayînên mezintir ên di pêşerojê de bigire.

Ger gelê Kurd van rastiyan bizanibe û rabe ser piyan; wê encamên rapora komîsyona Meclîsê jî erênî bin û ji bo pêşketina pêvajoyê jî wê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd jî were dabînkirin. Ev yek girêdayî têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye.

Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam