Bi komunan ber bi jiyana demokratîk ve
Ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev divê em berê xwe bidin komunan, komunan ava bikin. Bi vî rengî em ê karibin şer, talan û komkujiyên li hemberî gelê xwe kêm bikin, jiyaneke azad ava bikin.
Ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev divê em berê xwe bidin komunan, komunan ava bikin. Bi vî rengî em ê karibin şer, talan û komkujiyên li hemberî gelê xwe kêm bikin, jiyaneke azad ava bikin.
Di dîroka mirovahiyê de mirov jiyaneke komun dibînin ku bi klanan destpê kir. Klanên ji nêzî 30 kesî pêk tên, li dora xwe jiyaneke xwe dispêre civakîbûnê ava kir. Li gel vê yekê rêwîtiya ber bi gundan ve destpê kir. Lê belê fikrê dûrketina ji jiyana komunê bi demê re veguherî hêzeke serwer û heta vê serdemê dewam kir. Feraseta serweriyê jiyaneke ji yek zimanî afirand û civakîbûn ji hev belav kir. Halbûkî li welatekî ku şîrê şoreşê da zarokên xwe nepêkan bû ku jiyaneke azad neyê afirandin.
Em li dîrokê vegerin û ji lêkolînan hîn bibin: Jiyana berê çawa dihate meşandin? Bi pêla koçberiyê ya ji Efrîkayê destpê kir, mirovahî li Mezopotamyayê, yanî li Hîlala Zêrîn a mirovahiyê belav bû. Bi vê pêlê re jiyaneke nû ava bû. Ji qiraxa Nîlê heta bi Mezopotamyayê belav bû. Li vê derê hilberîn û berhemdarî hate dîtin.
Her ku hêza hilberîna madî xurt bû, hînbûna ji xwezayê jî zêde bû. Deng, ziman û jiyan ji xwezayê hîn bû. Parastina xwe hem ji xwe hem jî ji heywanan xurtir kir. Cudahiya netewe, ziman, ol û baweriyê nebû. Her tiştên berhemdar ji bo wan hêza bawerî û îbadetê bû. Xweda hêzek bû ku ji nava civakê hatibû afirandin; ne mirovekî bi tenê yan jî îlahekî nayê dîtin bû. Bi rengekî komunal li hev diciviyan. Pîvanên exlaqî bi rengekî xwezayî afirî bûn.
Bêguman dema qala jiyana xwezayî tê kirin, ev yek nayê wê wateyê ku şer qet tine bû. Jiyan li ser du zemînan ava dibe; çawa ku kêfxweşî heye, li gel wê şer jî heye; reş û spî hevdu temam dikin. Wê demê jiyaneke hem wekhev û komunal hebû hem jî ji bo dabînkirina pêwîstiyan dem bi dem êriş dihate kirin. Lê belê ev şer ne ji bo talan û serweriyê bû; tenê ji bo parastin û pêwîstiyê bû.
Şamanên ku ji nava civakê hatin dûrxistin, bi hestên xwe, xwe bi rêxistin kirin. Jiyana komunê veguherandin jiyana ji yek tîpî. Ciwan li dora xwe civandin û bi navê sîstema xwedê ew perwerde kirin. Şerê bê wate, kuştin û talan êdî zêde bû.
Li pêşberî vê yekê rewşa jinê hate guhertin. Piştî pêşengiya jinê êdî bi serweriya mêr jin û mêr bi hev re lê belê bi rengê hiyerarşîk meşiyan. Bi rengekî giştî jin bi zanebûn û hilberîneriya xwe ji aliyê civakê ve pîroz dihate dîtin. Lê belê her ku mêr ê serwer derkete pêş, wekheviya jinê jî hate nixumandin. Ji aliyekî ve jiyana komun a jinê lawaz bû, li aliyê din jî hiyerarşîk yanî jiyana bi çînî derkete holê. Her ku ev pêl li nava civakê belav bû jihevketineke nebaş rû da. Lêkolîn bi rengekî şênber bûyerên hingî ranexe pêş çavan jî li gorî qeydên hatin dîtin serweriya mêr şênber bûbû. Lewma jin ji pîrozmendiyê ber bi fûhûşê ve hate dehfdan.
DI MODELA ROJAVA DE GEL HEMÛ BI HEV RE DIJÎN
Bi demê re jin ber bi derveyî jiyana civakî ve hate dehfdan. Ol û bawerî derketin holê, her çend di destpêkê de xwe dispart civandina civakê jî bi demê re kete destê dewletê. Li gel vê yekê jin bi gaveke din li paş hate hiştin. Di nava jiyanekê de ku jin lê nîne yan jî rola wê nediyarker e, şêweyê jiyanê bi bingehînî guherî.
Di esasê van gotinên xwe de em dixwazin balê bikijînin ser jinûve avakirina jiyana komunê. Mîmarê wekhevî û azadiya gelan Rêber Apo bi analîzên xwe gelek rastiyên veşartî raxist pêş çavan. Rastiya mirovahiyê û civakê hînî akademîsyen, zanyar û siyasetmedaran kir. Beriya her tiştî bi doza gelê Kurd destpê kir û xwedî li pirsgirêkên gelan hemûyan derket. Gel bi salan hînî jiyana komunê bûbûn. Mejiyê serwer cihêrengî weke hinceteke cudabûnê ferz kir; lê belê êdî dem hatibû ku jiyaneke bi hev re ya hemû reng û cihêrengiyê bê jiyîn.
