Mijara pergala demokratîk û yekîtiya gelan pir tê behskirin û qalkirin. Lê bi rengekî têrker nehatiye fêmkirin. Hîn jî xeterî heye ku di her kêliyê de û li her deverê şer rû bide û jiyana bi hezaran mirovan bixe xeteriyê.
Weke têgeh dibe ku her kesî 'neteweya demokratîk' bihîstibe, yan jî li ser guftugo kiribe. Lê weke ku me li jor jî destnîşan kir neteweya demokratîk ji hêla her kesî ve nehatiye fêmkirin yan jî ji hêla hinekan ve nehatiye qebûlkirin. Jixwe; hinek jî dibêjin, 'Ev çi neteweya demokratîk e' û bawer jî nakin ku wê ev paradîgmaya Rêber Apo bi serketinê tacîdar bibe. Bêguman gelek xeterî li ser vê paradîgmaya bi wate û qîmetdar heye. Pêwîst e hemû neteweyên azadîxwaz û demokrat xwe li dora vê paradîgmayê û fikrê bikin yek.
Jixwe hemû kes, kom, hêz û dewletên neteweperest, dewletperest, desthilatperest û sermayeperest yekser dijberî vê paradîgmayê ne. Heya ji destê wan bê jî wê dijberiyê bikin. Ji niha ve ketine nav hewldana valaderxistina vê paradîgmayê. Ev paradîgmaya Rêber Apo tevî hemû astengî û êrîşan jî wê jiyanî bibe. Ji ber ji bo mirovahiya azadîxwaz e. Weke netewe em bi xêra Rêber Apo hay li pirsgirêkê xwe bûn. Me xwe weke netewe nas kir û em têgihiştin ku çavkaniya hemû pirsgirêkên me neteweperestî û dewletperestî ye. Ew jî bingehê xwe ji hişmendiya zilamê kujerê kastîk digirin.
Pergala Neteweya Demokratîk pergala civakê bi xwe ye. Wê civak vê pergalê bimeşîne, xwedî lê derkeve, bi rêxistin bike, biparêze û bi pêş ve jî bibe. Ji hêla Rêber Apo ve di nav civaka Kurd de hê beriya 40 salan pergala demokratîk dihat nîqaşkirin û perwerde li ser dihat dîtin. Ji ber vê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat jî li ser vê pergala demokratîk nîqaş kiriye û nirxandiye. Ji gelek aliyan ve her çend hê jî hinek astengî hebin têkoşîna azadiyê gihiştiye asteke fêmkirinê, ji bo azadî û serfiraziya gelê Kurd û gelên herêmê derfet ji her demekê zêdetir in.
Di vê çarçoveyê de dema mirov li pêşketinên heyî û destketiyên gelê Kurd ên heyî dinêre tê dîtin ku ji bo Neteweya Demokratîk bi hemû ling û şaxên wê ve bê avakirin derfet hene. Gelê Kurd salên ji salên dûr û dirêj rastî tinekirin, talan, qirkirin û tevkujiyan hatiye. Her wiha li hemberî van hemû pêkanînan jî her tim ala berxwedan û azadiyê bilind kiriye. Li hemberî zordariyê gelek caran serê xwe hildaye û têkoşiyaye. Ji ber gelê Kurd weke pêşengê pêkanîna demokrasî û azadiya herêmê ye. Bi avakirina Neteweya Demokratîk re jî dikare careke din bi vê rola xwe ya dîrokî rabe û dergûşbûna ji mirovahiyê re dîsa bidomîne.
Neteweya Demokratîk ne tenê peyvek an jî şêwazekî ji rêzê ye. Dema ku mirov li rîşeyên wê dinêre dibîne ku Neteweya Demokratîk forma herî baş, guncav û bikêrhatî ye ku di serî de civaka Kurd, hemû civakên herêmê dikarin di jiyana xwe de pêk bînin. Dîsa di vê mijarê de xalên herî sereke yên derdikevin pêşberî me, komîn, kooperatîf û meclîs in ku di avabûna Neteweya Demokratîk de hêmanên sereke ne. Niha li Kurdistanê pirsgirêkên aborî, çandî, jiyanî, hunerî, demokrasî û azadiyê hene. Bi rastî jî kîjan şêwe û teşe dikarin van pirsgirêkan çareser bikin û bikin ku civak serfiraz bijî divê werin hilbijartin. Di vir de jî rola pêkanîn û damezirandina van hêmanan heye. Ji bo civakek demokratîk bê avakirin, ew koletiya hatiye sepandin ji holê bê rakirin, civakek pêşketî û li gorî rola wê ya dîrokî bê sazkirin, ev hêmanên em behsa wan dikin divê bi awayekî bi rêkûpêk bên bikaranîn û xebitandin.
Ew hemû mijarên me bi bîr xistin û dan nasîn tev jî sedema xwe ji tinebûna demokrasiyê digirin. Heya pergala demokratîk neyê avakirin, wê pirsgirêkên civakê jî neyên çareserkirin. Tekez wê bi demboriyê re pirsgirêkên neteweyan hîn kûrtir bibin, weke nexweşiya pençeşêrê wê civakê felc bike û birizîne. Her çiqasî li cem gelê Kurd ruhekî neteweperestî zêde nebe jî wê di encama tundî û êrîşên neteweperestiyê de ku weke nexweşiyeke vegirtî ye, dibe ku Kurdan jî bandor bike, wan jî rake ser piyan û encama wê jî wê ti kes nikaribe rake. Di rewşeke welê de dibe ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin û dijmintiyeke bi sedsalan bidome pêş bikeve.
Ji bo wê Rêber Apo di wan kêliyên şerê germ de hema demildest dikeve nav livûtevgerê, tespîtên wiha dike û di nameyên xwe de yên ku ji hemû aliyan re dişîne de hişyarên xwe tîne ziman. Rêbertî dibêje ku eger şer wiha dewam bike wê pirsgirêk mezin bibe û şer li tevahiya herêmê belav bibe. Em weke Kurd, Ereb û Tirk deyndarên Rêber Apo ne. Divê hemû alî guh bidin hişyariyên Rêber Apo û ji bo gel bi rûmeta xwe bijîn ya ji destê wan tê bikin.