Heya qirkirina Kurdan neyê fêmkirin êrîşa komkujiyê ya li Rojava nayê fêmkirin

Gelê Kurd ji ber komkujiyên hatine serê wan tiştên ku rû didin, dibînin û fêm dikin. Weke gel dizane ku wê di nava yekîtiyê de li ber xwe bide û ser bikeve, ger li ber xwe nede jî wê rastî komkujiyê were. Ji ber wê yekê ev hişmendî serkeftin bi xwe ye.

CÎHAN EREN

Şerê Cîhanê yê Yekemîn di heman demê de şerê hêzên mezin ên aborî yê parvekirina cîhanê ya di navbera xwe de bû. Parvekirina cîhanê, bi xwe re pergaleke siyasî ya nû anî; împaratoriyên feodal ên ne guncavî pergala netewdewletê ên weke Osmanî û Çarîtiya Rûsyayê parçe bûn û li ser qadên wan netewdewlet hatin avakirin. Di pergala nû de Ereb di pêşengtiya arîstokrasiya qebîleyê de weke dewletên cuda dabeş bûn. Kurd bi pergala înkar û tunekirinê re rû bi rû man. Dema ku şoreşa Sovyetê pêk hat, Komara Tirkiyeyê hate avakirin. Rejîma şahiya Îranê jî her wisa.

Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû şerê kapîtalîzmê ku xwe li gel faşîzmê ceriband. Armanca sereke hilweşandina Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovteyê bû. Her çi qas bi rêya şerî ev yek pêk nehatibe jî demokratîkbûyîna ku piştî şerî li navenda Ewropayê pêş ket, Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovteyê ji hundir hilweşand. Di salên şerî de faşîzma Elmanyayê komkujiya cihûyan pêk anî û piştre dewleta Îsraîlê hate avakirin. Gelê Kurd jî li Dêrsimê bi komkujiyekê re rû bi rû ma û înkar û tunekirina li ser hate dijwarkirin.

Ferqeke girîng ya di navbera Şerê Cîhanî yê Yekemîn û Şerê Cîhanî yê Duyemîn de ew e ku yê yekemîn girêdayî şikestinên dîrokî pêk hat û rê li ber vebûna deriyên nû vekir û yê duyemîn jî xwestina krîza netewdewletê ya di navbera xwe de ye. Ji ber wê yekê Peymana Lozanê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hate îmzekirin, ji bo gelê Kurd kêliyeke şikestineke dîrokî ye. Lê belê Komkujiya Dêrsimê û tiştên ku piştre qewimîn, lezkirina şikestinê ya li gel faşîzma Elman û temamkirina înkar û tunekirinê di nava xwe de dihewîne. Bi serneketina têkoşînên siyasî û leşkerî yên gelê Kurd ên piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, sedema pêkneanîna tifaqa siyasî û leşkerî ya li gel tu hêzan ew e ku Şerê Cîhanî yê Duyemîn encameke krîza navxweyî ya netewdewletan û nexwestina avakirina avaniyên nû yên siyasî û civakî bû.

Em a niha di nava demeke şikestineke dîrokî ya piştî salên 1990’an bi lez dewam kiriye de ne. Ev pêvajo, weke siyasî û leşkerî bi rêbazên ji her du serdemên şerî yên beriya niha cudatir, pêş dikeve. Di nava vê serdema şikestinê de her çend wêranî, guherîn û nûbûn bi nakok jî bin avakirinên nû di nava hevûdu de pêk tên.Gelê Kurd, tevî pergala înkar û tunekirina Kurdan jî li gel îspatkirina hebûna xwe derbasî vê qonaxê bûn. Bi vî awayî gelê Kurd li Bakur li gel pêşxistina hêzêke demokratîk û li Başûr li gel rêveberiya federe derbasî salên 1990’î bû. Tirkiye, li gel krîzeke mezin kete vê serdema şikestinê. Netewdewletên li Rojhilata Navîn li gel pirsgirêk û nakokiyên mezin ke ketinê; dewletên weke Iraq, Sûriye, Lîbyayê hilweşiyan, ên weke Misir, Libnan, Kendavê bi pirsgirêkên siyasî yên mezin re rû bi rû man û pêvajoyeke vegujerîneke qismî dest pê kir ku serkêşiya wê Siûdîyê dikir û Îran jî di bin zexteke veguherînê ya mezin de ye.

Em li tiştên ku rû dane ji Kurdan û Kurdistanê dinêrin. Ji ber ku çawa Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovteyê serdema şikestinê ya Şerê Cîhanî yê Yekemîn diyar kir wê serdema şikestinê ya sêyemîn jî bi qasî hêza xwe ya dîrokî û civakî wê ji aliyê Kurd û Kurdistanê ve were diyarkirin.