Bêguman divê pêşveçûna sîstema kapîtalîst bi rengekî rast bê nirxandin ku heta bi rehên ciwanan bandor kiriye. Eger em rast binirxînin û dîrokê bi vî rengî şîrove bikin em ê bibînin ku her qonax bi heman cewherê lê belê bi navekî cuda hatiye meşandin. Feraseta ku di dîrokê de bi navê 'Kujerê Kastîk' derkete holê, îro bi navê kapîtalîzmê derdikeve pêşiya me. Di heman demê de ji aliyekî ve xeta têkoşîn û berxwedanê heye, li aliyê din jî sekneke ku berê xwe dide jiyana kapîtalîst dewam dike.
Ji ber vê jî analîzên Rêber Apo ji bo me çavkaniyeke hêzê ye. Di analîz, nirxandin û şîroveyên wî de dikare bê dîtin ku avakirina jiyaneke komunal zehmet nîne. Em dikarin modela li Rojava hatiye afirandin weke mînak nîşan bidin. Li Rojava li ser bingeha fikrê Rêber Apo gelên cuda li hev kom bûn. Kurd, Ereb, Ermen û Çerkes li hundirê heman birkê avjeniyê dikin; lê belê ti ji wan yekî înkar nake. Ev gav bingeha avakirina jiyana komunal e.
JI BO JIYANEKE WEKHEV Û BI HEV RE DIVÊ EM BERÊ XWE BIDIN KOMUNAN
Em ê komunan çawa ava bikin, jiyaneke komunal çawa bijîn?
Weke ku me li jorê destnîşan kir, em ê sûdê ji analîzên Rêber Apo werbigirin. Divê em bûyerên di herikîna dîrokê de qewimîn bigihînin vê serdemê û analîz bikin, her wiha li gel rewşa heyî ya li cîhanê binirxînin. Divê em ji gund bi rê bikevin û ber bi bajêr ve biçin. Gund di vê serdemê de ne tercîha ciwanan e; jiyana li bajêr hîn bêhtir balê dikişîne. Halbûkî gund avabûna me nîşan dide; ji ber vê jî divê em destpêkê ji gundê xwe bikin.
Girîng e ku em li gundê xwe parastin, hilberîn, aborî û zanistiyê bi pêş ve bixin û ev yek pêwîstî ye. Li gorî pêwîstiyan divê em komunên cuda ava bikin û komun hemû di bin sîwana komunekê de bigihînin hev. Mînak mamosteyên li gundan dikarin li hev kom bibin û komuneke mamosteyan ava bikin.
Mamoste li gorî pêwîstiyên xwendekaran dikarin xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Li gel vê yekê komuna parastina gund jî dikare bi heman rengî bê avakirin. Bi vî rengî komunên cuda dikarin bêne avakirin: aborî, tenduristî, parastin, zanistî, huner û hwd.
Komunên bêne avakirin hemû dikarin timî li hev kom bibin û li ser paşerojê plansaziyên xwe çêbikin. Tişta ku em jê re 'Komuna komunan' dibêjin ev e. Divê komunên gundan bi komunên navçeyê re di nava têkiliyê de bin; bi heman rengî ew jî di nava xwe de dikarin xwe bi rêxistin bikin. Bi vî rengî em dikarin li gund, navçe û bajêr jiyana xwe li ser bingeha komunê jinûve ava bikin. Dema ku qala vê modelê dikin em teqez qala serwerî yan jî hiyerarşiyê nakin. Ji nava komunên gund nûnerek dikare hebe; lê belê ev yek nayê wateya veguherîna li avaniyeke hiyerarşîk. Berevajî em qala jiyaneke xwezayî dikin.
Her ku ev modela komun bi pêş bikeve her şexsekî nava civakê dibe xwedî berpirsyarî û wezîfeyê. Kes li derveyî civakê namîne.
Li nava malbatê dayik û bav wê bixebite, zark jî bi wê kedê mezin bibe û pêwîstiyên xwe dabîn bike. Zarokê ku bi keda dayik û bavê xwe nehese, dikare derfetên hatine bidestxistin bi hêsanî xerc bike. Lê gelê eger zarok jî bibe parçeyekî hilberînê, ji ber ku ked daye wê derfetan bela wela neke.
Ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev divê em berê xwe bidin komunan. Li her derê divê em komunan ava bikin. Bi vî rengî em dikarin şer, talan û komkujiyan ên li ser gelê xwe kêm bikin, jiyaneke azad ava bikin. Eger em komunan ava nekin wê jiyana me timî bi talan û hilweşînê derbas bibe.
Em bi hev re bi rengekî komunal ber bi jiyaneke demokratîk ve bimeşin. Em bi hemû rengê xwe hevdu dewlemend bikin, civaka xwe mezin û zane bikin. Yên ku pêşengiyê ji vê re bikin jî ciwanên Kurd e.