‘Kurd divê li Şamê bin’
Hevdîtinên dîplomatîk ên navbera şandeyên Rojava-Şamê zêde tên kirin. Tê dîtin ku xebatên koordînasyona hevpar gihiştiye qonaxeke diyarker.
Hevdîtinên dîplomatîk ên navbera şandeyên Rojava-Şamê zêde tên kirin. Tê dîtin ku xebatên koordînasyona hevpar gihiştiye qonaxeke diyarker.
Hevdîtinên Rojava-Şamê didomin, şandeya Kurd amadekarî dike ku car din biçe Şamê û ev yek di demek welê de pêk tên ku hevsengiyên li herêmê bi lez diguherin. Biryara DYE’yê ya vekişîna ji Sûriyeyê, hevdîtinên dîplomatîk ên Siûdî Erebistanê yên bi Şamê re û nediyariya di polîtîkayên Enqereyê de, rewşa Kurdan tîne rewşeke hîn krîtîktir. Di vê tabloyê de, Kobanê hîn jî ji bo Kurdan xeta sor e.
Her çendî ku polîtîkaya Enqereyê ya li hemberî Kurdan roleke diyarker nelîze jî dorpêça li Kobanê, hem helwesta hevpar a Kurdan hem jî peymanên muhtemel ên bi Şamê re rasterast bandor dike. Tê dîtin ku di siberoja herêmê de berxwedana Kurdan wê bibe faktoreke diyarker.
SERDANA ŞANDEYA ŞAMÊ YA LI RIMÊLANÊ
8’ê Sibatê roja Yekşemê piştî nîvro, şandeya Şamê çû serdana Balafirgeha Qamişloyê û îro jî ji bo rêzehevdîtinan derbasî Rimêlanê bû. Petrol û çavkaniyên enerjiyê, avakirina mekanîzmaya koordînasyonek hevpar a têkildarî deriyên sînor û balafirgehan û bicihanîna xisûsên peymana 30’ê Çileyê, di rojevê de ye.
Hevdîtinên dîplomatîk ên navbera şandeyên Rojava-Şamê, zêde tên kirin. Tê dîtin ku xebatên koordînasyona hevpar gihiştiye qonaxeke diyarker. Ji Dêrikê heya Hesekê bi cih bûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bi Şamê re, rewşa li sahê her diçe zelal dike.
DORPÊÇA LI SER KOBANÊ Û BERSIVA KU JI ENQEREYÊ TÊ HÊVÎKIRIN
Bi eşkere tê dîtin ku di polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê de, dorpêça li Kobanê girêdayî hevdîtinên bi Şamê re ye. Gelek sedemên krîza li Kobanê hene. Bandorên peymana navbera Tirkiye û Şamê, li sahê tên hîskirin.
Şandeya Şamê destpêkê got, “dorpêç nîne” û piştre jî got, “em ê dorpêçê rakin”. Sernavê herê krîtîk ê hevdîtinên Rojava-Şamê yên du rojên dawî, Kobanê û rakirina dorpêçê ye. Dorpêç dikeve roja 21’an, sedemê esas ê dirêjbûna pêvajoyê ew e ku li benda bersiva ku ji Enqereyê were, dimînin.
ŞANDEYA KURD WÊ BIÇE ŞAMÊ
26’ê Nîsana 2025’an li Qamişloyê Konferansa Yekîtiya Kurd a Rojava hate lidarxistin û nûnerên partiyên Kurdî tevlî konferansê bûn. Şandeya Kurd a ku di vê konferansê de hatî avakirin, ji bo hevdîtinan wê biçe Şamê.
Di rojên borî de serdana ENKS’ê ya li Şamê, encamek şênber ava nekir, lê helwesta hevpar a partiyên siyasî yên Kurdî û hevdîtinên nû yên bi Şamê re wê diyarker bin. Hevseroka PYD’ê Pervîn Yûsif diyar kiribû ku ENKS’ê bi biryara xwe li Şamê hevdîtin kir.
Di rojeva şandeya Kurd de siberoja siyasî ya Rojava, mafên zagona bingehîn û zimanê dayikê yê gelan û gelek mijarên ku wê bi Şamê re bên nirxandin, hene.
VEKIŞÎNA DYE’YÊ Û ÎHTÎMALÊN NÛ
Di pêvajoyekê de ku hevdîtinên Rojava û Şamê bilez dibin, biryara DYE'yê ya vekişîna ji Sûriyê hevsengiya herêmê ji nû ve diguherîne. Hêzên DYE’ê yên ku ji Şedadê vekişiyan, îhtîmalek mezin heye di demeke nêz de ji tevahiya Sûriyeyê vekişe.
Veguhestina endamên DAÎŞ'ê yên radestî hikûmeta Iraqê hatin kirin didome. Di çarçoveya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û koalîsyona navneteweyî ve hatiye diyarkirin heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 endamên DAÎŞ'ê radestî Iraqê hatine kirin. Hikûmeta Iraqê, ragihand ku ew ê dosyayan di ber çavan re derbas bike û lêpirsîn bide destpêkirin.
LI SÛRIYEYÊ NE ZELALÎ Û REWŞA XETER
Li Sûriyeyê hê jî xetereya şer heye. Di demek ku şaneyên DAÎŞ’ê plana êrîşê gelek bajaran dikirin de, şevê din li Hesekê operasyonek hat lidarxistin. Pêşketinên li ser xetên Rojava- Şamê, hesasiyeta herêmê zêde dike.
Li Helebê bûyerên weke dizî û bi darê zorê koçberkirina sivîlan dewam dike. Rageşiya di navbera eşîrên li Dêrazor, Tebqa û Reqayê de îhtîmala şerê navxweyî mezin dike. Li Dêrazorê şewitandina bîrên petrolê û şerê xenîmetê herêmê ber bi asteke ku nayê kontrolkirin ve dibe.
Sûriye ev demeke dirêj e nikare yekîtiya xwe biparêze. Lihevkirinên heyî, wê hê encamek çawan bi xwe re bîne, nayê zanîn.
HEVDÎTINA EREBISTANA SIÛDÎ Û ŞAMÊ
Îro hevdîtinek girîng li Erebistana Siûdî tê lidarxistin. Ger rêkeftinek di navbera Rojava û Şamê de û li seranserê Sûriyê bi giştî pêk were, Erebistana Siûdî dixwaze roleke nû li Sûriyê bilîze. Ji bilî şer û pevçûnan, Riyad armanc dike ku veberhênanê li sektorên aborî û tûrîzmê bike.
Serokkomarê Demkî Ehmed-El-Şara piştî vegera xwe bo Şamê serdana çend welatan kir ku yek ji wan Erebistana Siûdî bû. Riyad bi awayekî erênî li peymana Rojava û Şamê dinêre û têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re zêde dike. Hevkariya ku Erebistana Siûdî bi Tirkiyeyê re pêş dixe jî wekî beşek ji vê pêvajoyê tê dîtin. Her çend Riyad dixwaze ji hêla aborî ve li herêmê rêyek veke jî, li Sûriyeyê di nava lêgerîneke nû de ye.