Gelê Kurd di vê qonaxa dîrokî de bi awayê pêşxistina yekîtiya neteweya demokratîk û neteweya dewletê pêş dikeve.  Ji ber ku li ser înkar û tunekirina gelê Kurd hatiye avakirin, dewleta Tirk komkujiyê jî dide ber çavên xwe û dijminahiya pêşketina netewebûna gelê Kurd dike. Divê her Kurdek fêm bike ku rêveberên dewleta Tirk, di mijara qebûlkirina hebûna gelê Kurd de bi qasî Ahmet el-Şarayê Erebê Selefî jî bi awayekî eşkere tev nagerin û divê li hemberî vê yekê helwesta rast nîşan bide.

Dewleta Tirk dixwaze Kurdên li Rojava bi rêbaza qirkirinê tune bike. Hezar pirtûk jî bên nivîsandin, rewşa ku tê jiyîn di vê hevokê de ye. Sîstema navneteweyî hîn jî rêbaza ku ji Kurdan re dibêje, "Hûn hene, lê mafên we nînin" derbas nekiriye. Ji aliyê din ve, dewleta Tirkiyeyê jî vê yekê bi siyaseta ‘Madem ew ê mafên wan tune bin, divê Kurd qet nebin’ didomîne. Ev siyaset jî bingeha xwe ji hin qelsiyên di dema avakirina neteweyî ya gelê Kurd de derdikeve holê.

Li Rojava şerekî "bi şêwaza Tirk" li dijî gelê Kurd tê meşandin. Ev yek tê wateya êrîşên qirkirinê ku ji hêla dewletê ve bi rêbazên nerasterast, bêyî ku rasterast berpirsiyariyê bigire ser xwe dike. Mînak mîna ku di komkujiyên Ermenî û Asûriyan û kuştinên kujer nediyar de derketine holê.

Ji bûyerên tên jiyîn, divê Kurd bi taybetî di van xalan de baldar bin: Dewleta Tirk di vê qonaxa hesas a dîrokî de li Rojava şerekî qirkirinê dimeşîne da ku înkara nasnameya Kurd bi rêya tunekirinê temam bike. Lê belê, berxwedana Kurdan di heman demê de vê êrîşê vediguherîne pêvajoyek ku têkoşîna ji bo netewebûnê xurt dike. Ev berxwedan qelsiyên di dema hewldanên avakirina neteweya Kurdan de kêm dike û yekîtiyê xurt dike. Ji ber vê yekê, divê her Kurdek bêyî bikeve nava helwesta îdeolojîk an partiyek siyasî, divê tevlî berxwedanê bibe. Divê her kes nasnameya xwe ya Kurd bi tevlîbûna di berxwedana Rojava de nîşan bide. Hem kesên ku neteweyek demokratîk dixwazin û hem jî kesên ku dewletek neteweyî dixwazin divê vê berpirsiyariyê hilgirin ser milên xwe. Divê her kes dostên xwe, hêza xwe ya siyasî û aborî û bandora xwe ya leşkerî û siyasî li ser bingehek rast bikar bîne.

Di vê pêvajoyê de, divê li hember rêbazên şerê taybet ên dewleta Tirk hişyarî hebe. Weke mînak, armanca gotinên "Emerîkayê xiyanet li Kurdan kir û ew xapandin" ew e ku aqilê siyasî yê Kurdan qels nîşan bide û Kurdan wekî kesên ji rêzê nîşan bide. Lê belê, kesî xiyanet li kesî nekiriye û nexapandiye. Kurd, tevî hin xeletiyên siyasî yên pratîkî jî, xwedî hişmendiya fêmkirina kî di têkiliyên siyasî û dîplomatîk de çi ne. Ger avahiyek hebe ku xiyanet lê hatiye kirin û hatiye xapandin, ew dewleta Tirkiyê ye. Eşkere ye ku sîstema leşkerî ku ew ji sala 1952’an vir ve beşek jê ye, di vê dema aloziyan de aliyê Îsraîlê hilbijartiye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê wê li Başûrê Kurdistanê bi qasî Kurdên li Bakurê Kurdistanê ji encamên erênî an neyînî yên ku dikarin li Rojava derkevin holê bandor dibin. Ji ber vê yekê, divê her tim berpirsiyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were bibîr xistin.

Tirkiye û gelê Tirk ku çarenûsa wan bi Kurdan ve girêdayî ye li pêşiya wan du alternatîf hene: an ew ê bibin sûcdarên qirkirina Kurdan, an jî ew ê veguherînek demokratîk wekî ku li Ewropayê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêk hatî bi Kurdan re Rojhilata Navîn veguherînin. Gelê Tirk û dewleta Tirk hîn jî di navbera van her du rêyan de ne. Ji ber ku, berxwedana gelê Kurd a li dora Rojava, Tirkan û dewleta Tirk ber bi veguherîna demokratîk ve biriye, di heman demê de berxwedanek civakî ya demokratîk a gelan temsîl dike.

Bi kurtasî, gelê Kurd ji ber komkujiyên hatine serê wan tiştên ku rû didin, dibînin û fêm dikin. Weke gel dizane ku wê di nava yekîtiyê de li ber xwe bide û ser bikeve, ger li ber xwe nede jî wê rastî komkujiyê were. Ji ber wê yekê ev hişmendî serkeftin bi xwe ye.